Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Qeyûm gel dişêlîne: Li Amedê buhayê avê ji sedî 330 hate zêdekirin

Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Hasan Basrî Guzeloglu li navenda Amedê buhayê avê ji sedî 103 û li navçeyên wê jî ji sedî 330 zêde kir

Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Hasan Basrî Guzeloglu ku li şûna hevşaredar Selçûk Mizrakli hatiye tayînkirin, bi destpêkirina peywira xwe re karê xwe yê şêlandinê didomîne. Derket holê ku qeyûm Guzeloglu di 27’ê mijdara 2019’an de buhayê avê zêde kiriye. Hat zanîn ku qeyûm buhayê avê li navenda bajar ji sedî 103 û li navçeyan Amedê jî ji sedî 330 zêde kiriye.

Xespkar qeyûm Guzeloglu li Amedê buhayê avê yê heta 15 metrekupan ji sedî 25 zêde kiriye. Di vê çarçoeyê de buhayê avê ji 2 lîre û 64 qurişan derxistiye 3 lîre û 55 qurişan. Ji bo bikaranîna 15 metrekup avê jî ev biha ji sedî 103 bihatir kiriye. Bi vê yekê re bihayê avê ji 2 lîre û 64 qurişan derxistiye 5 lîre û 33 qurişan.

Rewşa navçeyan

Ev rewş tenê bi navenda Amedê re bi sînor nemaye bêguman. Her wiha li navçeya Erxenî, Bismil û Farqînê jî ji bo heta 15 metrekupên avê, bihayê avê lîreyek û 77 qurişan derxistiye 3 lîre û 500 qurişan. Di heman demê de ji bo bikaranîna 15 metrekupên avê ev biha ji lîreyek û 770 qurişan derxistiye 5 lîre û 250 qurişan.

Li navçeya Çêrmûg, Şankûş, Pîran, Pasûr, Gêl, Licê, Hezro, Hênê û Karazê jî heta 15 metrekupên avê buha weke ji sedî sed hatiye zêdekirin. Li gorî vê, buhayê avê ji lîreyek û 200 qurişan derxistiye 3 lîre û 450 qurişan. Ji bo bikaranîna 15 metrekupên avê jî bihayaê avê ji sedî 330 hatiye zêdekirin û ev reqem jî ji lîreyek û 200 qurişan derxistiye 5 lîre û 180 qurişan. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar