Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Pazar - 29 Eylül 2024

Serokê DYA’yê Trump gef li Iraq û Îranê xwar

Serokê DYA’yê Donald Trump têkildarî biryara Parlamentoya Iraqê ya ji bo derxistina leşkerên amerîkî ji Iraqê daxuyaniyek da û got: “Ger bi rastî jî ji me dixwazin ku em derkevin. Ger em li ser bingeheke dostane vê nekin, em ê pêkanînên ku berê qet nedîtibûn bixin meriyetê.”

Parlamentoya Iraqê duh bi rûniştineke taybet re biryara derxistina leşkerên Amerîkayê ji Iraqê da. Li ser vê yekê serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump peyamek bi raya giştî re parve kir.

Peyama Trump wiha ye: “Ger bi rastî jî ji me dixwazin ku em derkevin. Ger em li ser bingeheke dostane vê nekin, em ê pêkanînên ku berê qet nedîtibûn bixin meriyetê. Pêkanînên li ser Îranê dê li hemberî van pêkanînan ‘kêm bin’. Li wê derê baregeheke me ya hewayî ya gelekî biha heye. Bi milyaran dolarî hate çêkirin. Heta ku zerara vê nedin me em ê jê dernekevin. Ger Îran êrîşî navendên amerîkî yên li Rojhilata Navîn bike, em ê bi rengekî mezin bersivê bidin.”

Her wiha şêwirmendê lîderê olî yê Îranê Alî Xamaney, Huseyîn Dehgan jî ji CNN’ê re axivî û anî ziman ku bersiva li kuştina generalê Îranê Qasim Silêmanî dê bi rengekî leşkerî be û li dijî navendên leşkerî be.

Serokê DYA’yê Trump jî bi lêdana li sîteyên çandî yên Îranê gef xwar û got: “Gelo mafê wan heye ku ew welatiyên me bikujin lê mafê me nîne ku em li navendên wan ên çandî bidin? Bi vî rengî nabe.

Lêxistina navendên çandî

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Trump çend roj berê li ser twîtterê gef xwar ku dê li 52 navendên çandî bixin. Êrîşên bi vî rengî jî weke sûcê şer tên dîtin. Bi 52 hedefan balê dikişîne ser 52 kesên ku di sala 1976’an de li Sefaretxaneya Bilind a Amerîkayê ya li Tehranê dîl hatibûn girtin. Wezîrê Karên Derve yê DYA’yê Mîke Pompeo li ser vê polemîkê bêyî ku gotinên Trump derew derxîne îdia kir ku dê ‘di çarçoveya qanûnan’ de lê bidin.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Mûhammed Cevad Zarîf destnîşan kir ku lêdana li navendên çandî ‘sûcê şer e’ û demokrat, dîplomatên berê û pisporên hiqûqê yên amerîkî jî nerazîbûn nîşan dan.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar