Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Pazartesi - 7 Ekim 2024

HRE’yê bîlançoya 2019’an aşkera kir: 621 dagirker hatin kuştin

HRE’yê bi daxuyaniyeke nivîskî bîlançoya berxwedna sala 2019’an aşkera kir. HRE’yê da zanîn ku hêzên wan di vê salê de 252 çalakî pêk anîn û di encamê de jî 621 çete û leşkerên tirk hatin kuştin. HRE’yê diyar kir ku di temamiya salê de 9 hevalên wan jî şehîd bûne

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyeke nivîskî encama şer û berxwedana sala 2019’an bi raya giştî re parve kir.

Daxuyaniya HRE’yê wiha ye:

“Hêzên me ji bo domandina berxwedana dîrokî ya Efrînê û rizgarkirina xaka xwe ji dagirkeriya dewleta tirk û çeteyên wê, di dirêjiya sala 2019’an de çalakî û operasyonên xwe domandin. Di nav salê de hêzên me bi hejmarekê gelek zêde çalakî derbên giran li çete û leşkerên artêşa tirk a dagirker dan. Encamên çalakiyên hêzên me yên li herêma Efrîn, Til Rifat, Bab, Ezaz, Mare, Şehba û gundewarên wê wiha ne;

* Hêzên me li dijî dagirkeran bi giştî 252 çalakî pêk anîn.

* Di vana çalakiyan de 621 çete û leşker û her wiha endamên MÎTê hatin kuştin.

* Ji van kesên hatine kuştin 486 jê çete û 135 jî leşkerên artêşa tirk a dagirker û sîxurên MÎTê ne.

* Di van çalakiyan de 455 çete, leşker û sîxûrên MÎT’ê birîndar bûn.

* Ji yên birîndar 338 jê çete û 117 jî leşkerên artêşa tirk a dagirker û sîxurên MÎTê ne.

* Her wiha ji van kesan bi qasî ku hatiye zelalkirin, zêdetirî 20 kesan serçete û serbazên artêşa tirk a dagirkeran in.

* Di van çalakiyan de hêzên me dest danîn ser 35 çekên AK-47, 175 şarjorên AK-47’ê, çekekî sekvaniyê, çekekî M-240’ê, çekeke RPK’ê, 8 çekên BKC’yê û alavên wê, 3 roketavêjên RPG-7’ê û alavên wê, 15 rext, 10 dûrbîn, hejmareke amûrên pêwendiyê, dokumanên rêxistinî û alavên leşkerî.

* Di çalakiyên me de 55 çek û seyareyên leşkerî ku tang, seyareyên zirxî, motor û çekên giran jî di nav de ne hatin rûxandin.

* Artêşa tirk a dagirker di sala 2019’an de herî kêm 120 êrîşên hewayî û 15 êrîşên bejahî li ser herêmên sivîl ên Şehba û Til Rifatê ku koçberên Efrînê lê dimînin, pêk anîn. Her wiha gelek caran gundewarên herêmê topbaran kirin û ziyanên madî gihandin mal û milkê gelên herêmê.

* Di êrîşên artêşa dagirker ên bi top, balafirên şer û balafirên bê mirov de 9 hevalên me şehîd bûn.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar