Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Hûda Kaya: Li şûna perwerdeya olî divê li girtîgehan şertên jiyanî bên başkirin

Parlamentera HDP’ê Hûda Kaya bertek nîşanî protokola di navbera wezareta dadê û wezareta karên diyanetê ya ji bo perwerdeya olî li girtîgehan da û wiha got: “Îro li girtîgehan binpêkirinên mafan pir zêde ne. Divê ku desthilatdarî berî perwerdeya olî, şert û mercên jiyanî yên girtiyan sererast bike. Heta ku mafê mirinê jî ji girtiyan re pir tê dîtin.”

Protokola di navbera Wezîrê Dadê û Serokatiya Karê Diyanetê ya ji bo ku perwerdeya olî di girtîgehan de bê dayîn, di 3’yê kanûna 2019’an de hate îmzekirin. Têkildarî mijarê parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê Hûda Kaya ji MA’yê bi Erdogan Alayumat re axivî.

Hûda Kaya anî ziman ku ji ber polîtîkayên desthilatdariya AKP’ê, li şûna ciwanên oldar, milîsên kolanan û kîndar pêş xistine û wiha dom kir: “Desthilatdarî dixwaze bi van xebatan, binesaziyeke parastinê ya li dijî mûxalîfan pêş bixe. Desthilatdarî dixwaze bi vê protokola girtîgehan jî binesaziyek kîndar perwerde bike û pêş bixe. Îro li girtîgehan binpêkirinên mafan pir zêde ne. Divê ku desthilatdarî berî perwerdeya olî, şert û mercên jiyanî yên girtiyan sererast bike.”

‘Mafê mirinê jî pir tê dîtin’

Kaya diyar kir ku divê li girtîgehan, qadên ku girtiyên edlî xwe lê mijûl bikin hebin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bêguman divê hemû pêdiviyên perwerdeyê yên girtiyan bên bicihanîn. Lê ger desthilatdarî, ji bo xizmeta girtîgehan ji dil be, divê beriya her tiştî şert û mercên jiyanê û tenduristiyê yên girtiyan sererast bike. Li girtîgehan, dibin şert û mercên herî giran de, pêkanînên li dijî miroviyê li girtiyan tên ferzkirin. Ji ber ku girtî li girtîgehan nayên dermankirin, jiyana xwe ji dest didin. Her roj ji girtîgehan tabût derdikevin. Bi sedan girtî bi mirinê re rû bir û ne. Li girtîgehan bihêlin mafê jiyanê, mafê mirinê jî pir tê dîtin.”

‘Tirkiyeyeke ku divê bê dermankirin ava kirine’

Herî dawî jî Hûda Kaya ev tişt destnîşan kir: “Divê desthilatdarî berî perwerdeya olî, edalet, aştî û aramiyê pêk bîne. Ger desthilatdarî ji dil bûya, beriya her tiştî dê edalet pêk bi aniya. Ji xwe piraniya Tirkiyeyê veguheriye girtîgeheke ser vekirî. Êdî mirov ditirsin biaxivin. Desthilatdariyê bi van polîtîkayên xwe, mirov nexweş kirine. Mirov nikarin biaxivin, fikir û ramanên xwe bînin ziman. Di civakê de hêvî û  bawerî nemaye. Bi hezaran mirov gihiştine asta întîharê. Tirkiyeyeke ku divê bê dermankirin ava kirine. Niha jî radibin û dibêjin; ‘em ê mirovên di nava çar dîwaran de bi perwerdeya olî derman bikin.’” STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar