Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Amed: Bi hezaran Sara, Leyla û Fîdan derketin holê

 

Endama Konseya Leşkerî ya YJA Starê Rojda Amed şoreşgerên jin ên li Parîsê hatin qetilkirin bi bîr anî û wiha got: “Dibe ku ji aliyê fîzîkî ve ji nava me çû bin, lê belê bi hezaran Sara, Leyla û Fîdan derketin holê.”

Ji damezrînerên PKK’ê Sakîne Cansiz (Sara), nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan (Rojbîn) û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez (Ronahî) di 9’ê Çileya 2013’yan de li paytexta Fransa Parîsê ji aliyê endamê MÎT’ê Omer Guney ve hatibûn qetilkirin.

Endama Konseya Leşkerî ya YJA Starê Rojda Amed bi wesîleya 7’emîn salvegera komkujiya Parîsê ji ANF’ê re axivî.

Amed di şexsê Sara, Rojbîn û Ronahî de hemû şehîdan bi mînetdarî bi bîr anî û komkujiyê bi tundî şermezar kir.

Amed anî ziman ku dewleta tirk di sala 2013’yan de tengav bû, lewma xwestiye bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hin hevdîtinan bike û wiha got: “Ji ber ku dewlet di gelek mijaran de xitimî bû. Pêvajoya şerê gel ê şoreşgerî weke ku tê zanîn li Kurdistanê rêveçûna şer guhertibû û bi ruhê fedayî li qadên şer welê li dijmin hatibû kirin ku nikaribe xwe tevbide. Bi çalakiyên gerîla, bi taktîkên cuda yên çalakiyan dijmin gelekî tengav bûbû. Di vî şerî de dijmin windahiyên giran da. Rêberê me xwest bi rengekî rast vê pêvajoyê bişopîne û binirxîne. Ji bo pêkhatina pêvajoyê Rêberê me hin gav avêtin. Di demeke wiha de ku bi Rêberê me re hevdîtinên krîtîk hatin kirin, Komkujiya Parîsê kirin. Ji aliyekî ve xwestin bi Rêbertî re hevdîtinan bikin, li aliyê din jî komkujî xistin dewrê. Bêguman divê hedef û wateya vê yekê baş bê fêhmkirin. Ji aliyekî ve hevdîtin hebû, lê li aliyê din sê hevrêyên me yên jin bi rengekî namerdî şehîd xistin. Bi Komkujiya Parîsê re xwestin pêvajoya çareseriya siyasî ya ku Rêberê me da destpêkirin sabote bikin.”

‘Sara çanda berxwedanê ya Dêrsimê bû’

Di berdewamê de Amed destnîşan kir ku li gel vê yekê jî Ocalan bi biryardariyeke mezin hewl da pêvajoyê bimeşîne û got ku Ocalan bi têkoşîna xwe nîşan daye ku tu tişt nikare wan qels bike û di vê çarçoveyê de nêzî pêvajoyê bûye.

Amed ragihand ku qetilkirina her sê hevrêyên wan ji bo tevgera jinê windahiyeke giran bû û ev tişt anî ziman: “Rêbertî ji bo hevala Sara digot, ‘Têkoşîna Sara têkoşîna min e’. Dema ku ev komkujî pêk hat Rêberê me li ser komkujiyê nirxandinek kir û destnîşan kir ku ev komkujî li dijî gelê Dêrsimê komkujiyeke duyemîn e. Hevala Sara ji Dêrsimê bû û ji çanda berxwedanê ya Dêrsimê hatibû. Dibe ku mînaka herî mezin a zindî ya vê çanda berxwedanê bû.”

Di axaftina xwe de Amed destnîşan kir ku di kesayetiya Sara de hewl dan derbê li jinên azad û berxwedêr bixin û wiha pêde çû: “Bi vê gavê re xwestin hem derbê li Rêbertî bixin, hem li tevgerê hem jî li tevgera jinê bixin. Ji ber vê yekê ev êrîş ji aliyê dijmin ve bi berfirehî hate hesabkirin û ji bo derbeke giran li tevgera me bixin hate kirin.”

‘Rojbîn û Ronahî pêşeng bûn’

Amed ji bo kesayetiyên têkoşer ên Fîdan Dogan (Rojbîn) û Leyla Şaylemez (Ronahî) jî ev tişt anî ziman: “Hevala Rojbîn di asteke girîng de karên civakî û dîplomatîk dikir. Hevala Rojbîn bi sekn, tevlibûna xwe û lêgerîneriya xwe ya ji bo gelê xwe dihate naskirin. Li ser vê bingehê têkoşîneke rast dimeşand. Bêguman bi vê êrîşê re xwestin derbê li karên dîplomasiyê jî bixin. Hevala Ronahî hevaleke ciwan bû, bi coşeke mezin a ruhê şoreşê li qadên ciwanan dixebitî. Hevala Ronahî bi sekna xwe pêşengiya şoreşgerî ji ciwanan re dikir.”

‘Em bi şehadetan qels nabin’

Her wiha Endama Konseya Leşkerî ya YJA Starê Rojda Amed axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Hevala Sara bi jiyan, têkoşîna xwe ji bo me pîvana jiyana azad e. Rastiya wê ji bo me pîvana berxwedan û têkoşînê ye. Bi vê êrîşa namerdî re dibe ku dijmin hevala Sara bi awayekî fîzîkî ji nava me biribe lê belê bi hezaran Sara, Leyla û Fîdan derketin holê. Bi hezaran milîtanên fedayî hene ku li ser şopa wan dimeşin. Dijmin tu carî bi şehadetan nikare me qels bike. Piştî her şehadetê hêrsa me ya li dijî dijmin zêdetir dibe, daxwaza me ya ji bo têkoşînê xurtir dibe û biryardariya me mezintir dibe. Em tevgereke welê ne ku bi van nirx û hestan hene. Dijmin çiqasî bi rengekî qirêj êrîş dike bila bike, xeta me ya berxwedanê ya li ser şopa şehîdan mezin dibe her tim bersiva pêwîst da, wê bide. Çi dibe bila bibe em ê li dijî hemû êrîşan li ber xwe bidin û li ser şopa şehîdan her bimeşin. Bi navê gerîlayên YJA Starê bersiva me wê her tim mezinkirina berxwedan û têkoşînê be. Em ê mîrateya berxwedanê, ala berxwedanê ya şehîdên xwe bi şer û têkoşîna xwe bi ser bixînin. Bi sekneke hîn bi xurt û bi ruhekî fedayî em ê beşdarî têkoşînê bibin, tola şehîdên xwe hilînin û bi xurtkirina berxwedanê bi ser bikevin.” BEHDÎNAN 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar