PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cumartesi - 23 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Kuştina Silêmanî û hevsengiyên li Rojhilata Navîn

Piştî kuştina Qasim Silêmanî, rageşiya di navbera DYA-Îranê de zêde bû û ev rageşî dike ku hevsengiyên li Rojhilata Navîn bên guherandin. Tê gotin haya Rûsya û Îsraîlê ji vê sûîqastê hebûye

Piştî DYA’yê li Iraqê Fermandarê Hêza Qudsê ya Artêşa Muhafizên Şoreşê ya Îranê Qasim Silêmanî kuşt, li Rojhilata Navîn Şerê Cîhanê yê Sêyemîn ber bi asteke din ve çû û li herêmê rageşiya di navbera DYA-Îranê de zêde bû. Rayedarên payebilind ên DYA’yê ne li benda êrîşeke wiha bûn û her wiha ji bo tolhilgirtina Îranê jî tiştên tê gotin tenê texmîn in. Kuştina ‘koordînatorê Rojhilata Navîn’ ê Îranê Silêmanî, di heman demê de qada Iraq û Sûriyeyê ji nû ve sincirand.

Gava di sala 2011’an de li Rojhilata Navîn şerên navxweyî dest pê kirin Îranê jî xwest di van şerên navxweyî de rol bigir û bi projeya ‘Heyva Şiîtiyê’ daket qadê. Fermandariya Hêza Qudsê ya Artêşa Muhafizên Şoreşê ya Îranê ev peywir girt ser xwe. Ev sazî polîtîkayên derve yên Îranê pêk tîne û serokê vê jî Qasim Silêmanî bû. Silêmanî, serokê projeya avakirina Heşdî Şabiyê bû jî û her wiha yê ku li Sûriyeyê Hîzbûllahê daxilî nav şer kir jî ew bû, yê ku li Yemenê Hûsî derxistin pêş, yê ku li Lubnan û li herêmên din projeyên Îranê berbiçav kirin jî ew bi xwe bû. Yanî li Rojhilata Navîn ê ku DYA’yê ditengijand yek jê jî Silêmanî bû û ji bo Îranê gelek mewzî û sîper bi dest xistibûn.

Tiliya Rûsya û Îsraîlê ya di sûîqastê de!

Piştî êrîşa li hemberî Balyozxaneya DYA’yê ya li Bexdayê, sûîqasta Silêmanê pêk hat û ev sûîqast bû sedem ku hevseng û têkiliyên li Iraqê dîsa bi paş ve biçin. Her çend ji bo vê sûîqastê tê gotin DYA xwestiye bêje ‘dev ji Iraqê berde’ jî, lê belê tê gotin wê Îran nifûza xwe ya li Îranê zêdetir bike. Tê gotin haya Rûsyayê ji vê sûîqastê hebûye û di hevdîtina Rûsya û DYA’yê ya li Tel Avîv a Îsraîlê de li ser vê yekê li hev kirine ku di 25’ê Hezîrana 2019’an de pêk hatibû. Li gorî agahiyên ji wê hevdîtinê bi dest ketin, her du hêz jî ji bo kêmkirina hêza Îranê ya li herêmê li hev kirine. Yanî her du hêzan xwestiye pêşî li Iraq û Sûriyeyê hêza Îranê bê kêmkirin.

Li Rojhilata Navîn, DYA bêyî haya Îsraîlê gavekê jî navêje û ji ber vê îhtîmala ku tiliya Îsraîlê di kuştina Silêmanî de heye jî zêde ye. Jixwe daxuyaniyên Îranê yên ji bo DYA û Îsraîlê jî îşaret bi vê yekê dikin.

Piştî vê pêngava DYA’yê Îranê jî kartêkariya xwe ya li herêmê xist dewrê û kir ku meclisa Iraqê tev bigere. Piştî sûîqastê 2 roj şûnde meclisa Iraqê li hev kom bû û biryar girt ku hêzên DYA’yê ji Iraqê derkevin. Her wiha meclisa Iraqê peymanên ewlehiyê yên bi DYA’yê re jî hemû betal kirin û niha hewl dide vê yekê ji Neteweyên Yekbûyî (NY) re bişîne.

Li Iraqê 9 binkeyên leşkerî yên DYA’yê û nêzî 5 hezar leşkerên wê hene û niha ev yek bûye cihê nîqaşê ku dê leşkerên xwe bi çi awayî ji Iraqê derxe. Ev biryar bû sedem ku hebûna DYA’yê ya li Iraqê di pozîsyoneke ‘dagirkeriyê’ de bê nirxandin. Piştî vê Koalîsyona Navdewletî jî ragihand ku wan perwerdehî û desteka ji bo hêzên Iraqê rawestandiye. Îjar tişta bûye cihê meraqê jî di van şert û mercan de liv û tevgerîna DYA’yê ye.

Bexda û Dêra Zor

Gelek kes dibêjin ku wê Îran bêbersiv nemîne û awayê bersivdayînê bûye cihê nîqaşan. Her wiha qadên mîsîlemeyên muhtemel jî Iraq û Sûriye dixuyên. Piştî vê li Bexdayê binkeyên koalîsyonê yên DYA’yê qilqilîn û li Sûriyeyê jî li herêma Dêra Zorê liv û tevgerek çê bûye. Tê gotin Îranê li van deran dest bi amadekariyan kiriye û wê çalakiyên leşkerî pêk bîne.

Rewşa Heşdî Şabî

Tiştekî din jî ew e ku tê gotin ji bo vekişandina DYA’yê wê çalakiyên li Iraqê girantir bibin. Wê bi vî awayî zorê bidin DYA’yê. Tê gotin wê DYA jî li gor tişta tê kirin tev bigere. Wisa xuya dike dê Heşdî Şabî hîn bêtir bibe hedefa DYA’yê.

Dê tesîreke çawa li herêmê bike?

Îhtîmala ku dê rageşiya di navbera DYA-Îranê de bibe cihê şerekî mezin qels e. Lê wê rageşiya di navbera her du dewletan de zêde bibe. Û wê pêngavên siyasî û leşkerî yên ji ber vê rewşê bi her awayî geşedan û qewimînên li Rojhilata Navîn xurtir bike. Her wiha wê rageşiya di navbera DYA-Îranê de tesîrê li rewşa Rûsya û Tirkiyeyê jî bike. Niha her çi qas hemû hêz bi tevdîr tev bigerin jî, lê dibe ku hevsengiyên li Rojhilata Navîn dîsa serobino bibin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar