Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Buldan: Li herêmê hevsengiyên nû çêdibin û divê kurd yekitiya xwe ava bikin

Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan di 10’emîn Konferansa Giştî ya Jinan ya HDK’ê de axivî û wiha got: “Li Rojhilata Navîn hevsengiyên nû çêdibin. Tirkiye jî parçeyekî vî şerî ye. Di vê pêvajoyê de divê pêşengên kurdan ji bo yekitiya neteweyî gav biavêjin. Ger ku gav neyên avêtin, dê înkarkirina kurdan û pelçiqandina wan bi dawî nebe.”

Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan di 10’emîn Konferansa Jinan a Giştî ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) de têkildarî rojevên heyî nirxandinên girîng kirin.

Pervîn Buldan di serî de diyar kir ku HDK’ê pêvajoya avabûna HDP’ê amade kir û di partîbûyîna HDP’ê de jî rolekî girîng lîst. Buldan destnîşan kir ku HDK dê hem bi konferansa jinê û  hem jî bi Lijneya Giştî re nîqaş û biryarên bihêz bide. Buldan got ku di her şert û mercan de HDK dê bi xebat û piştgiriya jinan re mezin bibe. Buldan da zanîn ku ew jî dê piştgiriyê bidin HDK’ê û hêvî kir ku di encama nîqaşên Lijneya Giştî de biryarên girîng bên dayîn.

‘Li Rojhilata Navîn hevsengiyên nû çêdibin’

Di berdewamê de jî Buldan bal kişand ser geşedanên li Rojhilata Navîn û wiha axivî: “Geşedanên girîng li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê diqewimin. Îro geşedanên ku rê li ber 3’yemîn Şerê Cîhanê vedikin diqewimin. Em di serdemekî ku her dewlet li gorî berjewendiyên xwe şerên nû didin destpêkirin re derbas dibin. Bi taybet jî bi tezkereya dawî ya Lîbyayê re careke din em ber bi pêvajoya 3’yemîn Şerê Cîhanê ku Tirkiye jî di nav de ye diçin. Tirkiye jî dê bibe perçeyekî vî şerî û em ê vê pêvajoyê bi hev re bijîn. Divê bê zanîn ku kuştina Qasim Silêmanî dê li Rojhilata Navîn rê li ber hevsengiyên nû veke. Cîhan niha amadekariya 3’yemîn Şerê Cîhanê dike.”

‘Şer çareserî nîne’

Buldan got ku yên ku biryara şer didin zilam in lê yên ku du caran dimirin jin in û wiha pê de çû: “Bi taybet li Rojhilata Navîn û li hemû cîhanê, em di wê baweriyê de ne ku pirsgirêk dikarin bi diyalog, muzakere û dîplomasiyê bên çareserkirin. Şer, mirin û komkujî tu pirsgirêkan çareser nake. Ji ber ku her şerekî bi xwe re şerekê din anî û bû sedema mirina gelek mirovên din.”

‘Tirkiye biryar daye ku tev li hemû şeran bibe’

Bi domdarî jî Buldan daxuyand ku di serdemekî ku şerekê dê Îran û Iraqê bihewîne de, dewleta tirk li şûna ku navbeynkariyê bike, bi biryarên weke tezkereya Lîbyayê re careke din nîşan da ku dê di nava hemû şeran de cih bigire. Buldan wiha got: “Tirkiye van biryaran bêyî gelan dide. Em dizanin ku gelên Tirkiyeyê li dijî van şera ne û gazincên xwe di asta herî jor de tînin ziman. Ji ber ku her şerek bi xwe re ji bo gelên Tirkiyeyê aloziyên nû tîne.”

‘Divê pêşengên kurdan ji bo yekitiyê gav biavêjin’

Pervîn Buldan diyar kir ku ew dizanin dema ku fîl di navbera xwe de şer dikin ên ku dê bên perçiqandin gelê kurd e û wiha berdewam kir: “Di vî şerî de jî yên ku dê bên perçiqandin kurd û jin in. Di vê serdemê de em ê careke din bikevin pêvajoyeke ku êdî bi yekitiya neteweyî ya kurd tacîdar bibe. Heta ku yekitiya neteweyî nebe, perçiqandin û înkarkirina kurdan dê bi dawî nebe. Em dixwazin ku pêşengên kurdan di sala 2020’an de gavên berbiçav biavêjin û di zûtirin dem de yekitiya neteweyî ava bikin.”

‘Ji bo sala nû em bi hêvî û bi biryarin’

Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan wiha dawî li axaftina xwe anî: “Me di sala 2019’an de êşên mezin kişandin. Di serî de jin, her kesê ku ji bo kurdan azadî û demokrasî dixwest rastî êrîşên AKP’ê hatin û girtin. Ji bo sala nû bêguman em bi hêvî û bi biryarin. Pêwîstiya me bi yekitiya jinan heye ku mil bidin milên hev û bi hev re têbikoşin. Dema ku em têdikoşiyan, hevalên me yên li girtîgehan jî gelek alîkarî dan me. Em ji konferansa xwe, di serî de Sebahat Tuncel, Fîgen Yuksekdag, Selma Irmak, Çaglar Demîrel, Gultan Kişanak û Aysel Tugluk, hemû heval û rêhevalên me yên li girtîgehan re silavan dişînin. Ez wan bi rêz û hezkirinên xwe silav dikim. Têkoşîna ku em didin dê bibe wesîleya azadiya wan. Hêvîdarim ku ev serdem bibe serdemeke azadiya jinan, wekheviya zayendî û aştî û demokrasiyê.” ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar