Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Cumartesi - 5 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

KCK: Ger Fransa komkujiyê aşkera neke dê bibe berpirsyarê komkujiyê

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi daxuyaniyekê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez û şehîdên meha çileyê bi bîr anî. Di daxuyaniyê de KCK’ê diyar kir ku yek ji wezîfeya PKK’ê ya ji damezirînê ew bû ku ceza li sûcdar û xayinan bibire. KCK’ê destnîşan kir Ger saziyên edaletê yên Fransayê vê bûyerê aşkera neke, ger hêzên li pişt tetîkkêş ceza nekin dê bibin berpirsyarê kuştinê

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî qetilkirina sê şoreşgerên jin ên kurd ên ku di 9’ê çileya 2013’an de li Parîsê hatibûn qetilkirin, daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Fransa di bin berpirsyariyeke giran de ye û komkujiya Parîsê weke bûyera duyemîn a Dreyfûsê pênase kir.

Daxuyaniya KCK’ê wiha ye:

“Beriya 7 salan sê şoreşgerên jin bi fermana Tayyîp Erdogan ji aliyê tetîkkêşê MÎT’ê ve hatin qetilkirin. Em van şehîdên xwe yên azadiyê careke din bi rêz û minet bi bîr tînin. Bi ruhê azadiya jinê hevalên Sara (Sakîne Cansiz), Rojbîn (Fîdan Dogan) û Ronahî (Leyla Şaylemez) şoreşa Kurdistanê hate meyandin û Kurdistana azad, Tirkiyeya demokratîk û Rojhilata Navîn a demokratîk ku hesreta wan e dê teqez pêk werin. Em Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Uyar jî bi rêz û minet bi bîr tînin ku beriya 4 salan di berxwedana xwerêveberiyê de bi fedayî li ber xwe dan û şehîd bûn. Berxwedana wan dê weke ala têkoşînê ya Kurdistana azad bibe mîsogeriya têkneçûyî ya têkoşîna me ya azadiyê.

Meha çileyê êdî ji bo gelê kurd û hêzên azadiyê veguheriye meha şehîdên jinê. Şehîdên me yên jin bi dilsoziya xwe ya azadiyê, bi afirê azadiyê mîna volqanekî meha çileyê kirin meha geşbûna têkoşîna azadiyê. Meha çileyê dê êdî ne serma û seqem be, dê bi tîna volqanê azadiyê germ be.

Dê tu xiyanet û sûc bêceza nemîne

Şehadeta wan hêrsa me ya şoreşgerî gihand asta herî bilind. Hesabê qetilkirina van şoreşgeran dê bê pirsîn, soz hate dayin û ev soz jî bi cih hate anîn. Bi Operasyona Tolhildana Şoreşgerî ya Sakîne Cansiz re du rêveberên payebilind ên MÎT’ê bi çalakiyeke mezin a şoreşgerî hatin girtin. Yek ji wezîfeyên avabûna PKK’ê jî ew e ku ceza li sûcdar û xayinan bibire. Ji niha û pê ve jî dê tu xiyanet û sûc bêceza nemîne.

Bûyereke duyemîn a Dreyfûsê

Ev komkujî li paytexta Fransayê, li devereke navendî pêk hat. Şêweyê pêkanîna komkujiyê berpirsyariyeke giran da ser milê Fransayê. Ger Fransayê çavên xwe li vê bûyera komkujiya bi vî rengî negirtibe hingî divê teqez aşkera bike. Naxwe dê wateya gotina edaletê li Fransayê nemîne. Wê weke bûyereke duyemîn a Dreyfûsê cihê xwe di dîrokê de bigire. Ger saziyên edaletê yên Fransayê vê bûyerê aşkera neke, ger hêzên li pişt tetîkkêş ceza nekin dê bibin berpirsyarê kuştinê. Em bang li rewşenbîr, demokrat, jin û mirovên xwedî wijdan ên li Fransayê dikin ku ji bo darizandina berpirsyaran bi erk û berpirsyariya xwe rabin.

Tu kes nikare efsaneyan bikujin

Hevrê Sara, Ronahî, Rojbîn, Sêvê, Pakîze û Fatma şehîd bûn, lê belê dilsozî û hesreta wan a ji bo azadiyê mezintir bû, veguherîn ruh û hêza têkoşîna me ya azadiyê. Nikarin efsaneyan bikujin. Hevrê Sara li îşkencexaneyan, di berxwedana zindanan de, di têkoşîna gerîla de, di artêşbûna jinê de bûye sembola azadiyê. Qetilkirina wê ji aliyê dijminên azadiyê ve kir ku ev efsane ne tenê li Kurdistanê her wiha li tevahiya Rojhilata Navîn û cîhanê bibe pêşengeke jinê ya efsanewî.

Bi ruhê azadiya jinê ev xak dê teqez bibe xwedî jiyaneke azad û demokratîk

Hevrê Sara mîna erdnîgariya serhildêr a Dêrsimê ku hesta azadiyê dide mirovan şoreşgereke mezin û serhildêr bû û dê tu carî neyê jibîrkirin. Her nifş dê hevrê Sara mezintir bike, bi hezkirina wê ya azadiyê dê têkoşîna ji bo jiyana demokratîk û azad bêhtir bi xurtî bimeşînin. Nepêkane ku hezkirin û dilsoziya bi azadiyê re ya gel, jin û ciwanên kurd bên bêdengkirin ku bi şehîdan û hevrê Sara hate meyandin. Dilsoziya bi azadiyê re ya gelê me ku bi dilsoziya azadiyê ya hevrê Sara ya mîna teqîna volqanê hate meyandin, dê her tim mîna volqanê biteqe. Jiyana civakî ya ku bi destê jinê li Mezopotamyaya Jorîn hate afirandin dê îro jî li Kurdistanê û Rojhilata Navîn bi jiyana azadî û demokrasiyê ya civakî hebe. Her şêwe êrîşên mêtinger, qirker, zordar ên hêzên mêtinger dê bi hêza civakî ya azadiya jinê bên têkbirin. Bi ruhê azadiya jinê ev xak dê teqez bibe xwedî jiyaneke azad û demokratîk.

Serbilindî, meşa bi serbilindî û kesayetiya wê ya serfiraz a Sara, kesayetiya civaka li Kurdistan û vê erdnîgariyê. Kesayetiya Sara kesayetiya Dêrsim e ku heta sala 1938’an dest negihiştibûyê; li gel dagirkeriyê jî xwe nêzî dewletê nekir û ruhê azadiyê di nava xweliyê xwe de parastiye. Kurd û Kurdistan ku di şexsê Sara û şehîdên me hemûyan de rabûn ser pêyan, ji bo gelên Rojhilata Navîn û cîhanê veguherîne hêvî û çavkaniya jiyana demokratîk û azad.

Ew bûn kedkarên şoreşê yên mezin

Em hevrêyên xwe Rûbar, Xelîl û Mûrat ku di sala 2017’an de li Qendîlê di êrîşa hewayî de şehîd bûn bi minet û rêzdarî bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku em ê hesreta wan; Kurdistana azad û Rojhilata Navîn a demokratîk pêk bînin. Xizmetên ku hevrê Rûbar, Xelîl û Mûrat bi rengekî fedayî ji vî gelî re kirin dê tu carî neyên jibîrkirin. Ew bûn kedkarên şoreşê yên mezin û kesayetiya milîtan a têkoşîna me ya azadiyê xurtir kirin, taybetmendiya têkneçûyî ya têkoşîna me bi îradeya xwe ya têkneçûyî gihandin wê astê ku teqez bi ser bikeve.

Em jî di şexsê hevrê Sara û Rûbar û şehîdên meha çileyê de soz didin şehîdên xwe hemûyan; agirê azadiyê yê li vê kana demokrasî û azadiyê ya Rojhilata Navîn dê bê geşkirin, nebaşî hemû wê bên şewitandin û Serdema Şaristaniya Demokratîk a li dîroka Kurdistan û Rojhilata Navîn tê wê dest pê bike.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar