Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Parlamentoya Iraqê bi mijara derxistina leşkerên amerîkî dicive

Parlamentoya Iraqê bi mijara derxistina leşkerên amerîkî ji Iraqê, îro bi awayeke lezgîn dicive. Ger parlamento biryara derxistina leşkerên amerîkî bide, hikûmeta Iraqê neçare ku leşkeran ji Iraqê dersînor bike

Fermandarê Hêzên Qudsê Qasim Silêmanî û lîderê Heşdî Şabî Ebû Mehdî El Muhendîs li paytexta Iraqê Bexdayê di encama êrîşa hewayî ya DYA’yê de hatin kuştin. Bi kuştina Silêmanî û El Muhendîs re, Parlamentoya Iraqê îro bi rojeveke lezgîn dicive.

Hate ragihandin ku di rûniştina parlamentoyê de dê pêşnûme biryareke ku leşkerên amerîkî ji xaka Iraqê bên dersînorkirin ji aliyê parlamenteran ve bê nirxandin û piştre jî pêşkêşî dengdanê bê kirin.

Şîblî: Êdî hewcehî bi DYA’yê nîne

Endamê Komîsyona Hiqûqê ya Parlamentoya Iraqê Ammar El Şîblî der barê mijarê de daxuyaniyek da û diyar kir ku piştî têkçûna DAIŞ’ê êdî pêwîstî bi hebûna leşkerên amerîkî ya li welat nemaye û artêşa Iraqê ji bo parastina welat têrê dike. Daxuyaniya Şîblî hema piştî banga lîderê nû Haşdî Şabî Hadı El Amîrî hat ku ji bo dersînorkirina leşkerên amerîkî bang kiribû.

Dibe ku biryara dersînorkirinê derkeve

Gelek lîderên Şîa jî piştî kuştina Silêmanî daxuyaniyên bi heman rengî dabûn. Li Iraqê nêzî 5 hezar leşkerên amerîkî hene. Li gorî artêşa Amerîkayê piraniya wan ji bo şêwirmendiyê li herêmê ne. Ger parlamento biryarekê ji bo dersînorkirina leşkerên amerîkî werbigire, hikûmeta Iraqê neçare ku vê pêk bîne. Nayê zanîn ku hikûmeta Iraqê ya ku niha di halê hazir de ji ber xwepêşandan diheje dê helwesteke çawa nîşan bide. BEXDA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar