Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Dewleta tirk biryara DMME’yê ya têkildarî girtiyan binpê dike

Demek berê DMME’yê li ser serlêdana du girtiyan ku bêyî daxwaza wan hatine sirgûnkirin, dewleta tirk mehkûmî tazmînata 6 hezar euroyan kiribû. Lê tevî vê biryarê jî dewleta tirk heman pêkanîna xwe domand. Di vê çarçoveyê de heta niha ji 32 hevşaredarên hatine girtin  24 jê sewqî girtîgehên bi sedan kîlpmetreyan dûrî bajarên lê bi cihin kirine

Girtiyên bi navên Abdulkerîm Avşar û Abdulkerîm Tekîn bêyî ku agahiyan wan hebe, ji hêla rêveberiya girtîgehê ve hatibûn sirgûnkirin. Her du girtî jî sirgûnî girtîgehên bajarên cuda ku ji malbatên wan pir dûr in, hatin kirin. Li ser vê yekê jî girtiyan îtiraz kiribûn û serlêdan kiribûn. DMME’yê jî di cotmeha 2019’an de dewleta tirk bi 6 hezar euro tazmînatê mehkûm kiribû û rewşa heyî weke ‘Binpêkirina mafê rêzgirtina ji bo jiyana malbatî’ nirxandibû. Lê tevî vê yekê jî dewleta tirk dev ji vê pêkanîna xwe berneda. Hevşaredarên HDP’î jî para xwe ji vê polîtîkayê girtin.

Hevşaredarên ku di hilbijartina 31’ê adarê de bi ser ketin, di 19’ê tebaxa 2019’an de hêdî hêdî qeyûm li şûna wan hatin tayînkirin. HDP’ê di hilbijartinê de 65 şaredarî bi dest xistibûn û ji van şaredariyan 6 jê bi hinceta namzetên wan berê bi KHK’yan hatine îxrackirin, mazbata hevşaredaran nehate dayîn. Heta niha bi giştî qeyûm tayînî 32 şaredariyên HDP’ê hatine kirin û 32 hevşaredar ji peywirê hatine dûrxistin. Ji 32 hevşaredarên ji peywirê hatine dûrxistin, 27 jê hatin girtin. Ji van hevşaredaran hevşaredarên Şaredariya Pasûrê Mehmet Fatîh Taş û Fatma Ay û hevşaredara Nisêbînê Semîre Nergîz demek berê hatin berdan. Niha 24 hevşaredar girtîne.

Ji Amedê şandin Kayseriyê

Ji ewil di 19’ê tebaxê de qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê û Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê hatin kirin. Ji hevşaredarên van şaredariyan hevşaredarê Bajarê Mezin a Amedê Selçûk Mizrakli di 22’yê cotmehê de, hevşaredara Peyasê Kezîban Yilmaz û hevşaredara Şaredariya Karazê Rojda Nazlier bi îdiaya ‘endamên rêxistinê ne’ hatin girtin. Her sê hevşaredar ji ewilî şandin Girtîgeha Tîpa D ya Amedê. 4 roj piştre jî şandin Girtîgeha Bunyan a Kayseriyê ku 563 kîlometreyan dûrî bajarên lê bi cihin.

791 kîlometreyan ji dûrî malbata wî hat xistin

Di 22’yê cotmehê de jî hevşaredara Erdîş a Wanê Yildiz Çetîn bi heman îdiayê hate girtin. Çetîn ku di serî de birin girtîgeha Wanê, piştre veguhestin Girtîgeha Osmaniyeyê ku 791 kîlometreyan ji Wanê dûr e. Hevşaredarên Şaredariya Pasûrê Mehmet Fatîh Taş û Fatma Ay jî di 16’ê îlonê de hatin girtin. Taş û Ay di serî de li Girtîgeha Tîpa D ya Amedê hatin rahigirtin. Piştre jî Taş şandin girtîgeha Osmaniyeyê ku 437 kîlometreyan ji Amedê dûre û Ay jî şandin girtîgeha Tarsûsê ku 570 kîlometreyan ji cihê lê bi cih e dûr e. Taş û Ay di danişîna yekemîn de hatin bedan.

Hevşaredara Qereyazi ya Erziromê Melîke Goksû jî di 17’ê îlonê de bi heman îdiayan hate girtin û şandin Girtîgeha Jinan a Sîncan a Enqereyê. Girtîgeha Sîncanê hezar û 27 kîlometreyan ji bajarê Goksu lê bi cih e dûr e. Dîsa hevşaredarê Colemêrgê Cîhan Karaman û hevşaredarên Geverê Îrfan Sari û Remziye Yaşar jî di 18’ê îlonê de hatin girtin û şandin girtîgeha Xarpêtê ku 631 kîlometreyan ji malên wan dûr e.

