Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Dewleta tirk 460 çeteyên din jî veguhestin Lîbyayê

Dewleta tirk karê xwe yê veguhestina komên çete ya ji Sûriyeyê ber bi Lîbyayê ve didomîne. Li gorî agahiyên nû, di vê çarçoveyê de dewleta tirk 460 çeteyên din jî ber bi Lîbyayê ve şandin

Di demên dawîn de mijara veguhestina komên çete yên li bakur û rojhilatê Sûriyeyê ya ber bi Lîbyayê ve ji hêla dewleta tirk ve, di rojevê de ye. Dewleta tirk dixwaze çeteyên xwe li kêleka hikûmeta Wîfaq a Lîbyayê li dijî artêşa Lîbyayê bide şerkirin.

Li gorî agahiyên ji herêmê, gelek çeteyên ku nedixwestin biçin Lîbyayê ji hêla dewleta tirk ve hatine girtin. Li hêla din jî gelek çeteyan jî ji bo mûçeyê 2 hezar dolarî, hemwelatîtiya dewleta tirk û pasaportê jî navên xwe nivîsandin da ku biçin Lîbyayê.

Hat zanîn ku di vê çarçoveyê de ji koma çete ya Siqûr El Şam’ê 60 çete, ji koma Suleyman Şah (El Emşat) 50 çete, ji koma Sûltan Mûrad 300 çete, ji koma çete ya Mûitesim Billah jî 50 çete ber bi Lîbyayê ve hatine şandin. Di heman demê de koma çete ya bi navê Firqet El Hemzat jî 400 çeteyan amade dike da ku wan bişîne Lîbyayê. Hemû komên navborî xwe di bin banê Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê de xwe bi rêxistin kirine.

Dewleta tirk piştî ku tezkereya Lîbyayê di meclisê re derbas kir, di qada navneteweyî de rastî bertekên tund hat. Bi taybet jî welatên ereb bertekên tund nîşan didin û dibêjin ku dewleta tirk dixwaze xeyala xwe ya vegerandina serdema osmaniyan pêk bîne.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku duh jî Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) di nûçeyeke xwe de wêneyên pasaportên ku dewleta tirk ji bo çeteyên ku dê biçin Lîbyayê amade kirin, weşandibû.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar