HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan li navçeya Başan a Îdirê li dijî artêşa tirk a dagirker çalakî pêk anî û di encamê de leşkerek hate kuştin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê der barê êrîşên hewayî yên artêşa tirk û çalakiyên hêzên wan ên li dijî artêşa tirk de daxuyaniyeke nivîskî weşand.
HPG’ê diyar kir ku hêzên wan di çarçoveya Pêngava Serkeftinê ya Şoreşgerî ku li Eyaleta Serhedê dewam dike de li navçeya Başan a Îdirê li dijî leşkerên li ser girê ewlekariyê yê qerqola Aydinlarê di 5’ê çileyê saet 16.00’an de çalakî pêk anî. HPG’ê da zanîn ku di encama çalakiyê de bi qasî ku hatiye zelalkirin, leşkerek hate kuştin. HPG’ê daxuyand ku yekîneya wan a ku çalakî pêk anî bi silametî li baregehên xwe vegeriya ye.
Êrîşên hewayî
Têkildarî êrîşên hewayî jî HPG’ê ev agahî dan: “Balafirên şer ên artêşa tirk a dagirker di 5’ê çileyê saet di navbera 15:30 û 16:00’an de li qada Karker û Girê Cehennem ên herêma Zê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê bombe barandin. Ji ber bombebaranê windahiya hêzên me nebû.” BEHDÎNAN