Me dîsa salek li pey xwe hişt û em derbasî saleke nû bûn.
Bûye weke adet; di sala derbasbûyî de çi bûyerên girîng û balkêş çêbû bin, di ber çavan re tê derbaskirin. Her wiha gûmanên ji bo sala nû jî tên şîrovekirin û guftûgo li ser tên kirin.
Ka em vê carê jî bala xwe bidin sala derbasbûyî.
Helbet gelek bûyerên balkêş û watedar rûdane yan çêbûne. Bê gûman mirov nikare di nivîsek wisa de hemûyan bigire dest û şîrove bike. Ez ê jî li ser çend bûyerên ku girîng û balkêş dibînim rawestim.
Li gorî dîtina min bûyer û serkeftiya herî mezin di vê sala 2019’an de pêkhat, şikandina DAIŞ’ê bû.
Hêz û dewletên hegemon ên DAIŞ’ê damezrandin, helbet armancên mezin ji xwe re danîbûn. Plan û programên wan gelek berfireh bûn. Di demek kurt de pir mezin bû; bi lez û bez êrîş birin ser gelek cihên stratejîk; hinek xera kirin, hinek talan û wêran kirin, hinek cih dagirtin û ji xwe re weke paytext û navend dan xebitandin. Weke Musil, Reqqa û hwd.
Lê ez bawer dikim raya giştî ya cîhanî jî, êdî qebûl dike ku armanca vê hêza terorîst a dijî mirovahiyê hatibû sazkirin, êrîşên xwe yên giran û destpêkê ajot ser destkeftiyên gelê kurd û kurdistaniyan. Mînaka herî li ber çavan, êrîşên qirker û dagirker ên ajotin ser Şengal, Mexmûr, Serêkanî, Kobanê û hema bi giştî cih û warên xwedî destkeftî û hêjayên kurd û kurdistanî li ku derê bûn êrîş birin ser. Bi taybetî, di serî de baweriya êzidî û li pey wê baweriya elewî û xiristiyaniyên Kurdistanê kirin armanca xwe.
Ez bawer dikim van yek jî ne ji xweber bûn, ne bê îradeyî bûn, ne ji nezanî bûn, ne xwezayî bûn, belê berovajî, van hemû nîşan dide ku bi zanebûn, ev cîhazê zilmê û qirkirinê DAIŞ’ê hate sazkirin-hate organîzekirin! Û di serî de patron û şefên vê organizasyonê dewletên herî mezîn ên hegemon ên cîhanê ne.
Ma gelo niha jî di siyaseta van dewletan de ev tespît nayê xuyakirin? Ma DAIŞ piştî navenda wan a dawî Baxoz jî, bi destê hêzên HSD’ê hate paqijkirin, heman siyaseta dijberî Şoreşa Rojava nayê meşandin? Ma piştî Cerablûs, Bab û Ezazê, Efrîn û Serêkaniyê û Girêsipî, li ser bazara kê radestî dewleta tirka hate kirin? Ne Rûsya û DYA bûn? Yên bêdeng man kî bûn; sazumana hemû dewletan: “DY”!
Belê bila neyê jibîrkirin ku destkeftiyên şoreşê, ji destçûyînan gelek zêdetir e. Hema di serî de, li van cihên hatinê dagirkirin û qirkirin lê hatiye çêkirin, berxwedan û têkoşîna herî mezin a cîhanê lê hat kirin û hîn jî berdewam e. Û ew ê sedî sed dîsa ji wan destên qirêj were standin ev xaka pîroz!
Li Efrînê 58 rojan, li Serêkaniyêe û Grêsipî 9 rojan; li dijî hêzên dewleta herî mezin a NATO’yê ya tirkan; şerê cenga cîhanî ya 3’yemîn hate meşandin. Û hemû dewletên cîhanê jî, yên bi deng an ên bêdeng piştgrî dan dewleta R.T.Erdogan. Fermandarê DAIŞ’ê yê nû, ha biborin fermandarê El Nusra û hwd.jî Receb Beg, çi çekên modern û heta yên kimyewî jî li dijî gelê me bikar anî. Lê bijî gelê me ku her berxwedana xwe didomîne!
Bi hemû pêkahateyên xwe gelê me, îradeya xwe ji berê gelek xurtir bûye. Erê rast e gelek êş û keser û keder û elem û xem kişand û dikişîne, lê dîsa jî serî danayne. Ji ber ku êdî hişmendî û zanebûn zêdetir bûye. Êdî ji berê baştir dost û dijminê xwe nas dike. Weke berê nabêjê “Rûsya, Amerîka yan filan dewlet û bêvan dewlet dost in û ew ê werin min rizgar bikin” û hwd. Na xêr, êdî dibêje “ez dostê xwe me, em ê yekitiya xwe ya neteweyî xurt bikin, tevgera xwe xurtir bikin û em ê xwe rizgar bikin” û hwd.
Li dijî rastiya xerab a dewletan, rastiya baş a mirovatiya cîhanê jî; piştgiriya wijdanê, mirovatiyê û raya giştî cîhanê jî, ji berê gelek xurtir derket holê û gihişt gelê me. Ev jî deskeftiyek mezin a vê salê bû.
Her wiha di vê salê de, paralelî vê berxwedana Rojava, bi pêşengiya Leyla Guven çalakiyek watedar û demdirêj a greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger, ji bo tecrîda li ser Rêber Apo rabe û rê li ber azadiya wî vebe, bi berfirehî hate destpêkirin û 9 şehîd hat dayîn. Ev jî, di astek hêja de bi serkeftî derbas bû; parêzerên Rêber Apo çûn Îmraliyê û li ser daxwaza wî bi serfirazî dawî lê hat anîn.
Di vê sala derbasbûyî de, bûyerên xemgîn weke şehadeta Hevrîn Xelef û Diyar Xerîb (Helmet) jî hene.
Li Rojhilat û Başûr jî hişmendî û viyana niştimanî xurtir bûye, pêve girêdayî li Îran û Iraqê jî qeyranên mezin destpê kiriye. Zemînê raperînê geştir dibe.
Her wiha destkeftiyên hilbijartinên herêmî yen 31’ê Adarê jî hene. Erê her çendî gelek ji wan, bi rêya qeyûman ji şaredariyan hatibin dûrxistin jî, ev bi xwe re dijberiyek xurt jî diafirîne. Hewldanên encamgir ên hêja yên lihevhatina hêz û partiyên Bakur derketin holê.
Di encamê de, sala derbasbûyî, gelek êş û xemgînî peyda kir û piraniya wan derbasî sala nû jî dibin. Lê ez bawer dikim, li hember van êş û xeman, bi xwe re hîn zêdetir zemîna têkoşînê û berxwedanê jî afirandiye. Lewma ez ji bo sala nû gelek bi hêvî û bawerî me ku ew ê pir bûyer û mizginiyên xweş pêk werin.
Bî hêvî û baweriyên xurt em derbasî sala nû bibin û em deskeftiyên xwe xurtir bikin û deskeftiyên nû jî biafirînin, li ser vê bingehê sala nû pîroz be!