Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Parêzer Polat: Zimanê me sedema hebûna me ye û divê em biparêzin

Ji endamên Rêveber ên OHD’ê parêzer Riza Polat da zanîn ku Tora Ziman û Çandan ji bo parastina zimanê kurdî ye û divê her kesên ku ji mijara ziman xeman dixwe, piştgiriyê bide vê xebatê. Polat got ku ziman sedema hebûna mirovan e û divê gelê kurd jî li dijî polîtîkaya pişaftin û yekperestiyê, li zimanê xwe xwedî derkeve

Tora Ziman û Çandan dê di 11-12’ê çileyê de komxebatekê li dar bixe. Endamê reveberiya Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) parêzer Riza Polat civîna yekemîn a Tora Ziman û Çandan ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) bi Fahrettîn Kiliç re nirxand.

Riza Polat diyar kir ku ji roja destpêkê ya damezirandina komara tirk heta niha dewleta tirk li ser bingeha yekperestiyê polîtîkaya xwe meşand û wiha got: “Heta demekî me kurdan çand û zimanê xwe parast. Ji ber ku hêj teknolojî neketibû malên me, qet nebe me dikarî xwe ji wan polîtîkayên qirêj biparêzin. Lê di nava deh heta 15 salên dawî de bi zêdebûna materyalan, berxwedana li dijî vê polîtîkaya qels bû. Bi vê boneyê ye ku hewcehî bi avakirina vê torê hate dîtin. Bi rêxistineke xurt an jî bi karekî hevpar em dikarin li dijî vê polîtîkaya qirêj û yekperest bisekinin.”

‘Ziman mafê her kesî ye’

Di berdewamê de jî Polat destnîşan kir ku di komxebata Tora Ziman û Çandan de ji fikrên cuda gelek kes hene û wiha dom kir: “Têkildarî rê û rêbazên li dijî pişaftinê û xebatên hevpar nîqaşên me çêbûn. Ziman mafê her kesî ye. Jihevdûrmayîna di mijara ziman de nabe. Hemû kesên ji vê mijarê xem dixwin, fikr çi dibe bila bibe divê bên ba hev û li dijî vê polîtîkaya pişaftinê xwedî bertek bin. Em nikarin bibêjin komeleya me di mijara ziman de gavên xurt avêtine. Ev kêmasiya me hemûyan e. Lê bi avakirina Tora Ziman û Çandan re me di bin sîwaneya komeleyê de Komîsyona Zimanê Kurdî ava kir. Em dixwazin êdî rola dikeve ser milê me bilîzin.”

Xebatên amadekirina ferhengên kurdî

Polat anî ziman ku armanca wan a yekemîn ew e ku hem di hiqûqa navxweyî û hem jî di ya navneteweyî de çi mafên me yên ziman hebin, têkildarî wê raporekî amade bikin. Polat da zanîn ku di 11-12’ê mehê de jî ji komxebatê çi biryar derkevin dê bi hev re pêk bînin. Polat wiha pê de çû: “Xebata amadekirina Ferhenga Têgehên Hiqûqê ya Baroya Amedê her çiqas kêm jî be, ji bo hiqûqnasên kurd gavekî destpêkê ye. Êdî hewceye ku em bikaribin zagonên cezayî, pirtûkên cezayî yan jî hiqûqê wergêrînin kurdî û weke arşîvekî yan jî materyalekî xurt di destê me de be. Hemû odeyên pîşeyî ji îro ve di hêla teorî û akademîk de vê xebatê dimeşînibn. Pêşketinek hewce ye. Ger ne wisa be ziman dê ji destê me biçe.”

Bersiv da gotinên wezîrê dadê

Di berdewamê de jî Polat bal kişand ser gotina wezîrê dadê ku di got; ‘Kurdî zimanekî bi hezar salan e û hûn çawa dibêjin zimanekê nayê zanîn?’ û ev nirxandin kir: “Xwezî ji dil ev tişt bigota. Ne hezar sal, bi hezaran salan e ku kurdî li vê erdnîgariyê ê axaftin. Berhema vê xakê ye. Ji xwe ji ber polîtîkayên wan ên qirêj em ketin vî halî. Lê mixabin di dadgeh û darizandinan de û li girtîgehan ev yek pirsgirêk e. Ev mafekî zagonî ye.”

Bang li siyasetmedaran kir ku ziman bixin rojeva xwe

Herî dawî jî Polat ev tişt anî ziman: “Tora Ziman û Çandan ji bo civakê sîwaneke û xebatekî sivîl e. Divê her kurdekî ji mijara ziman xemê dixwe, piştgiriyê bide vê xebatê. Ziman her aliyekî jiyanê di nava xwe de dihewîne. Ger em sekneke xurt pêş bixin di wê baweriyê de me ku dê ev ziman neyê jibîrkirin. Kêmasiya her kesî di vê mijarê de heye. Ez bang li siyasetmedaran dikim ku mijara ziman bixin rojeva xwe û di nava civakê de vê hişmendiyê ava bikin. Em bi zimanê xwe hene. Cudahiya me ya ji qewmên din ev zimane ye. Kurdî xwedî dîrok, çand û wêjeyekî xurt e. Ez bang li hemû civakê dikim ku xwedî li zimanê xwe derkevin û tirkî nexin nava mala xwe. Ger ku ziman ji destê me biçe, berxwedana me jî vala derdikeve.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar