Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Pazar - 29 Eylül 2024

Silêmanî hevsengiyên berê hejand

Dawiya sala 2019 ‘an alîgirên Îranê yên li Bexdayê balyozxaneya DYA’yê dorbeç kiribûn û êrîş birîbûn ser. Di destpêka 2020’an de jî DYA bi êrîşek dijwar bersiva Îranê da û fîgurên navdar Kasim Silêmanî qetil kir.

Hem salek nû bû hem jî mirovê ku hat kuştin ne jî rêzê bû. Pêşengên hêzên Îranê ku têkoşîna dewleta Îranê li derveyê Îranê dimeşîne bû. Polîtîkayên li Rojhilatê Navîn bi giştî Kasim Silêmanî dimeşand. Nûnerê dewleta Îranê yê derve bû. Mîlîtanek dewleta Îranê û mezheba şîayan bû. Tenê ne leşker bû. Siyaset û dîplomasiya Îranê jî li herêmê dimeşand. Ji ber vê yekê jî aktorek ne jî rêzê bû. Ji bo DYA’yê kuştina wî ne jî rêzê yê. Bi zanebûn û bi armancek hedef hate girtin. Di asta herî jor de îlana şerê ji bo Îranê ye. DYA bi vî êrîşî Îranê li derveyî Îranê hedef girt. Armanc tengkirina dewleta Îranê ye. Li derve navenda Îranê Iraq e. Ji ber vê yekê jî ji bo kuştinê Iraq hate diyarkirin.

Wê Îran bersivê bide yan na? Bide wê di kîjan astê dê bide? Ev ê bi xwe re hîn pêşveçûnên nû bîne. Piştî vê êrîşê rewşa Îranê di xeteriyê de ye. Bersiv bide wê ji bo mudaxakeyê zemînek ava bike, bersivê nede wê prestîjê winda bike. Îran çi biryar bide bila bide li holê rewşek nû heye û wê bi xwe re polîtîkayên nû û hevsengiyên nû bîne.

Êdî Iraq wek berê nabe. Berê li pişt perdê li hevhatina Îran û DYA’yê dihat bi rêvebirên. Niha êdî ev rewş nabe, yan wê alîgirên DYA’yê bi rêvebibin an jî yên Îranê. Wê aliyek teqez ji Iraqê derkeve. Di vir de rewşa kurd û suniyên ereb dê diyarker be. Hin hêzên şiî jî niha ve gefan li kurdan dixwin ku nebe alîgirên Amerîkayê. Îhtîmalek mezin heye ku li başûrê Kurdistanê nîqaşên dewlet û serbixwe jî nû ve destpê bike. Û dîsa îhtîmalek mezin e ku ev car ji aliyê DYA’yê ve jî were destekkirin.

Dîsa piştî êrîşê rewşa Tirkiyeyê ji bû mijara nîqaşê. Tirkiye dixwaze ji vê rewşê firset bibîne û ji bo êrîşê kurdan ji xwe re zemînek veke. Hezek NATO’yê dê ji bo rewşa nû bi DYA’yê re bikeve nav bazariyan. Ev bazarî jî dê li ser destkeftşyên kurdan bin. Dê rojên pêş me pêşveçûyîn hinek din zelel bibin.

Kuştina hîn kesan hene ne jî rêzê ne, bi xwe re gelek pêşveçûyînan tînin. Welîhadê sirbî bi xwe re şerê cîhana yekemîn anîbû. Kasım Silêmanî jî dê bi xwe re geşbûn û mezinbûna şerê cîhana sêyemîn bîne. Êdî hêdî hêdî dewlet tev li vî şerî bibin. Çareserî heye!

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar