Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...
Pazartesi - 7 Ekim 2024

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

‘Ger yekitî ava nebe em ê êdî nekarin qala hebûna neteweya kurd bikin’

Parlamenterê HDP’ê Îmam Taşçier da zanîn ku dê di 18-19’ê de komxebata yekitiya neteweyî lidar bixin û hemû nûnerên kurdan vexwînin. Taşçier got ku gelê kurd yekitiya xwe ava kiriye û êdî dora siyasetmedaran e. Taşçier got; ‘Ger kurd yekitiya xwe ava nekin, dê destkeftiyên heyî jî ji dest biçin. Em dixwazin piştî komxebatê, yekitiya siyasî ya kurdan ava bikin.’

Di 5’ê kanûna 2019’an de 10 partiyên kurd bi rojeva yekitiya neteweyî li Amedê kom bûn. Tê payîn ku di 18-19’ê çileyê de jî li Amedê komxebatekê li dar bixin. Ji bo tevlîbûna komxebatê, ji hemû partî, nivîskar, saziyên civaka sivîl, sazî û dezgehên kurdan re vexwendname hatine şandin. Têkildarî mijarê parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Amedê Îmam Taşçier ji MA’yê bi Mehmet Şah Oruç û Cahît Ozbek re axivî.

Îmam Taşçier diyar kir ku xebatên wan ên ji bo yekitiya neteweyî bênavber didomin û wiha got: “Çar parçeyên Kurdistanê û dîaspora jî di nav de, di sala 2019’an de ji bo yekitiya neteweyî xebateke mezin hate kirin. Ev xebat gihişt asteke girîng. Ji bo avakirina yekitiyê, piştgiriyeke mezin heye. Gel di nava xwe de yekitiya neteweyî ava kiriye. Niha jî dora siyasetmedarane. Divê êdî yekitî veguhere mekanîzmayekê. Di dîroka Kurdistan û gelê kurd de yekemîn care ku 10 partiyên kurd tên gel hev. Ev 10 partî niha li gel hev, xebatên yekitiya neteweyî bi rêve dibin û ev ji bo kurdan pêşketineke girînge.”

‘Em dixwazin piştî komxebatê yekitiya siyasî ya partiyan ava bikin’

Taşçier da zanîn ku li Rojhilata Navîn bi hezaran sale, gel bi hevre dijîn û wiha dom kir: “Ji ber ku li Rojhilata Navîn, gelan xwe bi xwe bi rêve birin, tevlihevî çênebûye. Li îro hêzên berjewendîperest li Sûriye û Iraqê li ser dijminatiya gelan, siyasetê dikin. Li dijî yekitiya neteweyî û vê siyasetê ne. Yekitî ne li dijî dewletane. Yekitiya neteweyî xwe bi xwe bi rêveberina gelê kurde. Dewlet derbasdarin lê gel mayînde ne. Em dixwazin ku piştî komxebatê, yekitiya siyasî ya partiyên kurdan ava bikin.”

‘Em ê hemû kesî vexwînin komxebatê’

Di berdewamê de jî Taşçier bal kişand ser armancên komxebatê û wiha pê de çû: “Di vê komxebatê de em ê hewl bidin ku nêrînên hemû beşan bigirin. Em bang li hemû beşan dikin ku beşdarî komxebatê bibin. Em dixwazin hemû nûnerên neteweya kurd beşdarî komxebatê bibin. Hemû kes, saziyên civaka sivîl û nûnerên partiyên siyasî beşdar bibin. Em ê hemû kesî vexwînin komxebatê. Divê êdî di vê sedsalê de yekitiya kurdan bê avakirin. Ger yekitiya neteweya kurd neyê avakirin, bawer bikin em ê êdî nekarin behsa hebûna neteweya kurd bikin. Heya ku li Kurdistanê aştî pêş nekeve, dê aştî û aramî li ser erdnîgariya Rojhilata Navîn jî pêş neke.”

‘Ger yekitî ava nebe dê destkeftiyên heyî jî ji dest biçin’

Herî dawî jî Taşçier ev tişt anî ziman: “Dê sala 2020’an bibe sala xebata yekitiya neteweyî ya gelê kurd. Heya ku yekitiya neteweyî ava nebe, em nikarin behsa serkeftina kurdan bikin. Ger kurd di vê serdemê de nekarin yekitiya xwe ava bikin, dê heya sedsaleke din jî nekarin ava bikin. Ger ku kurd yekitiya xwe ava nekin, dê hemû destkeftiyên wan jî ji destên wan biçin. Yekitiya neteweyî, teqez divê di sala 2020’an de bê avakirin. Bi vî awayî sala 2020’an wê bibe sala kurdan.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar