Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Bilûrvan Qerejdaxî: Bilûr dermanê hemû birînan e

Bilûrvan Eliyê Qerejdaxî di zarokatiya xwe de çavên xwe winda kir. Bi windakirina çavên xwe re jî hemû heskirina xwe dide bilûrê û dest bi lêxistina bilûrê dike. Qerejdaxî wiha dibêje: “Bilûr ji bo birînê dermanê kewê ye û ji hemû derdan re birîn û bêhn e. Ji ber ku evîn, hezkirin, dîrok û xemên me vedibêje.”

Bilûr, heta niha weke estrumanekî şivanan hatiye nasîn û bi gotinên pîpikê henek pê hatine kirin. Her wiha bi flûtê ya rojavayê tê tevlihevkirin. Bilûr, heta van rojan hatiye û di orkestrayan de bi hezkirin tê guhdarkirin. Niha jî bûye estrumanekî lêxistinê ya hemdemî. Dema ku em di kuçeyên Sûr a kevnare re derbas dibûn, hunerek û çandekî bi qasî bircan kevnar û dewlemend ji lûleya bilûra kalemêrekî difûre. Ev bi hezaran sale ev çanda ku bûyî awaza gelek hestan li cihê berxwedanê bilind dibe. Ev kalemêrê ku bi bilûrê dinalîne Alî Ucun ê ji herdu çavên xwe astengdar e. Li bejna xwe cil û bergên herêmî yên bi rengê gewir û serê xwe jî bi kefiya belek pêçaye û bi bilûra xwe dinale. Li aliyekê bi bilûrê dinale li aliyê din jî bi dengê xwe yê xweş klamên dengbêjiyê distre.

Li civata Alî Ucun ciwan, jin, mêr û kalemêr kombûne û guh didin hunera kevnar. Alî Ucun ku di nava civakêde bi navê Eliyê Qerejdaxî tê naskirin, di sala 1963’yan de ji dayik bûye û ev nêzî 49 sale bilûrvaniyê dike. Qerejdaxî evînek hezar salî ya xwe bi çanda kurdan re kiriye yek û ji lûleya bilûran difûrîne. Bi bilûrê xwe berdide di nava kûrahiya dilê mirovan û di nava tiliyên xwe de vê kevneşopiyê diparêze. Ji bo ku ev hunera kevnar û dîrokî neyê ji bîr kirin dixwaze hînî ciwanan jî bike. Qerejdaxî dibêje, ger mirov hîn bibin, divê ji berî her tişt bi zimanê van awazan têbigehinin û hez bike.

Di zarokatiya xwe de çavên xwe winda kir

Qerejdaxî di sala 1970’an de dema zarok bû nexweşiyekê derbas dike û her du çavên xwe winda dike. Malbata Qerejdaxî wî li gelek nexweşxaneyan û bijîşkan digerîne, lê ji ber xizaniyê û ji bo emeliyatê pereyeke zêde tê xwestin û nikare bê emeliyat kirin. Dema ku Qerejdaxî nexweşî derbas kir 7 salî bû û niha temenê wî 58 salî ye. Qerejdaxî serpêhatiya xwe ji ANF’ê bi Denîz Îke re got û wiha dibêje; ‘Hêviya min heye ku careke din bibibîne. Lê ji bo dîtina çav, guhaztin divê û ev jî mesrefeke zêde dixwaz e. Lê tu caran min hêvî winda nekiriye. Helbet ez ê rojekê bibînim.’

Piştî çavên xwe winda dike bilûr dibe hevalê wî

Qerejdaxî piştî çavê xwe winda dike hemû heskirina xwe dide bilûrê û dest bi lêxistina bilûrê dike. Qerejdaxî bi xwe hînî bilûrê bûye û bi salan şivanî kiriye. Qerejdaxî dibêje, piştî çavê xwe winda kir wî hemû sebra xwe daye bilûrê û wiha qala jiyana xwe dike: “Ez li gundê Şahdiyê ji dayik bûm. Heta 45 saliya xwe jî li wir bûm. Ez hîna zarok bûm min nexweşî derbas kir û herdu çavên xwe winda kir. Piştî min çavê xwe winda kir hevalê herî nêzî xwe min bilûr dît û dest bi lêxistina bilûrê kir. Di ciwantî û heta berî 15 salan jî min şivantî dikir. Li gelek herêmên Amedê min şivantî kir û li ber keriyê pez min bilûr lêdixist. Dema min bilûr lêdixist keriyê pezê min jî baştir diçêrî. Dema pez ji min dûr diket min dest diavêt bilûrê û min dinalî, di nava çend kêliyan de keriyê pezê min li dora min kom dibû. Wê demê ji niha gelek xweştir bû. Ji ber hinek sedeman ez neçar mam hatim bajêr û niha li Amedê dijîm. Lê ez gelek bêriya wan rojan dikim û xwezî li wan rojan tînim.”

‘Bilûr ji birînê dermanê kewê ye’

Di berdewamê de jî Qerejdaxî anî ziman ku bilûr, çandeke pir kevnare ye û hemû nirxên kurdan di nava xwe de vedişêre. Qerejdaxî diyar kir ku divê ew vê hûnerê baş fêr bibin û bidin fêr kirin. Qerejdaxî wiha dom kir: “Bilûr ji bo birînê dermanê kewê ye û ji hemû derdan re birîn û bêhn e. Ji ber ku evîn, hezkirin, dîrok û xemên me vedibêje. Di demê berê de tenê ev amûr hebû û kurdan bi vê amûrê huner dikir. Weke vê serdemê ewqas amûr tunebûn. Tembûr hebû ew jî yek têl bû. Niha hevalê min ê herî qedîm û baş bilûra min e. Dema bêhna min teng dibe, ez aciz dibim dest diavêjim bilûrê û bi bilûra xwe dinalim. Bilûr dilê min rehet dike. Lê belê her ku diçe ev çanda kevnare winda dibe. Divê em xwedî li vê çandê derkevin û vê çandê zindî bihêlin.”

‘Dema hinek hunermendan guhdar dikim ji xwe şerme dikim’

Herî dawî jî bilûrvan Qerejdaxî ev tişt anî ziman: “Gelek hunermendên kurd hene bi kurdî dibêjin lê belê çi eleqeya wan bi çanda kurdî re tuneye. Çanda biyanî xistine nava çanda me. Dema ez wan guhdar dikim, ji xwe şerm dikim. Li dijî qirkirina çandê ez bang li hemû stranbêj û hunermendên kurd dikim ku xwe nas bikin û xwedî li çanda xwe derkevin.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar