PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cumartesi - 23 Kasım 2024

Ji bo Silêmanî merasîm hate lidarxistin

Ji bo veşartina Qasim Silêmanî îro li Tehranê merasîma cenazeyê hate lidarxistin. Di merasîmê de bi dehhezaran kes amade bûn

Fermandarê Hêzên Qudsê Qasim Silêmanî di encama êrîşa hewayî ya DYA’yê de hate kuştin. Ji bo veşartina Silêmanî îro li Tehranê merasîmek hat lidarxistin. Di merasîmê de bi deh hezaran kesên ji gelek bajarên cuda yên Îranê hatin, amade bûn. Di vê çarçoveyê de kolanên Şoreşê û Azadiyê û yên derdora wê bi mirovan tijî bûn. Di merasîmê de alên Îran, Lubnan, Iraqê û posterên Silêmanî hatin hildan.

Lîderê olî yê Îranê Ayetûllah Alî Xamaney ji bo Silêmanî, fermandarê Haşdî Şabî Ebû Mehdî El Muhendîs û çar îraniyên din ên di êrîşê de hatine kuştin, bi erebî dia kir. Serokomar Hasan Rûhanî, serokê parlamentoyê Alî Larîcanî û Şefê Mûxafizên Şoreşê Huseyîn Salamî jî tev li merasîmê bûn.

Di merasîmê de dirûşma ‘Mirin ji Amerîkayê re’ hate qîrîn. Şefê buroya siyasî ya rêxistina Îslamî ya Filistînî Hamasê Îsmaîl Haniye jî tev li merasîmê bû. Mîna merasîma roja yekşemê ya li Meşedê Mûxafizên Şoreşê di vê merasîmê de jî li ser kamyonan li refên pêş bûn. Her wiha kefiye, gomlek û kincên din ên bi darbestan ve kirin li girseya gel belav kirin.

Li gorî televîzyona dewletê bi milyonan kes daketin qadan. Televîzyonê ev rewş bi gotina ‘Raperîneke mîna wê nehatiye dîtin’ li paytext Tehranê pêk hat, pênase kir.

Di vê navberê de li gel gefên ku her du alî li hev dixwin, rejîma Îranê piştî kuştina Silêmanî di çarçoveya peymana nukleerê de qonaxa ‘pêncemîn û dawî’ da destpêkirin. Hate aşkerakirin ku li gorî vê qonaxê hemû astengiyên li pêşiya hejmara santrîfuj a ji bo dewlemendkirina ûranyûmê hatine rakirin. TEHRAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar