PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cumartesi - 23 Kasım 2024

KCDK-E’yê ji bo bîranîna her sê jinên şoreşger bang kir

KCDK-E’yê bi daxuyaniyê bang li hemû kurdistanî, şoreşger, demokrast û alîgirên azadiya jinê kir ku di 11’ê çileyê de li Parîsê tev li meşa edalet û bîranîna sê jinên şoreşger ên kurd Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan bibin

Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK-E’yê bi wesîleya salvegera Komkuiya Parîsê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku di ser qetilkirina 3 jinên kurd ên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez re 6 sal derbas bûn û ev tişt hatin gotin: “Di şexsê têkoşîna jinên kurd de bi vê komkujiyê re êrîş li têkoşîna azadiyê ya kurdan hatiye kirin. Ev yek nîşaneya berbiçav a hêrsa dewleta tirk a li dijî kurdan e. Erdogan bi xwe fermana vê komkujiyê daye. Armanc ew bû ku kadroyên damezirîner ên PKK’ê bên tasfiyekirin.”

KCDK-E’yê di berdewamê de jî destnîşan kir ku Komkujiya Parîsê ku li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd û têkoşîna azadiyê ya jinan hate kirin, bêçaretiya dewleta tirk a qirker nîşan da û wiha dom kir: “Bi vê komkujiyê re yên ku ji wan hebû ku dê têkoşîna azadiyê ya jinan rawestînin xwe xapandin. Sê jinên kurd ên şoreşger di têkoşîna azadiyê ya gelê kurd de bûn sembol, veguherîn nirxê moralê. Sara, Rojbîn û Ronahî îro ne tenê pêşengên têkoşîna jinên kurd in, di heman demê de sê jin ên şoreşger in ku bûne sembol û tevgerên jinan ên li tevahiya cîhanê xwedî li wan derdikevin.”

‘Komkujî dê neyê nixûmandin’

Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Ne dîrok ne jî mirovahî dê nehêlin ku ev komkujî bê nixumandin. Ji bo pêkhatina hesreta azadiyê ya Sakîne, Leyla û Fîdanan, ji bo ronîkirina rastiyê û darizandina kujeran em ê têkoşîna xwe bi biryardarî dewam bikin. Em ê ji bo sê jinên şoreşger ên kurd di 11’ê çileya 2020’an de li Parîsê bin. Sara, Rojbîn û Ronahî ji bo têkoşîna azadiyê ya jinan şehîd bûn. Şopdarên wan bi sed hezaran mezin dibin û seferber dibin. Bi navê KCDK-E’yê em bang li kurdistaniyan, şoreşger, demokrat û alîgirên azadiya jinê dikin ku di 11’ê çileyê de li Parîsê beşdarî meşa edalet û bîranîna sê jin ên şoreşger bibin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar