Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Bulut: Ger ku kurd aloziya heyî baş binirxînin dikarin veguherînin firsendan

Pisporê Rojhilata Navîn Faîk Bulut da zanîn ku bi kuştina Silêmanî re DYA heta astekî plana Îsraîl û Erebistana Siûdî ya şerê li dijî Îranê erê kiriye. Bulut got ku herêm ber bi şerên esaletê ve diçe û divê kurd jî di vê pêvajoyê de bi aqileke li ser partiyan tevbigerin û vê pêvajoyê heyî veguherînin firsendê

Pisporê Rojhilata Navîn Faîk Bulut têkildarî geşedanên dawî yên li Rojhilata Navîn û kuştina fermandarê Hêzên Qudsê yê Îranê Qasim Silêmanî û fermandarê Heşdî Şebî Ebû Mehdî El Muhendîs ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) bi Nacî Kaya re axivî.

Faîk Bulut di serî de anî ziman ku dewlet û hêzên serwer bi ser rêxistinên ku piştgiriya wan dikin li dijî hev şer dikin û wiha got: “Rûdanên dawî nîşan dide ku pêvajo ber bi şerên esaletê ve diçe. Gelo rewş wiha bidome? Ev ne diyar e. Şerên esaletê, şerên giran in. Di van şeran de hem dewlet bi xwe û hem jî hêzên ku piştgiriyê didinê tev li şer dibin.”

Di berdewamê de jî Bulut anî ziman ku bi salan e Îsraîl û Erebistana Siûdî plan dikin ku raste rast êrîşî Îranê bikin û wiha domand: “Lê nedikarîn DYA’yê qanih bikin. Bi kuştina Silêmanî re diyar bû ku her çiqas bi temamî nebe jî, heta astekê qanih bûye. DYA’yê bi vê bûyerê re peyam da Îranê ku dê polîtîkaya wê ya berfirehbûnê asteng bike. Her wiha xwest înîsiyatîfa ku bi destê Rûsyayê re berdaye careke din bi dest bixe. Ger DYA, Îranê kontrol bike dê bêguman gengeşiya li Iraq, Lubnan, Lîbya, Yemen û Sûriyeyê jî li gorî xwe çareser bike. Lê ger bi ser nekeve dê pevçûn bikevin asta herî bilind.”

‘Heke rejîm li Idlibê pêş bikeve dê bi artêşa tirk re bikeve şer’

Bulut piştre jî bal kişand ser geşedanên li Idlibê û ev nirxandin kir: “Heke; rejîma Sûriyeyê li Idlibê hinekî din bi pêş ve biçe, îxtîmal heye ku bi artêşa tirk re bikeve şer. Heman mijar li Lîbyayê jî derbasdar e. Li Lîbyayê hêza Hikûmeta Mutabaqatê ku Tirkiye piştgiriya wê dike gelek kêm e. Dibe ku Tirkiye hêzên xwe bişîne wir. Ev jî dê rê li ber şerê esaletê veke. Dê ev şer tenê bi hêzên Hafter re bisînor nemîne. Dê Misr, Fransa û dewletên din ên ewropî jî bikevin nava şer.”

Sekna kurdan a di vê pêvajoyê de

Herî dawî jî Faîk Bulut qala sekna kurdan a di vê pêvajoyê de kir û ev tişt destnîşan kir: “Qeyranên ku pêk tên ji bo kurdan dibin sedema firsendê û ji bo nirxandina van firsendan divê kurd polîtîkayên maqûl hilberînin. Di pêvajoyeke bi vî rengî de divê kurd bi aqilekî ser partiyan re tevbigerin. Divê kurd li gorî geşedanan her îxtîmalê baş binirxînin, bi pêngavên nerm û stratejîk  polîtîkayan bi pêş bixin. Bi rêya dîplomasiyê parastina deskeftiyên xwe bikin û hewl bidin ku maf û cihên winda kirine careke din bigirin. Heke kurd wiha bikin dikarin van qeyranan wergerînin firsendê.” STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar