Komîteya Rêveber a PKK’ê bi wesîleya salvegera komkujiya Parîsê daxuyaniyek da û diyar kir ku berpirsyarê Komkujiya Parîsê MÎT a tirk, rêveberî û hikûmeta AKP’ê bûn.
Komîteya Rêveber a PKK’ê bi wesîleya 7’emîn salvegera Komkujiya Parîsê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de PKK’ê diyar kir ku tevî li ser komkujiya hovane heft sal derbas bûne û her tişt zelal e edaleta Fransayê hîn jî darizandin nekiriye û kujer ceza nekiriye.
Daxuyaniya Komîteya Rêveber a PKK’ê wiha ye:
“Em di salvegera heftan a Komkujiya Parîsê de ne ku ji aliyê rêveberiya Tayyîp Erdogan ve di 9’ê Çileya 2013’yan de bi rengekî plankirî û rêxistinkirî hate kirin. Li her cihî çalakî pêk tên ji bo şermezarkirina komkujiya hovane û bîranîna şehîdan. Em jî beriya her tiştî yên ku ev komkujiya li dijî mirovahiyê kirine û dane kirin bi hêrs şermezar dikin; her sê şoreşgerên jin ên şehîdên hêja yên komkujiyê, ji damezrînerên partiya me PKK’ê hevrê Sakîne Cansiz (Sara), milîtanên hêja yên partiya me hevrê Fîdan Dogan (Rojbîn) û Leyla Şaylemez (Ronahî) bi rêz, hezkirin û minet bi bîr tînin. Em careke din soz didin; têkoşîna xwe ya azadiyê ku wan jiyana xwe feda kirin, hîn bi xurtî bimeşînin û serketinên mezin biafirînin.
Tevî ku di ser komkujiya hovane re heft sal derbas bûne û her tişt aşkera û zelal e, edaleta Fransayê hîn jî darizandin nekiriye û kujer ceza nekiriye. Yên ku Fransayê bi rê ve dibin maf û edalet kirine qurbanê berjewendiyên madî. Ji ber vê yekê, em rêveberî û sîstema dadgeriyê ya Fransayê ya ku ev komkujiya hovane mehkeme nekiriye careke din şermezar dikin. Em dixwazin her kes zanibe; nedarizandina vê komkujiyê yek ji sedemên afirandina DAIŞ a hov e ku xwîna kurdan, fransiyan û mirovahiyê rijandiye.
Aşkera bû ku Guney fermana komkujiyê ji MÎT’ê girtiye
Weke ku tê zanîn, bûyera qetilkirina sê şoreşgerên kurd ên jin di nava çend mehên destpêkê de bi temamî aşkera bû. Kujer Omer Guney hate girtin, bi rengekî zelal aşkera bû ku endamekî MÎT a tirk e, fermana komkujiyê ji MÎT a bi rêveberiya Hakan Fîdan wergirtiye û biryara komkujiyeke bi vî rengî jî ji aliyê hikûmeta TC a bi serokwezîrtiya Tayyîp Erdogan ve hatiye standin. Jixwe Tayyîp Erdogan û Huseyîn Çelîk di daxuyaniyên xwe yên der barê bûyerê de hema bêjin li vê rewşê mikur hatibûn. Bi kurt û kurmancî berpirsyarê komkujiyê MÎT a tirk, rêveberî û hikûmeta AKP’ê bûn. AKP a ku piştgiriyê dide DAIŞ’ê û ji Roboskî heta Til Rifatê komkujî li kurdan kir, bi van komkujiyên xwe jî nav daye, ne tiştekî nayê fêhmkirin e ku li Parîsê sê şoreşgerên jin bi rengekî hovane qetil bike. Lê belê rêveberî û dadgeriya Fransayê ev rastî ji nedîtî ve hat û bi nedarizandina komkujiya Parîsê re bû deyndarê edaletê yê kurdan û mirovahiyê.
Gelo hiqûqa Fransayê komkujiyeke ew çend aşkera çima nedarizand? Xuya ye bersiva vê pirsê hem gelekî zelal e hem jî gelekî giran û bi êş e. Ji ber ku sedem ew e ku sê jin ên hatin qetilkirin kurd in û şervanên azadiyê ne. Gelo sûc û komkujiyên li kurdan tên kirin li ku hatine darizandin ku li Fransayê bên darizandin! Komkujiya Parîsê ev rastiya kurdbûnê û rastiya cîhanê bi rengekî aşkera careke din raxist pêş çavan. Mixabin di serî de kurd û fransayî, mirovahiyê bi temamî zirareke mezin ji vê rewşê dîtin.
Eger kiryarên komkujiya Parîsê bihatina darizandin dê komkujiyên din nebûna
Bi vê wesîleyê hêja ye ku mirov van rastiyan destnîşan bikin: Ger Komkujiya Parîsê bi rengekî giran bihata darizandin, wê demê çetetiya DAIŞ’ê dê ewqasî bi bandor nebûya û ewqasî zirar nedabûya mirovahiyê. Ger Komkujiya Parîsê di dema xwe de bihata darizandin û sûcdar bihatibûna cezakirin, wê dewleta TC’ê nekarîbûya Efrînê dagir bike, di 9’ê Cotmeha 2019’an de nekarîbûya êrîşê bibe ser rojavayê Kurdistanê, wê nekarîbûya Girê Spî û Serêkaniyê dagir bike û li van deveran komkujiyê bike. Ger Komkujiya Parîsê bihata darizandin û kujer bihata cezakirin, wê dewlet TC nekarîbûya leşkeran bişîne Lîbyayê, wê rêveberiya DYE’yê nekarîbûya bi fuzeyan li balafirgeha Bexdayê mirovên jê hez nake bikuje, wê Rojhilata Navîn û mirovahî niha neketibûya nava tengavî û zexta şerê DYE-Îranê. Ger Komkujiya Parîsê bihata darizandin û sûcdar bihata cezakirin wê komploya navneteweyî ya di 9’ê Cotmeha 1998’an de li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kir nekarîbûya dewam bikira, lewma wê Kurdistan û Rojhilata Navîn bi vî rengî nebûya bêçare û gola xwînê.
Aşkera ye ku Komkujiya Parîsê ya di 9’ê Çileya 2013’yan hate kirin gelekî girîng e û bandoreke xwe ya diyarker û aşkera li ser bûyerên ku ji hingî ve diqewime heye. Têkoşîna azadiyê ya ku gelê kurd û dostên wan bi taybetî jî jinan di nava heft salên komkujiyê de meşandin, ev rastî aşkera kiriye. Her wiha cîhanê hebûna gelê kurd û têkoşîna wan a azadiyê ya li ser xeta fedayî nas kir, mîna ku di çalakiyên 2’yê Mijdarê Roja Rojava ya Cîhanê de hate dîtin piştgirî ji mirovên bindest hemûyan wergirtin. Ev yek ji bo kurdan û serketina têkoşîna wan destketiyeke herî mezin a dîrokî ye.
Ji ber ku feraset û siyaseta qirker û mêtinger a mêrserwer û dijminatiya kurdan dike li Parîsê nehate darizandin, kujerên faşîst û qirker êrîşên xwe îro jî didomînin. Wekî ku desthilatdariya faşîst a AKP û MHP’ê êrîşên xwe yên li Rojava didomînin. Desthilatdariya faşîst êrîşên xwe yên leşkerî heta Lîbyayê berfireh kirine. Rêveberiya DYE îradeya siyasî ya gelên Rojhilata Navîn tune dihesibîne û leşkeran dişîne her dera herêmê, li gorî berjewendî û daxwaza xwe dixwaze herêmê ava bike. Îran û Tirkiye di serî de dewletên netewe-dewlet ên li herêmê bi avadaniyên xwe yên dîktatoriyal pêşiya demokrasiyê digirin û kêşeyên nû çêdikin.
Em li dişî Şerê Sêyemîn a Cîhanê ne
Gelên herêmê û hemû mirovayetî bi hêviya azadî û demokrasiyê dikevin sala 2020’an. Hêzên ku li Rojhilata Navîn kêşeyan ava dikin û rê li ber krîzan vedikin, niha jî bi vî şerî dixwazin krîz û kaosê derbas bikin, lê ev jî ne mumkun e. Wê bi şer re nikaribin bibin hêza çareseriyê. Em kurd û gelên herêmê li dijî şerê cîhanê yê 3’emîn in a ku li ser me tê ferzkirin. Em naxwazin ku hêzên derve yên hegemonîk bi vî awayî mudaxeleyî Rojhilata Navîn bikin. Divê netewe-dewletên li herêmê ji demokrasiyê re amade bin û girîngiyê bidin îradeya gelan. Em PKK li ser esasê van tiştan têkoşîna azadî û demokrasiyê didin meşandin û li gorî me çareseriya kêşeyan bi demokrasiyê dikare pêk were. Em diyar dikin ku bi pergala konfederalîzma demokratîk a xwe ku dispêre xweseriya demokratîk a paradîgmaya Rêber Abdullah Ocalan dikare van kêşeyan çareser bike. Em bang li hemû bindestan dikin bila vê pergalê nas bikin û nîqaş bikin.
Diyar e ku mirovayetî bi şer ketiye sala 2020’an. Hin hêzên herêmî û global dixwazin berjewendiyên xwe li ser hemû kesan ferz bikin û her kesan bikin dûvika xwe. Bêguman PKK û gelê kurd wê xwe nede pişt tu hêzan. Em ê bi yekitiya gelê Tirkiyeyê re, li Rojhilata Navîn pêşiya demokrasiyê vekin, faşîzma AKP û MHP’ê hilweşînin, Tirkiyeyê demokratîk bikin û Kurdistanê jî azad bikin. Em ê vê têkoşîna pîroz bigihînin serfiraziyê, bîranîna şehîdan bidin jiyîn û em ê hedefên wan bi cih bînin.
Li ser vî esasî di salvegera heftemîn a şehadeta rêhevalên me Sara, Rojbîn û Ronahî û di salvegera şehadeta rêheval Rûbar, Halîl û Mûrat de yên ku di 6’ê Çileya 2017’a de li Herêmên Parastinê yên Medyayê de şehîd bûbûn, em wan bi hurmet bi bîr tînin. Di şexsê rêheval Sara û Rûbar de em hemû şehîdên têkoşîna azadiyê bi bîr tînin û em soza xwe dubare dikin ku em ê hedefa wan a Kurdistana azad, Rêbertiya azad û jiyana azad pêk bînin. Em bang li hemû rêheval, gel û dostên xwe dikin ku bila nekevin xefka hêzên serwer, bila hemû hêza xwe bidin ser hilweşandina faşîzma AKP û MHP’ê.” BEHDÎNAN