Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...
Pazartesi - 7 Ekim 2024

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Serpêhatiya 70 salan a apê Şafî: Girtin, binçavkirin, êş û elem

Apê Şafî Hayme di 70 salên temenê xwe de gelek caran tê girtin û binçavkirin. Her wiha hema hema hemû zarokên wî tên girtin û binçavkirin. Di serî de mala wan li Farqînê tê şewitandin, gelek caran tê binçavkirin, keça wî jiyana xwe ji dest dide û 2 zarokên wî jî girtî ne

Welatiyê bi navê Şafî Hayme 70’ê salî ye. Lê 30 salên Hayme bi koçberî, girtin û li ber deriyê girtîgehan derbas bûye. Ji ber ku wêneyên li girtîgehan di albuman de hilnayên, gelek jê pê re nînin. Apê Şafî wêneyên di albûman de li ser maseyê rêz dike û yek bi yek sepêhatiya wan vedibêje. Di hin wêneyan de ew û 3 kurên xwe bi hev re di girtîgehê de ne.

Hema bêje ji malbata apê Şafî tu kes nemaye ku nehatiye girtin û di nezaretxaneyan de nemaye. Tenê kurê wan ê kerr û lal nehatiye girtin. Apê Şafî û hevjîna wî Şaîde Hayme (62) li Farqînê dijiyan û zarokên wan ên bi navên Mahmût (39), Arîf (37), Mehmet (Devrîm) (33), Bejan (31), Îbrahîm (27), Şenay (23) û Berîvan (20) li wir ji dayik dibin. Apê Şafî di salên 90’î de gelek caran tê binçavkirin û di sala 92’yan de cerdevan mala wî dişewitînin. Piştî mala wî tê şewitandin jî berê xwe dide Amedê.

Mala wan hate şewitandin

Apê Şafî serpêhatiya xwe ji MA’yê bi Arjîn Dîlek Oncel re parve dike. Apê Şafî ji bo şewitandina mala xwe wiha dibêje: “Erzaq û kincên li malê dan ser hev û agir pê xistin. Paşê li min digerin. Dê axurê me jî tevî heywanan bişewitandana. Yek ji wan derî vedike. Ji ber vê heywan xelas dibin. Ji mala me tiştek nema. Em neçar bûn ku koçber bibin. Dema em hatin Amedê jî dîsa polîsan her carê bi ser mala me de girtin. Di sala 1998’an de hatim girtin û bi qasî ku tê bîra min nêzî salekê di girtîgehê de mam. Di sala 1999’an de jî hatim girtin. Dîsa hatim berdan.”

Tevî zarokên xwe di girtîgehê ma

Di sala 2007’an de apê Şafî 6 mehan û di sala 2009’an de jî sal û nîvekê di girtîgehê de dimîne. Di sala 2010’an de dîsa tê girtin û vê carê jî dor tê zarokên wî. Kurê wî Îbrahîm Hayme di sala 2010’an de beriya bavê xwe bi çend mehan tê girtin û wî dişînin Girtîgeha Tîpa D ya Amedê. Piştî Îbrahîm, Arîf jî tê girtin û wî jî dişînin heman girtîgehê. Piştre li zarokê wî Îbrahîm 19 sal ceza hate birîn. Apê Şafî got; ‘Ez û 2 kurên xwe bi hev re di girtîgehê de bûn. Carnan min tevlihev dikir, gelo ev der mala min e yan derveye?”

Zarokên wî hatin sirgûnkirin

Zexta dewletê ya li ser malbata apê Şafî bi vê jî bi sînor namîne. Piştre jî kurê wî Bejan tê girtin û bi vê yekê re ji heman malbatê 4 kes di girtîgehê de dimînin. Piştî 3 sal û nîvan jî bav Hayme tê berdan. Vê carê apê Şafî ji bo zarokên xwe diçe girtîgehê. Paşê kurên wî ji Girtîgeha Amedê sirgûnî girtîgehên cuda tên kirin. Arîf di serî de dişînin Girtîgeha Rîzeyê paşê jî ya Baybûrtê. Bejan jî pêşî dişînin Edîrneyê paşê jî Bandirmayê. Bejan piştî 7 sal û 2 mehan tê berdan.

Bejan û Mehmet 20 sal piştre di girtîgehê de hev dîtin

Di sala 2016’an de jî kurê wî Mehmet (Devrîm) ku 18 sal berê tev li nav PKK’ê bûbû tê girtin. Mehmet Hayme jî dişînin Girtîgeha Boluyê û li wir piştî 20 salan ew û birayê xwe Bejan cara ewil hev du dibînin. Apê Şafî wiha qala wê rojê dike: “Bejan ji Amedê şandibûn Edîrneyê. Ji Edîrneyê jî şandin Bandirmayê. 6 sal şûnde cezayê wî qediya û hate berdan û çû Stenbolê. Birayê wî Mehmet di Girtîgeha Boluyê de bû. 20 salan hev du nedîtibûn. Bejan û Mehmet piştî 20 salan hev du dîtin.”

Li şûna kurê xwe cenazeyê kesekê din veşart

Keçe apê Şafî, Şenay jî di sala 2018’an de ji ber ku di rojnivîska xwe de helbesteke Mûsa Anter nivîsandiye hatiye girtin û 5 mehan di girtîgehê de maye. Keça wî ya biçûk Berîvan jî di şerekî de jiyana xwe ji dest dide. Hayme bi zor û zehmet cenazeyê keça xwe werdigire û defin dike. Ji bo kurê xwe Mehmet jî du caran gorê dikole û şînê datîne. Pêşî jê re tê gotin ku kurê wî di 2001’ê de li Çewligê jiyana xwe ji dest daye. Apê Şafî ev tişt anî ziman: “Cenazeyek dan min. Nehiştin vekim û lê mêze bikim. Me jî defin kir. Gava min xeber ji kurê xwe girt min fam kir ku me cenazeyê kesekî din veşartiye.”

Careke din cenazeyê şaş didin apê Hayme

Di sala 2008’an de dîsa tê gotin ku Mehmet di şerekî de jiyana xwe ji dest daye. Vê carê jî cenazeyekî didin apê Şafî û vî cenazeyî jî li cem cenazeyê ewil defin kiribû vedişêre. Şînê datîne û mewlûdê dide. 3 meh şûnde pê dihese ku ew jî ne kurê wî ye û jê re tê gotin ku kurê wî sax e. Lê belê kurê wî Mehmet di sala 2016’an de li Gimgima Mûşê tê girtin û wî dişînin Girtîgeha Boluyê.

‘Hevjîna min jineke wêrek û serbilind e’

Apê Şafî ku ji 7 zarokên wî niha 2 jê girtî ne û tevî hevjîna xwe û 3 zarokên xwe dijî, bilêv dike ku hîn jî ji bo jiyaneke birûmet têdikoşin. Apê Şafî wiha dibêje: “Me ji bo malê dinyayê serî netewand.” Ji bo hevjîna xwe jî apê Hayme ev tişt anî ziman: “Jineke wêrek û serbilind e. Hevjîna min nexweş e. Lê belê dîsa jî li ber xwe dide û tim û tim diçe girtîgehê zarokên xwe dibîne.”

Binpêkirinên li girtîgehan

Herî dawî jî apê Şafî bal dikişîne ser binpêkirinên li girtîgehan û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Binpêkirinên li girtîgehan zêde ne. Ev 4 meh in nikarim biçim cem kurê xwe yê di girtîgeha Boluyê de. Rewşa hewa nexweşe û ji ber vê jî naxwaze em biçin. Li her du girtîgehan jî cezayê qedexekirina nameyan, cezayê hevdîtinê û cezayê hucreyê li wan tê birîn. Her wiha di çûn û hatinê de jî em zehmetiyan dikişînin. Di her hevdîtinê de lêgerîna tazî li me tê ferzkirin. Gava hema ji ber hesinekî qayîşê jî sinyal bide me naxin hundir û ji me re dibêjin divê hûn pantorê xwe jî ji xwe bikin. Pantorekî din didin me û em ancax wisa derbas dibin. Lê em ê dev ji zarokên xwe bernedin. Me pir zehmetî dîtin. Lê bira canê zarokên me û hevalên wan sax be.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar