Yekemîn danişîna doza rojnameger Îdrîs Sayilgan ku bi îdiaya ‘Propagandaya rêxistinê kiriye’ tê darizandin, îro li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Mûşê hate dîtin. Heyeta dadgehê danişîna dozê taloqî 25’ê adarê kir
Rojnameger û nûçegîhanê DÎHA’yê ya ku bi Biryarnameya Di Hukmê Qanûnê de (KHK) hate girtin Îdrîs Sayilgan, di 24’ê cotmeha sala 2016’an de hate girtin û di 27’ê mijdara 2019’an de jî hate berdan. Yekemîn danişîna doza Sayilgan ku bi îdiaya ‘Propagandaya rêxistinê kiriye’ tê darizandin îro li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Mûşê hate dîtin.
Axaftinên Sayilgan ên têkildarî nûçeyan ên li ser telefonê, nûçeyên ku li ser medyaya civakî parve kirin û beşdarbûna wî ya di kanalên televîzyonan de jî weke sûc hatine hesibandin. Di danişînê de Sayilgan û parêzerê wî amade bûn.
Di danişînê de ji ewil Sayilgan parastina xwe kir û da zanîn ku di demên berê de jî der barê wî de doz hatibû vekirin û 8 sal û 3 meh ceza lê hatibû birîn. Sayilgan diyar kir ku xebatên xwe li gorî azadiya raman û çapemeniyê kiriye û divê ev xebat weke sûc neyên dîtin. Sayilgan destnîşan kir ku parvekirinên wî di çarçoveya xebatên rojnamegeriyê de ne û divê li gorî azadiya raman bên nirxandin.
Parêzer jî parastin kir û beraeta muwekilê xwe xwest. Li ser vê yekê jî heyeta dadgehê doza Sayilgan taloqî 25’ê adarê kir. MÛŞ