YPJ’ê bi daxuyaniyekê panoramaya sala 2019’an bi raya giştî re parve kir. YPJ’ê da zanîn ku sala 2019’an saleke tije têkoşîn û berxwedan bû. YPJ’ê diyar kir ku dê di sala 2020’an de jî asta berxwedana mezintir bikin
Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) der barê têkoşîna xwe ya sala 2019’an de panoramayek weşand.
Panoramaya YPJ’ê wiha ye:
“Di encama şer, têkoşîn û berxwedana vê salê de hêzên me careke din di eniyên herî pêş ên berxwedanê de fedakarî û lehengiyeke mezin raber kirin. Li ser wê bingehê;
– Li Dêrezorê di pêngava şerê tunekirina DAIŞ’ê de hêzên me di şexsê hevrê Amara û Guneş de lehengî û fedakariyeke mezin kir û cihê xwe di pêngavê de girt.
– Di pêngava têkbirina DAIŞ’ê de 52 jin û 178 zarokên êzdî, bi pêşengiya hêzên me û HSD’ê hatin rizgakirin.
– Li gel vê bi sedan jin û malbat ji çeteyên DAIŞ’ê hatin xelaskirin.
– Her wiha piştî lidarxistina konferansa YPJ’ê ya 2’yemîn, li ser bingeha jinûveavakirinê hêzên me bi dehan dewreyên perwerdeyê vekirin û bi serkeftî bi dawî kirin.
– Hêzên me bi moral û biryardariyeke mezin ji 9’ê cotmehê heya niha di hemû eniyên şerê parastina rûmetê de cihê xwe girt û li ber xwe da.
– Di pêngava têkbirina DAIŞ’ê de û her wiha di şerê Berxwedana Rûmetê de 72 şervanên me bi ruhê fedayî li ber xwe da û gihiştine asta şehadetê.
– Şervanên me di encama şerê dagirkeriya dewleta tirk de dîl ketin destê çete û leşkerên artêşa tirk.
Sala 2019 ji bo me weke saleke tijî têkoşîn û berxwedan, ji ezmûna şoreşa azadiyê ya gelan hate bidawîkirin.
Em weke Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) li ser hîmê pêşketin û şerê di herêmê de pêk tê, xwe ji bo erk û berpirsyariyên sala 2020’an amade dikin. Ji bo rûmeta mirovahiyê û parastina jinan dê têkoşîna azadiyê û pêkanîna xewn û xeyalên hevrêyên me yên şehîd bibe armanca me ya têkoşîna vê salê. Ji bo xilasiya rûmeta mirovahiyê û parastina hemû jinan dê têkoşîna me ya azadiyê heta serkeftinê berdewam bikin.”