PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cumartesi - 23 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Farisogullari: Bingeha têkoşîna me dê bibe şikandina tecrîdê

Parlamenterê HDP’ê Mûsa Farisogullari anî ziman ku gelê kurd bi ruhê serkeftinê kete sala nû û wiha got: “Di sala 2019’an de li dijî gelê kurd êrîşên mezin pêk hatin. Komploya li dijî gelê kurd didome. Li dijî van êrîşan gelê kurd dê yekitiya xwe ava bike. Her wiha bingeha têkoşîna me dê bibe şikandina tecrîda li ser Rêber Ocalan.”

Endamê Dîwana Hevserokatiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Amedê Mûsa Farisogullari bûyerên girîng ên di sala 2019’an de ji Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) re nirxand.

Mûsa Farisogullari anî ziman ku sala 2019’an bi berxwedan gelên Kurdistanê derbas bû û wiha got: “Bi ruhê serkeftinê em ketin sala 2020’an. Di sala 2019’an de êrîşên gelek diwar li dijî gelên Kurdistanê, siyaseta kurd û saziyên kurdan pêk hatin. Dema mirov êrîşên di sala 2019’an de binirxîne divê mirov balê bikêşîne li ser şerê taybet ê li dijî gelan hatiye destpêkirin. Planên şer ên çonkdanînê di sala 2014’an de di civîna MGK’ê de hate girtin. Li hemû parçeyên Kurdistanê li dijî gelê kurd êrîşên qirkirinê hatin meşandin. Bi taybet jî li Bakur û Rojava li dijî kurdan şereke nemerdane û dijwar hate destpêkirin.”

‘Grevên birçîbûnê mohra xwe li salê da’

Di berdewamê de jî Farisogullari destnîşan kir ku di sala 2019’an de li bakurê Kurdistanê grevên birçîbûnê yên ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatine lidarxistin, mohra xwe li salê da û wiha dom kir: “Li dijî tecrîda li ser Rêberê Ocalan, hevseroka KCD’ê Leyla Guven di 8’ê mijdara 2018’an de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir. Di 16’ê Kanûnê de li girtîgehan grev hat destpêkirin. Di 1’ê adarê de jî ev grev li hemû girtîgehan belav bû. Piştî demek çalakî gihaşt asta herî jor û 30 girtiyan dest bi rojiya mirinê kir. Li Hewlêr, Strasburg, Galler, Mexmûr û Torontoyê jî bi sedan kes tev li çalakiyê bûn. Her wiha 7 girtiyan jî li dijî tecrîdê çalakî pêk anîn û dawî li jiyana xwe anîn. Ev çalakiya dîrokî gihşt armanca xwe û piştî peyama Rêber Ocalan ya 22’yê gulanê grev û rojiyên mirinê hatin bidawîkirin. Ji bo vê yekê ev serdem di têkoşîna me de xwedî cihekî girîng e. Çend caran jî bi piştî salan parêzaran bi Birêz Ocalan re hevdîtin kirin.”

‘Komploya li dijî gelê kurd didome’

Farisogullari anî ziman ku bûyerên li Kurdistanê diqewimin girêdayî tecrîda li ser Ocalan e û wiha pê de çû: “Tecrîd ne tenê li hemberî Rêber Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin, di heman demê de tecrîd li ser gelan tê meşandin. Li Bakur kesên li dijî tecrîd û polîtîkayên şer ên tifaqa AKP-MHP’ê derketin rastî êrîşên hovane yên dewletê hatin. Dewlet ji bo berjewendiyên xwe li Rojava polîtîkayên şer bi pêş xist û di 9’ê cotmehê de li dijî Bakur û Rohilatê Sûriyeyê de êrîşa dagirkirinê da destpêkirin. Dema ku mirov li dema êrîşê dinêre dibîne ku komploya navdewletê ya li dijî kurdan berdewam dike. Hemû welatên serdest ên cîhanê cihê xwe di vê koployê de girtin. Hêzên serdest hebûna gelê kurd ji xwe re hedef nîşan de ye û di encama van polîtîkayan de gelê kurd bi êrîş, komkujî, koçberî û xizaniyê re rû bi rû man. Dixwazin pergala jiyana alternatîf ji holê rakin. Dewletên emperyal dixwazin Rojhilata Navîn ji nûve dîzayn bikin. Li dijî kurdan herdemê hêzên komploger di dewrê de ne û di sala 2019’an de jî ev yek qirkirina li dijî gelan derket holê.”

‘NATO’yê li dijî kurdan bi awayekî veşarî peywir daye dewleta tirk û çeteyan’

Bi domdarî jî Farisogullari diyar kir ku li Rohilata Navîn şer di navbera hêzên modernîteya kapîtalîst û modernîteya demokratîk de pêk tên û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo gelên herêmê tenê bername û modela têkoşîna gelên Kurdistanê heye. Gelê kurd dixwaze li Rojhilata Navîn pergalek nû bi afirîne û ji bo vê yekê jî li dijî pergala demokratîk êrîş pêk tên. Ji ber ku li herêmê tu hewldan û çareserkirina pirsgirêkan tuneye. Gelek balkêşe ku dema xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate dagirkirin jî hinek welatan bi şermok dagirkirin şermezar kir. Lê belê em baş dizanin ku li pişt perdê ev hêz hene. NATO bi awayeke fermî li dijî kurdan şer nake,  lê belê bi amayek fermî ev peywîr daye Tirkiyeyê û çeteyên li gel wan. Li dijî van êrîşan jî berxwedana gelê kurd gelek girîng û giran biha bû. Li ser vê bingehê li seranserî cihanê her kes derket qadan û ev berxwedana neteweyî pîroz kir û cihê xwe li ba gel girtin.”

‘Li Lîbyayê bi pêşengiya Tirkiyeyê aloziyeke nû avakirin’

Têkildarî şerê li Lîbyayê jî Farisogullari ev nirxandin kir: “Tirkiye dixwaze li Lîbyayê jî şer û pevçûnan derxîne. Ji bo vê yekê jî zêdetîrî 500 çete şandin herêmê. Di pêşengiya Tirkiyeyê de ji bo çeteyan deriyek nû tê vekirin. Dixwazin aloziya li Sûriyeyê, ji başûrê Efrîqayê bigre heta Efxanistan û Rojhilata Navîn şer li herêman belav bike. Ji ber ku pergala kaptalîst di nava krîzek mezin de ye û ji bo vê jî dixwaze şer li her derê belav bike. Di demê pêş de dê Lîbya bibe cihê hinek pevçûnan û aloziyek mezin wê pêk bê.”

‘Em ê yekitiya xwe ava bikin’

Der barê yekitiya neteweyî  ya gelê kurd de jî Farisogullari nêrîna xwe wiha anî ziman: “Di sala 2019’an de bi awayekî hevpar yekitiya neteweyî bû mijara her çar parçeyên Kurdistanê. Gelê kurd li qadan yekitiya xwe ava kiriye. Em divê mijdarê de rexnedayîna xwe didin gelê xwe. Em ê divê sala 2020’an de bi ruhê berxwedanê yekitiya xwe ava bikin û di vî warî de gavên şênber biavêjin. Gelê kurd ji siyasetmedarên xwe encamê dixwaze û divê siyaset ji vê daxwaza dîrokî re bibe bersiv. Em ê yekitiya xwe ava bikin û bi hevre li dijî metîngeriyê têkoşîna xwe xurt bikin.”

‘Dê xeta têkoşîna me li ser bingeha şikandina tecrîdê be’

Parlamenter Mûsa Farisogullari wiha dawî li axaftina xwe anî: “Gelên Kurdistanê sala 2020’an bi şer, dagirkirin û berxwedaneke mezin pêşwazî kir. Sala 2020’an dê ji bo gelê kurd û gelê cîhanê bibe sala serkeftinê. Heta tecrîda li hemberî Rêber Ocalan neyê şikandin li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê siyaseta aram pêk nayê. Dê xeta têkoşîna me li ser bingehê şikandina tecrîdê û azadiya Rêber Ocalan bê meşandin. Heta Rêber Ocalan azad nebe, civak azad nabe. Em ê di sala 2020’an têkoşîna xwe ya li gel gelan xurt bikin, tecrîdê bişkîne û nexşerêyek ji bo azadiya Rêber Ocalan bidin nîşandan. Em ê li gel gelê şoreşger ê tirk, ereb û faris eniyek hevpar ava bikin û têkoşînê bilind bikin. Pêkanîna vanan jî peywîra partiya me û KCD’ê ya sereke ye.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar