Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Pazartesi - 7 Ekim 2024

Jinên Şehbayê tecrîda li ser Ocalan şermezar kirin

Jinên Kantona Şehbayê bi daxuyaniyekê tecrîda girankirî ya li ser Ocalan şermezar kirin. Jinan diyar kir ku Ocalan nifteya çareseriya aloziya Rojhilata Navîn e û divê tecrîda li ser wî demildest bê rakirin

Yekitiya Jinên Azad a Şehbayê têkildarî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de bi dehan endam û rêveberên meclisan û jinên gundê Kefernaya yê Ehres a Şehbayê amade bûn. Çalakvanan wêneyên Ocalan hildan.

Daxuyanî ji hêla endama Rêveberiya Mala Jinê ya Kantona Şehbayê Welaa Hesen ve hate xwendin. Hesen diyar kir ku ev 21 sal e li ser dîlgirtina Ocalan re derbas dibin û wiha domand: “Ocalan bi komployeke navneteweyî hate girtin û dewletên ewropî û herêmî jî cihê xwe di vê komployê de girtin. Di 15’ê sibata 1999’an de jî Ocalan radestî dewleta tirk hate kirin.”

‘Ocalan nifteya çareseriyê ye’

Hesen destnîşan kir ku hikûmeta Erdogan a faşîst tecrîda li ser Ocalan girantir kiriye û wiha got: “Piştî nameya Rêber Ocalan a dawî ku qala bidawîkirina aloziyên li Rojhilata Navîn dikir, hevdîtina parêzeran hate astengkirin. Ocalan nifteya çareseriya aloziyên Rojhilata Navîn e û biratiya gelan û jiyana hevbeş esas digire. Lê bangên Rêber Ocalan nehatin guhdarkirin. Rêber Ocalan xwest ku alozî ne bi şer, bi diyalogê bên çareserkirin. Lê piştî vê nameyê hikûmeta Erdogan êrîşên xwe yên li dijî herêmên Rêveberiya Xweser zêde kirin. Her wiha tecrîda li ser Rêber Apo jî zêdetir kirin.”

‘Tecrîd li ser hemû gelên bindest e’

Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Ramanên Rêber Apo û felsefeya wî gihaşt hemû pêkhateyan. Gelên herêmê baweriya xew bi fikr û felsefe û projeya neteweya demokratîk anî. Em weke jinên kantona Şehbayê yên ereb, tirkmen û kurd, bi îradeya xwe ya azad bi tundî siyasetên Erdogan şermezar dikin. Tecrîda li ser Rêber Ocalan, li ser hemû gelên bindest e. Heta ku em vê tecrîdê dişikînin jî em ê çalakî û têkoşîna xwe bidomînin. Em bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan dikin ku ji bo bidawîkirina tecrîdê bikevin nava hewldanên lezgîn.”

Daxuyanî bi dirûşmên ji bo azadiya Ocalan bi dawî bû. ŞEHBA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar