Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Pazartesi - 7 Ekim 2024

Li Kampa Holê jineke din hate kuştin

Li Kampa Holê jineke ciwan a iraqî ya bi navê Fedîle Îbrahîm ji hêla jinên DAIŞ’î ve hate kuştin. Cenazeyê Îbrahîm li noqteya tenduristiyê tê ragirtin

Bûyerên kuştinê yên li Kampa Holê ku li rojhilatê bajarê Hesekê hatiye avakirin, didomin. Bi taybet jî piştî êrîşên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bûyerên kuştinê ku ji hêla jinên DAIŞ’î vê tên kirin, zêde bûn. Jinên DAIŞ’î hewl didin xwe birêxistin bikin û hemû kesên ku li dijî fikra DAIŞ’ê derdikevin, hedef bigirin.

Îro di danê sibehê de jî hêzên ewlehiyê li beşa yekemîn a Kampa Holê ku ji bo penaberên Iraqê hatiye veqetandin, cenazeyê jina bi navê Fedîle Îbrahîm (27) ku bi eslê xwe ji Iraqê ye, dîtin. Îbrahîm di encama derbeya ku ji serê xwe xwariye, hatiye kuştin. Cenazeyê Îbrahîm niha li noqteya tenduristiyê tê ragirtin.

Der barê bûyerê de yek ji rayedarên hêzên ewlehiyê yên li kampê axivî û da zanîn ku bûyer di derengiya şeva din rûda ye û îro li ser agahiyên ku penaberên Iraqê dane, cenaze hatiye dîtin. Li gorî çavkaniyan, jinên DAIŞ’ê li pey bûyera kuştina ne, ji ber ku koçber û penaberên di kampê de gelek ji wan, fikrên DAIŞ’ê red dikin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku di 2’yê çileyê de jî jineke iraqî (20) û hevserê wê (32) li kampa Holê hatibûn kuştin. HESEKÊ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar