Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Ji bilî yekitiyê tu rêyên din ên kurdan nînin’

Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk û hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî di kongreya HDK’ê de axivîn. Hevserokan diyar kir ku ji ber ku Ocalan rastiyê dibîne, îro tê tecrîdkirin. Her wiha destnîşankirin ku divê teqez di sala 2020’an de yekitiya neteweyî ya gelê kurd bê avakirin

Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) 10’emîn Lijneya Giştî li Otela Akarê didomîne. Di kongreyê de hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk û hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî axivîn.

Berdan Ozturk di kongreyê de anî ziman ku modernîteya kapîtalîst tengijiye û wiha domand: “Gelên cîhanê bi pêşengiya jinan ji Amerîkayê heta Rojava sekn û daxwazên xwe li kolanan tînin ziman. Îro jî faşîzm li dijî kurdan faşîzm tê sepandin. Ne tenê li Rojava û Bakur, li her çar parçeyên Kurdistanê li dijî kurdan dijminatiyê dikin. Bi sedan salene di vê rêyê de ne. Dema ku kapîtalîzm ditengije, xwînê dirêjîne û digire. Îro jî heman tiştan dikin. Ev 5 sal in ev zîhniyet didome. Erdogan tevî xwe, dixwaze Tirkiyeyê jî têk bibe.”

Tecrîda li ser Ocalan

Di berdewamê de jî Ozturk bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha domand: “Tecrîda li ser birêz Ocalan tê girankirin. Çima tecrîdê giran dikin? Ji ber ku birêz Ocalan alternatîfek afirand. Ev alternatîf jî li Rojava aj da. Li Rojava gel nabêjin ‘ez’. Gelên Rojava dibêjin ‘em’. Em ê li Tirkiyeyê berxwdan û rêxistiniya xwe pêk bînin. Ji ber ku birêz Ocalan rastiyan dibîne, îro tê tecrîdkirin. Ger ku em di bin sîwana HDK’ê de xwe birêxistin bikin û bikarin tecrîda li ser xwe rabikin, dê tecrîda li ser birêz Ocalan jî rabe. Divê em di sala 2020’an de yekitiya neteweyî ya kurdan pêk bînin. Ji bilî vê rêyeke din nîne. An azadî, an azadî.”

Ocalan silav kir

Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî jî bal kişand ser girîngiya rêxistinbûnê û ev nirxandin kir: “Heke fikrekî we nebe dê rêxistiniya we jî nebe. Fikr û paradîgmayeke me heye. Ez ji rêzdar Ocalan ku xwediyê van fikrane silav dikim. Em dixwazin van fikran birêxistin bikin. Kêmasiyên me hene. 10 salan me li ber xwe da. 10 salên ku me li pey xwe hiştin dê bi berxwedanê werin bibîranîn.”

‘Em xwedî paradîgmayekê ne’

Temellî wiha bi dawî kir: “Dem dema wê ye ku em vê berxwedanê bi hev re birêxistin bikin û rabin ser pêyan. Rûdanên li Rojhilata Navîn, li Tirkiyeyê ne tiştekî rasthatî  ye. Di dîrokê de rasthatin nînin. Divê em ji vê re amade bin. 10 salên ku me li pey xwe hiştine nîşan dide bê ka 10 salên li pêş me dê çawa bin. 10 salên li pey me dirêj bûn lê 10 salên li pey me dê ne ew çend dirêj bin. Kapîtalîzm dema ku di krîza xwe de dirize, bêguman dê tundiya xwe û şerê xwe geş bike. Naxwe li dijî şer, li dijî vê tundiyê divê em rêxistiniya xwe bikin. Em xwedî paradîgmayekî ne. Li Rojhilata Navîn bi aqilê konfederalîst, enternasyonaliyeke nû, derî li serdemeke nû ya enternasyonal dixe û ya ku li kongreya wan dikeve li her deverê rêxistiniya vê bike. Em bi berxwedanê hatin, niha dema wê ye ku em rêxistiniya civakê bikin û cîhanê biguherînin. Ez bawer im em ê bi hev re vê pêk bînin.” ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar