Endama Koma Xwendinê ya Amedê Seyhan Şaşmaz anî ziman ku armanca wan parastina zimanê kurdî û balkişandina ser nivîskar û weşanên kurdî ye. Şaşmaz bang li hemû ciwanên kurd kir ku xwedî li zimanê xwe xwedî derkevin û bi kurdî bixwînin û binivîsinin
Koma Xwendinê ya Amedê piştî ku saziyên zimanê kurdî hatin girtin, ji bo parastina zimanê kurdî dest bi xwendina pirtûkên kurdî kirin. Ji endamên Koma Xwendinê ya Amedê Seyhan Şaşmaz têkildarî xebatên xwe ji MA’yê bi Fahrettîn Kiliç re axivî.
Seyhan Şaşmaz da zanîn ku di sala 2016’an de dema saziyên kurdî hatin girtin, bi 7 kesan koma xwendinê ava kirin û wiha got: “Wê demê hemû sazî û dezgehên zimanê kurdî hatibûn girtin. Me pêwistî bi xwendina pirtûkan dît. Ji bo xwendin û nirxandina pirtûkên kurdî me pêwîstî bi avakirina komeke xwendinê dît. Me xwest balê bikşînin ser xwendina pirtûkên kurdî. Niha em 15 kes in.”
‘Me xwest balê bikişînin ser weşanên kurdî’
Di berdewamê de jî Şaşmaz got ku armanca wan a yekemîn xwendina pirtûkên kurdî ye û wiha dom kir: “Me di serî de got kesên ku tev li me dibin divê bi kurmancî bixwînin. Zêde pirtûk nayên xwendin. Pirtûkên kurdî zêde bala mirovan nakişînin. Armanca me xwendina ziman e. Ji bo wê me bi dest romana pirtûkên kurmancî kirin. Me xwest 15 rojan carekê romanekê bixwînin û binirxînin. Balê bikşînin ser xwendinê, ser nivîskarên kurd, ser weşanên kurdî ji ber wê me dest bi vê xebatê kir û ev xebat çar sal in didome.”
Nivîskar jî tev li nîqaşan dibin
Şaşmaz diyar kir ku di çar salan de 54 roman û 4 çîrokên kurdî xwendine û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di serî de her hevalek pirtûkekê pêşniyar dike. Ew pirtûk tê pejirandin. Em wê pirtûkê dixwînin û 15 roj şunde dicivin. Ku nivîskar li Amedê be yan jî li derdora Amedê be, tev li me dibin û em nîqaş dikin. Tiştên erênî, neyînî. Tiştên ku em di pirtûkên de dibînin ji nivîskar re dibêjin. Em şiroveyên xwe dikin. Nivîskar jî li gorî wê bersiva me didin. Heke nivîskar tev li me nebin, em di navbera xwe de vê şiroveyê dikin.”
Dê panelan li dar bixin
Bi domdarî jî Şaşmaz daxuyand ku çar hefteyan atolye li dar xistin û wiha derbirî: “Rexnegirên beşdar bûn zanînên xwe bi me re parve kirin. Panelên me dê di 21’ê sibat, 8’ê adar û di 15’ê gulanê de jî bidomin. Mirov bi axaftin û wêjeya xwe dikare zimanê xwe biparêze. Gelek ciwanên me mixabin haya wan ji pirtûkên kurdî, ji nivîskarên kurdî tune ye. Dema qala nivîskarên kurd dikin tenê Mehmed Uzun tê bîra wan. Em dixwazin bale bikişînin ser pirtûk û nivîskarên kurdî. Weşanxaneyên me hene haya gelek kesan jê nîne. Bi vê mebestê gelek ciwan tev li me bûn me dişopînin. Em 15 kes dicivin lê em dizanin bi sedan ciwan jî pirtûk dixwînin. Bala wan jî êdî li ser pirtûkên kurdî ye û jê hezdikin.”
‘Êrîşên li dijî zimanê kurdî didomin’
Herî dawî jî Şaşmaz bal kişand ser êrîşên qeyûman ên li dijî zimanê kurdî û ev tişt anî ziman: “Heman êrîş ev sed sal in didome. Em dixwazin balê bikşînin ser wejaye kurdî. Axaftin tenê ne çareseriye. Bila ciwanên me haya wan ji wan hebe. Gelek Komên Xwendinê hene. Gelek ciwan vî karî dimeşînin. Heta li bajarê Sakaryayê jî komên xwendinê vebûne û pirtûkên bi kurdî dixwînin. Em dikarin bêjin Komên Xwendinê parastina ziman dikin. Niha li Stenbol, Wan, Cizîr û Amedê du, li Sakarya, Çewlik û Mêrdînê jî komên xwendinê hene. Par me li Qoser, Farqîn, Cizîr û Mêrdînê komên hevpar li dar xistin. Têkiliyên me bi hev re hene. Ez bang li ciwanên kurd dikim ku bi zimanê xwe bixwînin û binivîsin. Li ser medyaya civakî rûpelên me hene. Hevalên ku bixwazin tev li me bibin dikarin bibin mevanên me guhdariyê bikin û dikarin bibin endamên me.” AMED