Li Sûdanê balafirek kete xwarê. Di encama qezayê de 18 welatiyan jiyana xwe ji dest dan
Li herêma Darfûrê ya Sûdanê di êvara roja pêncşemê de balafirek pênc deqe piştî ku rabû, ket. Di qezayê de 18 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Artêşa Sûdanê bi daxuyaniyekê ragihand ku balafira bi navê Antonov 12 li balafirgeha El Geneîna ya li Darfûrê piştî ku rabû, di nava 5 deqeyan de kete xwarê.
Di balafirê de 3 dadger, 4 zarok, 8 sivîl û tevî personelên balafirê 18 kesan jiyana xwe ji dest dan. DARFÛR