Piştî êrîşa hewayî ya DYA’yê ku pê generalê Îranî Qasim Silêmanî hate kuştin, hate diyarkirin li Iraqê DYA’yê êrîşeke dî ya hewayî bi ser Heşdî Şebî de biriye
Li gorî televizyona dewletî ya Iraqê di sibeha şemiyê li bakurê Bexdayê DYA’yê êrîşeke hewayî bire ser fermandarekî Heşdî Şebî.
Televizyonê nasnameya fermandarê ku bûyî hedefa êrîşê negot. Jêdereke polîsên Iraqî ragihand di encama êrîşê de mirî û birîndar çêbûne lê bîlançoyeke zelal neda.
Beriya vê êrîşê DYA’yê li Bexdayê generalê Îranî Silêmanî û fermandarekî Heşdî Şebî kuştibû.