Hevşaredarên Nisêbînê

Di heman demê de hevşaredarên Nisêbînê Semîre Nergîz û Ferhat Kut jî hatin girtin. Dewleta tirk hevşaredar Nergîz şand girtîgeha Xarpêtê ku 306 kîlometreyan ji bajarê wê dûr e û hevşaredar Kut jî şand girtîgeha Wanê ku 430 kîlometreyan ji mala wî dûr e. Hevşaredar Nergîz di 15’ê mijdara 2019’an de hate berdan.

Hevşaredarên Rêya Armûşê

Hevşaredarên Şaredariya Rêya Armûşê ya Wanê Azîm Yacan û Şehzade Kurt jî di 11’ê mijdarê de hatibûn binçavkirin û piştre bi îdiaya ‘Endamê rêxistinê ye’ hatibûn girtin. Yacan û Kurt di serî de birin girtîgeha Wanê û piştre jî şandin girtîgeha Erziromê ku 378 kîlometreyan dûrî bajarên lê bi cih in.

Yek ji hevşaredarên hatiye girtin jî hevşaredara Pirsûsê Hatîce Çevîk bû ku di teqîna DAIŞ’ê ya li gara Enqereyê de keça wê û gorima wê jiyana xwe ji dest dan bû. Çevîk di 12’ê mijdarê de bi îdiaya ‘Endama rêxistinê ye’ hate girtin û şandin girtîgeha Tarsûsê ku 410 kîlometreyan ji Pirsûsê dûr e.

Hevşaredarên navçeyan şandin girtîgeha Tarsûsê

Her wiha hevşaredara Şemrexê Nalan Ozaydin di 13’ê mijdarê de, hevşaredara Stewrê Gulistan Oncu di 14’ê mijdarê de, hevşaredara Dêrikê Mulkiye Esmez di 15’ê mijdarê de û hevşaredara Qoserê Nîlufer Elîk Yilmaz jî di 9’ê kanûnê de hatibûn binçavkirin. Her çar hevşaredar jî bi îdiaya ‘Endamên rêxistinê ne’ hatin girtin û şandin girtîgeha Tarsûsê. Girtîgeha Tarsûsê 442 kîlometreyan dûrî warê Oncu, 583 kîlometreyan dûrî warê Ozaydin, 651 kîlometreyan dûrî warê Esmez û 572 kîlometreyan jî dûrî warê Yilmaz e.

Hevşaredara Gimgim a Mûşê Ulku Karaaslan jî di 18’ê kanûnê de bi heman îdiayê hate girtin û şandin girtîgeha Osmaniyeyê ku 692’yan ji bajarê Karaaslan lê bi cih e dûr e. Her wiha di heman rojê de hevşaredarê Kopê Adnan Topçû jî bi heman îdiayê hate girtin şandin Girtîgeha Turkoglu ya Gurgumê ku 700 kîlometreyan dûrî bajarê lê bi cih e.

Hevşaredarên Sûrê Fîlîz Buluttekîn û Cemal Ozdemîr jî di 23’yê kanûnê de bi heman îdiayê hatin girtin û şandin Girtîgeha Erziromê ku 317 kîlometreyan dûrî bajarê wan e. Hevşaredarên Qelqelî ya Wanê Dîlan Orencî û Yakûp Almaç û hevşaredarê Bêgirê Yilmaz Şalan jî di 9’ê kanûnê de bi heman îdiayan hatin girtin. Lê belê her sê hevşaredar sewqî girtîgehên bajarên din nekirin û şandin girtîgeha Wanê.

‘Biryareke emsal e’

Têkildarî mijarê parêzerê girtiyên bi navên Abdulkerîm Avşar û Abdulkerîm Tekîn, Sîdar Avşar diyar kir ku di ser biryara DMME’yê re 4 meh derbas bûne lê belê hîn jî pêk nehatiye. Avşar destnîşan kir ku ji bo vê biryara di wesfê biryareke emsal de ye hin serlêdan nû kirine, lê belê daxwaza wan ji bo girtî sewqî deverên nêzî îkametgaha xwe bên kirin pêk nehatiye.

Serlêdan nehatine bersivandin

Parêzer Avşar wiha bi dawî kir: “Heta niha serlêdanên me nehatine bersivandin. Di qanûnê de tê diyarkirin ku divê di nava 60 rojan de bên bersivandin. Lê ji ber nehatin bersivandin me serî li dadgeha îdarî da. Niha doz dewam dikin. Di serlêdanên din de jî biryara nehat aşkerakirin. Ango em dikarin bibêjin ku dewlet biryara DMME’yê pêk nayne, berevajî wê tev digere.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar