Koordînasyona KJK’ê di 7’emîn Komkujiya Parîsê de siyasetmedarên jin ên kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bi bîr anî. KJK’ê diyar kir ku dê her sê şehîdên şoreşê jî di kesayetiya xwe de bidomînin û ji bo bîranîna wan, dê xewn û xeyalên wan, hesreta wan a nîvcomayî; Kurdistana azad, jin û civaka azad pêk bînin
Koordînasyona KJK’ê bi wesîleya salvegera Komkujiya Parîsê daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin ku di 9’ê çileya 2013’an de ji pêşengên tevgera wan Sakîne Cansiz (Sara), milîtanên jin Fîdan Dogan (Rojbîn) û Leyla Şaylemez (Leyla) li Parîsê hatin qetilkirin. Koordînasyonê destnîşan kir ku ev komkujî li navenda modernîteya kapîtalîst bi komployeke navneteweyî hate amadekirin û bicihanîn.
KJK’ê diyar kir ku ev komkujî ji aliyê dewleta tirk ve hate plankirin û pêkanîn û wiha dom kir: “Di çarçoveya konsepta şerê taybet a AKP’ê de hate nirxandin û weke parçeyek ji plana zexel a tasfiyekirina hêzên azadiyê yên kurd hate bicihanîn. Ev komkujî bi fermana şefê AKP’ê Erdogan û bi destê MÎT’ê hate kirin û têkiliya xwe yekser bi operasyona jê re ‘pêvajoya aştî û çareseriya pirsgirêka kurd’ digotin re heye. Komkujî bû dewama konsepta lawazkirin, teslîmgirtin û têkbirina hêzên azadiyê û gelê kurd di bin navê pêvajoya çareseriyê de. Bi êrîşa li dijî hevala Sakîne re ku bîra tevgera me û yek ji pêşeng û rêxistinkarên destpêkê ye, êrîş li dijî bingeha tevgera azadiyê, li dijî xeta azadiyê, ruh û îradeya serxwebûnê hatiye kirin.”
Di berdewamê de jî KJK’ê ev tişt parve kirin:
“Rêberê me ji bo Komkujiya Parîsê got; ‘Komkujiya duyemîn a Dêrsimê ye.’ Vê tevgerê ji bo dawî li êşên gelê kurd bîne, ji bo hesab ji kujeran bipirse û pêşî li komkujiyan bigire bi rengekî mezin li ber xwe da û deriyên azadiyê vekir. Komkujiya Dêrsimê ew komkujî bû ku ji heft salî heta heftê salî her kes bi şûr hatin kuştin, çiya, kevir, şikeft hatin hilweşandin, zindî hemû hatin kuştin û çemê Munzurê ji xwînê bi rengê sor herikî. Destanek bû ku jinan bi rûmeta xwe, bi rûmeta jinê li ber vê yekê rabûn û ji bo rûmeta jinê neyê qirêjkirin xwe ji zinaran avêtin. Veguherîbû goristana keçên winda, ruhê winda. Êş û hêrsa vê komkujiyê ji aliyê gelek dêrsimiyên ji kevneşopiya Dêrsimê tên weke hinceteke tolhildanê di nava tevgera me ya azadiyê de şîn bû. Ev ruhê tolhildanê bi hevala Sakîne Cansiz re veguherî çandeke serhildan û berxwedanê. Hevala Sakîne ku nûnereke vê çandê bû, zanîbû ku bi azadkirina Kurdistanê dê Dêrsim rizgar û azad bibe. Ev yek hîs kir û pêk anî. Ji ber vê yekê hevalên me yên di Komkujiya Parîsê de bûn hedef tesadûfî nehatin hilbijartin. Dijmin bi vê yekê ew peyam da ku dê nehêle Dêrsim bibe Kurdistan, dê nehêle Kurdistan bibe Dêrsim. Ji ber ku bi tevgera azadiyê re Dêrsim bû Botan, Botan bû Dêrsim. Dewleta mêtinger û dagirker a ku li Kurdistanê serweriya xwe ji dest da, bi vê tirs û êrîşkariyê di şexsê hevala Sakîne Cansiz de ku yek ji keçên serhildêr ên Dersimê bû û li zindanê li ber xwe da û bû efsaneyek, tişta ku nekarî di dema 12’ê Îlonê de bike xwest bi Komkujiya Parîsê re bike. Ji ber vê yekê di çarçoveya plana têkbirinê de destpêkê êrîş bir ser hêza bîr, bingehîn, rêxistinbûn û fikrê. Ji ber vê yekê êrîş li hevala Sakîne hate kirin.
Kujer tên naskirin û tên zanîn
Kujer tên naskirin û tên zanîn. Komkujiyeke ku MÎT’ê bi piştgiriya hin servîsên veşartî kiriye. Bi belgeyan aşkera bû ku kîjan yekîneyê ev komkujî kir û li nava raya giştî belav bû. Detayên vê komkujiyê hemû tên zanîn. Ev detay li gel polîsên Fransayê ne. Ger dewleta Fransayê xwedî li soza xwe ya di destpêka komkujiyê de da derketibûya, diviyabû bi ewqas belge û agahiyan dewleta tirk mehkeme kiribûya. Lê belê ji ber nêzîkatiya pragmatîst a dewleta Fransayê, doz li demê belav bû, li ser yek kiryarê hate meşandin û veguherî mijûlkirin û taktîkeke kuştina bi şêweyê kuştina kiryar. Veguherî lîstikekê ku gef li dadgerên Fransayê hate xwarin û rastî hate tarîkirin. Ji ber vê yekê kurdan û dostên wan di dadgeha trîbunal de ya li Parîsê TC û hêzên hevkarî bi TC’ê re kirin hemû di wijdanê gelan û jinan de darizandin û rastî aşkera kirin. Nêzîkatiya dewleta Fransayê dê ji aliyê gelê kurd, jin û dostên kurdan ve neyê jibîrkirin ku hewl da komkujiyê weke bûyerekê nîşan bide, bûyerê bixe stuyê kiryarekî, bi jiholêrakirina kiryar re dozê betal bike. Ev bûyerek nîne, ev komkujî û êrîşeke ku li dijî pêşengên gelekî hatine kirin. Lewma divê dewleta tirk bê darizandin. Ji ber vê yekê dê bihurîna demê ya di ser dozê re neyê qebûlkirin û dê her tim bê bibîranîn ku dem di sala 2013’an de rawestiya ye û her tim li pey heqîqetê bin.
Em ê wan di kesayetiyên xwe de bidomînin
Di salvegera 7’emîn a Komkujiya Parîsê de em hevalên xwe Sara, Rojbîn û Ronahî bi rêz bi bîr tînin. Ji bo bîranîna wan, em ê xewn û xeyalên wan, hesreta wan a nîvcomayî; Kurdistana azad, jin û civaka azad pêk bînin. Lewma ji bo bi Sara, Rojbîn û Ronahî siberojên azad bên afirandin, em ê milîtanî, berxwedêrî, pêşengî û şoreşgeriya wan di kesayetiya xwe de bi cih bikin û pêk bînin. Ji ber vê yekê em dibêjin, her mirovekî kurd dikare wan di kesayetiya xwe de bidomînin, bijîn.
Sakîn Cansiz (Sara)
Hevala Sara (Sakîne Cansiz) ji Dêrsimê dest bi rêwîtiya azadiyê kir û li gelek qadên têkoşînê di gelek karên cuda de cih girt. Torên têkoşînê û alternatîfa jiyana azad bi sebreke mezin danî. Bi tevgera kedê re li Îzmîrê tev li têkoşîna karkeran bû, komîteyên jinê li Kurdistan û Tirkiyeyê ava kir û hucreyên bingehîn ên tevgera jinê danî, li zindanan bû nimûneya wêrekiyê ku tif li rûyê celadan kir. Ji têkoşîna parastina azadiyê û hebûna xwe re bû pêşeng, milîtan û hêza rêxistinî. Bi hêvî û kelecana ku di çavên wê de şewq dida, bi dînamîzmeke xurt û eşqa xwe ya şoreşê, bi coşa xwe ya her roj, bi kesayetiya xwe ya xwedî armanc, bi baweriya xwe ya heta dawiyê bi felsefe, îdeolojî û xeta çalakiyê ya Rêber Apo, bi şoreşgeriya xwe ya dilnizm a pêkanîna vê xetê, bi kesayetiya xwe ya ji jiyana azad û azadiya jinê şoreşgereka bêhempa, rêbereke jinê bû.
Fîdan Dogan (Rojbîn)
Rojbîn (Fîdan Dogan); kurdbûna xwe, baweriya xwe û nasnameya xwe ya jinê li Ewropa nas dike. Dikeve pey kokên xwe, bi rêgeza, ‘Te li ku winda kiribe tişta ku tu lê digerî li wir lê bigere’ dest bi rêwîtiya derwêşanî dike. Di rûyê wê de zengîniya nava wê, kelecaniya wê xuya dikir. Di nav hevalên xwe de bi her karî ve û bi her kesî ve dibezî. Ji bo ku gelê wê û hevalên wê xerîbiniyê nejîn, biçûk-mezin bi her karî ve dibezî. Di dîplomasiya gel û jinê de dostaniya di nav jinan û gelan de, piştevanî û parvekirin çêdikir. Dîplomasî diqulibande ser baxçeyê konfederalîzma demokratîk ku gel û jin lê digihand hev. Li vî baxçeyî, ava jiyanê dida gulên çilmisî, serê wan di ber wan de, bi vê enerjî û jidiliya xwe di nav gelan û jinan de pirek dayanî.
Leyla Şaylemez (Ronahî)
Ronahî (Leyla Şaylamez); koçî Mêrsînê dikin lê dîsa jî bi nasame û çanda kurdan mezin dibe, zimanê xwe û çanda xwe di kesayatiya xwe ya ciwan de xwedî dike. Bi welatparêziyeke pak, li Ewropayê tev li nav êşên gelê xwe dibe, bi rêxistiniya ku êşê vediguherînin hêzê, ciwanan ber bi têkoşînê ve dikişîne. Pêşengiyê ji hemû çalakî û bernameyên ciwanan re dike. Bi coşî û kelecaniya xwe li ser rêya Stêrka Sor Elî diçe. Kedkara meşên dirêj ên ciwanan, bi enerjiya xwe ciwanan tevlê dike, dikişîne ser çalakiyê û tevdigerîne. Dilekî wiha yê rikdar û biryardar e ku li nasnameya jina azad dikole, hewl dide ku hîn bibe û bi xwe re temsîla wê bike. Bi wêrekî û baweriya xwe banga wê ya li ciwanan qewîtiya wê ya dawî ye. Li dijî jiyanên ku hatine gemarîkirin, çewisandin, dabeşkirin û kolekirin bibin xwedî hêrseke mezin û li dij rawestin, zor jî be ya azadiyê bijîn, qenciyê, rastiyê û xweşikiyê bijîn. Dahatû li ser milê nifşê ciwanan e lê yên ku pêşî mêjî û dilê xwe qeyim nekiribin, milê wan nikare tu barî hilgire. Ji ber ve jî gotiye, bila berê we li biryargehên azadiyê be.
Em şehîdên xwe bi bîr tînin
Jiyan, helwest û utopyaya her sê hevalên me mîna rojê ronkahî û sotîner e. Di serî de em hevrêyên wan, hemû gelê me û jin di rêya azadiyê de divê van taybetmendiyên xweşik bijîn û bidin jiyîn. Em hemû bibin Sara, Rojbîn û Ronahî, bibêjin, Sara, Rojbîn, Ronahî, Jin Jiyan Azadî û bi vî giyanî ronkahiya xwe berbelav bikin. Bi vî giyanî em şehîdên xwe bi bîr tînin û hevrê Sêvê, Pakîze, Fatma ku di 6’ê çileya 2016’an de li Silopiyayê, dema pêvajoya berxwedana xwerêveberiyê hatine qetilkirin careke din bi hurmet bi bîr tînin. Keda hemû şehîdên xwerêberiyê ku bêrîkirina wan bû û ji bo vê şer dikirin, îro hem ji bo kurdan û hem ji bo jinan mîna şîara hêza gewherî, xwerêberî, vîna gewherî, xwezanîn û xwerêxistiniyê di pergala Konfederalîzma demokratîk de tê bicihanîn.” BEHDÎNAN