Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

HDK’ê encamnameya kongreya xwe aşkera kir

HDK’ê duh 10’emîn Kongreya Lijneya Giştî pêk anîn û îro jî encamnameya kongreya xwe bi raya giştî re parve kir. HDK’ê diyar kir ku Kongreya Demokratîk a Gelan di pêvajoyeke ku cîhana kevn têk diçe û ya nû li ber zayînê ye de, dê destûrê nede ku kevn ji temenê nû bidize. HDK’ê got; ‘HDK ku xwedî mîrateya kevneşopiya têkoşîna sosyalîst e û di heman demê de dixwaze wê derbas bike, bi gelan re dê bi ser keve.”

Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) encamnameya 10’emîn Kongreya Lijneya Giştî duh bi dirûşma ‘Kapîtalîzm, baviksalarî û faşîzm dikuje; ji bo jiyanê li ber xwe bide, xwe birêxistin bike û ava bike’ li Enqereyê li dar xist. Encamnameya kongreyê bi raya giştî re hate parvekirin.

Encamnameya 10’emîn Kongreya Lijneya Giştî ya HDK’ê wiha ye:

“Lijneya me ya giştî,  Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan ku parêzvanên têkoşîna azadiyê bûn û di 9’ê çileya 2013’an de hatin qetilkirin, bi rêzdarî bi bîr tîne û Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksek Dag ku îro ne li gel me ne û hemû girtiyên azadiyê silav dike.

Lijneya me ya giştî, piştî lijneya xwe ya giştî ya 9’emîn, hemû pêvajoyên siyasî û civakî û rewşa rêxistinî ya li Tirkiye û cîhanê û pêvajoya li pêşiya me bi berfirehi nirxandin. Lijneya me hilbijartina xwe ya hevserokatiyê kir û Meclisa Giştî nû kir.

Rejîma qesrê li pey xeyalên zindîkirina Osmaniyan e

Îro pergala kapîtalîzmê li tavahiya cîhanê di krîzekê de ye. Bi mezinbûna vê krîzê re şer û pevçûn li herêmê zêde dibin û bi pêşbirka di navbera emperyalîstan de bi ser gelan de tê. Herî dawî jî kuştina fermandarê leşkerî yê Îranê Qasim Silêmanî ji hêla DYA’yê ve, herêma me ber bi şerekî nû ve biriye. Li Tirkiyeyê jî rejîma qesrê li pey xeyalên xwe yên zindîkirina Osmaniyan e û bi komên cîhadîst ên li gel xwe re êrîşî şoreşa Rojava û destkeftiyên wê kir. Her wiha ev rejîm niha jî ji bo ku ji çavkaniyên Lîbyayê sûdê bigire û piştgiriyê bide îxwaniyan, hewl dide leşkerên xwe bişîne Lîbyayê. Li cîhanê ji ber şerê heyî gelên ku bêzar bûne êdî li Iraq, Lûbnan, Fransa û heta Îranê dest bi serhildanan kirin. Kongreya Demokratîk a Gelan jî dê bi gelên serhildêr re piştevaniya xwe xurt bike û li dijî şer daxawaza xwe ya aştiyê zêdetir bîne ziman.

Şerxwaz dibin sedeme guherandina demografyayê

Îro erdnîgariya me ji ber guhertinên demografyayê yên tên kirin, bi koçberiyeke mezin a mirovan re rû bi rû ye. Sedema vê jî krîza avhewayê ya ku serwerên cîhanê pêk anîne. Ev kesên şerxwaz ku bi şerê derdixînin re çavkaniyên xwezayî talan dikin, di heman demê de dibin sedema koçberiyeke mezin. Kesên tên koçberkirin neçar dimînin ku bi kedeke erzan bixebitin, keda wan tê çewisandin û dibin hedefa êrîşên nijadperest.

Rejîma Qesrê êdî nikare xwe li ser pêyan bigire

Rejîma Qesrê li Tirkiyeyê ji ber pirsgirêkên siyasî, îktîsadî û civakî nikarin êdî xwe li ser pêyan bigirin. Bloka AKP-MHP’ê ji bo krîzê heyî binuxumînin, di bin navê ‘bekayê’ de hîn bêhtir serî li tundiyê didin û dixwazin ku muxalefeta demokratîk bifetisînin. Li Kurdistanê şaredarên ku bi dengê gel hatin hilbijartin, di bin navê qirkirina siyasî de ji peywirê girtin, îradeya gel xesp kirin û li şûna wan jî qeyûm tayîn kirin. Lê pêvajo nîşanî me dide ku dê ev tayînkirina qeyûman tenê bi şaredariyên HDP’î re sînordar nemîne. Bloka îktîdarê di firsenda ewil de dê hewl bide şaredariyên Enqere, Stenbol û yên din jî desteser bike.

HDK dê destûrê nede ku pêşeroja gelan bê tarîkirin

Bloka AKP -MHP’ê tenê nûnerên komeke biçûk a kesên bijarte yên olîgarş in û ji bo dewlemendkirina koma xwe ya biçûk têdikoşin. Lê ji bo kedkaran jî wekî ku tinazên xwe bi wan bikin gotin; ‘Me ji bo we jestek kiriye’ û mûçeyê kêmane wekî 2 hezar û 324 lîre diyar kirin. Îktîdara ku kesên ji ber krîza aborî întîhar dikin ji nedîtî ve tê, daneyên aboriyê jî weke ku baş bin nîşan dide. Lê dê Kongreya Demokratîk a Gelan destûr nede ku pêşeroja gelan bê tarîkirin.

HDK dê li gel têkoşîna azadiyê ya jinan be

Bloka AKP – MHP’ê ku bi awayê dijminane nêzî LGBTÎ û jinan dibe, her roj li tundiya heyî yêka din lê zêde dikin. Blok ji ber vê helwesta xwe ya dijminane, tehemûlî pergala hevserokatiyê nekir û xala 6284’an a qanûna Peymana Stenbolê nexist meriyetê. Kongreya Demokratîk a Gelan di her şert û mercan de dê li gel têkoşîna jinê ya azadiyê be û piştigiriyê bide. Dê HDK bilindkirina vê ala têkoşînê wekî erka xwe ya sereke bibîne û ji bo parastina destkeftiyên jinan têbikoşe.

Em ê bi gelan re bi ser bikevin

Kongreya Demokratîk a Gelan di pêvajoyeke ku cîhana kevn têk diçe û ya nû li ber zayînê ye de, dê destûrê nede ku kevn ji temenê nû bidize. Kongereya Demokratîk Gelan ku xwedî mîrateya kevneşopiya têkoşîna sosyalîst e û di heman demê de dixwaze wê derbas bike, bi gelan re dê bi ser keve.” ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar