Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...
Perşembe - 19 Eylül 2024

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Ji bo Idlibê amadekariyên şer: Rûsya û rejîm li ber deriyê HSD’ê ne

Tê payîn ku şerê li Idlibê yê di navbera rejîma Sûriyeyê û komên çeteyên girêdayî dewleta tirk de gurtir bibe. Li gorî çavkaniyan, Rûsya dê di demekî nêz de şandeyeke Rêveberiya Xweser vexwîne Şamê. Çavkaniyan destnîşan kir ku Rûsya û rejîm ji bo ku tev li şerê Idlibê bibin, dê daxwaza xwe pêşkeşî HSD’ê bike

Operasyonên rejîma Sûriyeyeyê yên li dijî Idlibê ku bûye xaleke xitimandinê ya şerê navxweyî yê Sûriyeyê, bi lez berdewam dikin. Bajarê ku Rûsya, Îran û Tirkiye lê bi bandor in, bûye navenda peymanên herêmî û navneteweyî. Tê gotin ku şerê li Idlibê dê di sala 2020’an de gurtir bibe.

Bajarê Idlibê di sala 2015’an de ket bin dagirkeriya koma çete ya Heyet Tehrîr El Şamê (HTŞ) ku weke ‘El Nusra’ tê zanîn. Ev kom piştgiriya xwe ji dewleta tirk digire. Ji vê salê ve ev bajar di nav aliyan de dibe sedema qeyranê. Idlib ku li rojavayê bakurê Sûriyeyê dikeve, her çiqas di bin kontrola dewleta tirk û komên çete yên girêdayî de be jî, hewldanên destguhertinê yên Rûsya û rejîma Sûriyeyê qet nesekinîn. Dewleta tirk her tim bi piştgiriya NATO’yê ev helwdan vala derxistin. Lê vê yekê bi xwe re ji çareseriyê zêdetir, tenê pirsgirêkên heyî dereng xistin. Di halê hazir de pirsgirêka Idlibê veguheriye pirsgirêkekî navneteweyî. Dewleta tirk jî hewl dide ji vê rewşê sûd wergire.

Rêbaza rejîmê ya ji bo bidestxistina Idlibê

Rejîma Sûriyeyê ku ji bo rizgarkirina Idlibê di sala 2020’an de jî operasyonên xwe didomîne, li bejahiya başûrê bajar li mewziyên girîng serwer bû. Lê hêzên rejîmê di pêvajoya şerê navxweyî ku ev 9 sale didome de westiyane û ji hev ketine. Ji ber vê jî li şûna operasyonên mezin, hewl didin Idlibê bi bidestxistina parçeyên biçûk re ji destê komên çete bistînin. Bi nêzbûna serdana serokdewletê Rûsyayê Pûtîn a ji bo Tirkiyeyê re, rejîmê jî lez da operasyonên xwe. Di vê çarçoveyê de hêzên rejîm hem çeteyên HTŞ’ê û komên din û hem jî noqteyên çavdêriyê yên dewleta tirk ên 8 û 9’emîn dike armanca êrîşên xwe. Ev herêm di bin herêma ‘bê şer’ de ne. Aloziya li herêmê tevlihevtir bûye û bi vê yekê re bazariyên di navbera aliyan de jî zêdetir bûye.

Hevdîtinên di navbera Rêveberiya Xweser û rejîmê de

Rûsya têkildarî mijarê hem bi dewleta tirk û hem jî bi Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re hevdîtinan dike. Rûsya ji ber ku dewleta tirk li dijî NATO’yê weke kozekî bi kar tîne, naxwaze wê winda bike. Li hêla din jî li gorî guhertina hevsengiyan jî hewl dide têkiliyên xwe yên bi Rêveberiya Xweser re jî xurt bike. Rûsya di navbera rejîma Sûriyeyê û Rêveberiya Xweser de jî bi rola navbeynkariyê radibe. Ji bo hevdîtinan jî amadekariyan dike. Tê gotin ku  amadekariyan dike ku şandeyeke ji Rêveberiya Xweser vexwîne Şamê. Hat zanîn ku dê di hevdîtinan de mijara Idlibê jî bê gotûbêjkirin. Li gorî agahiyên çavkaniyan, hem Rûsya û hem jî rejîm dê ji HSD’e bixwazin ku tev li operasyona ku tê payîn dê li dijî Idlibê bê destpêkirin bibin.

Hindik maye ku dewleta tirk noqteyên xwe winda bike

Dewleta tirk jî ji bo pêşîlêgirtina operasyoneke muhtemel a li dijî Idlibê, careke din mijara penaberan xist rojeva xwe. Dewleta tirk di vê mijarê de ji NATO û dewletên ewropî dixwaze ku zextê li Rûsyayê bikin da ku êrîşên xwe yên hewayî yên li ser herêmê bide sekinandin. Tê ragihandin ku hindik maye ku dewleta tirk hemû noqteyên xwe yên leşkerî winda bike.

Hewldanên çeteyan

Li gorî agahiyan, ji ber êrîşên domdar ên rejîma Sûriyeyê yên li dijî komên çete, di navbera dewleta tirk, HTŞ û komên din ên çete de alozî derketiye. Hat gotin ku HTŞ û çeteyên din ên ku roj bi roj herêmên girîng winda dikin, ji bo pêşîlêgirtina vê yekê li rê û rêbazên cuda digerin. Nîşaneya vê yekê jî çûna HTŞ û komên din a ber bi bejahiya Helebê ve û bicihkirina hêzê ye. Tê îdiakirin ku HTŞ û komên din, bi armanca ku pêşî li êrîşên Rûsya û rejîmê yên li hemberî xwe bigirin, di çarçoveya van amadekiriyên xwe de careke din berê xwe bidin navenda Helebê.

Çavkanî: Nazim Daştan/MA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar