Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demîrtaş: Gelo derdê dozger çi ye û ji kê re xizmet dike?

Danişîna doza Selahattîn Demîrtaş îro jî dom kir. Demîrtaş ku ji ber axaftinên xwe yên di dema pêvajoya çareseriyê de tê darizandin anî ziman ku divê ji dozgerê ku axaftinên wî weke ‘Propagandaya rêxistinê’ û ‘Rêvebertiya rêxistinê’ dinirxîne guman bên kirin. Demîrtaş got; ‘Derdê wî esasî çi ye û jê kê re xizmet dike, mirov dikare vê nîqaş bike.’

Danişîna doza hevserokê giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê berê Selahattîn Demîrtaş ku negirtî tê darizandin, di roja duyemîn de jî li 19’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê ku li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê ye, dewam kir. Demîrtaş ji Girtîgeha Tîpa F ya Edîrneyê bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bû.

Demîrtaş der barê fezlekeya jimar 3 ya têkildarî axaftina wî ya di 24’ê cotmeha 2015’an de li Licê kiriye parastin kir.  Demîrtaş anî ziman ku fezlekeyeka wî pir dirêje û wiha domand: “ Ez ê temamiya fezlekeyê bixwînim. Ji ber ku fezlekeye ku gelek agahiyên şablon ku em weke agahiyên standart jê re dibêjin tê de hene. Piştî ku di serî de destpêkeke şablon ku ji gelek rûpelan pêk tê û bê ka rêxistina KCK’ê çi ye çi nîne, cih ji axaftinên Ertugrul Kurkçu, Fîgen Yuksekdag, Selma Irmak, Sirri Sureyya Onder û min ên ku me di demên cuda de kirine hatine amadekirin. Fezleke ji vê pêk tê. Esasê fezlekeyê jî ji hinek axaftinên ku di metna demokratîk û civakî de pêk tên in. Her wiha fezleke ji nêrînên me yên di civînên çapemeniyê de, nêrînên di bernameyên televîzyonan de û ger ku ez xelet nebin du axaftinên ku me di mîtîngan de kirin pêk tê.  Ango fezlekeya me ji 4 an jî 5 axaftinên min pêk tê.”

‘Fezleke û îdianame ji bo komployê hatin amadekirin’

Di berdewamê de jî Demîrtaş wiha got: “Bi baldarî çend gotinên me yên di nava axaftinan de hatine hilbijartin. Jixwe ev şêwaz bi giştî şêwazê hemû dozgerên ku der barê me de fezleke amade kirine ye. Ne tenê di vê îdianameyê de, di dosyaya heqareta li dijî serokomar an jî di dosyayên din ên ji hêla dadgehên cuda ve bi hinceta heqareta li dijî serokwezîr hatine vekirin de jî ji nava axaftinên min çend gotin jê bi baldarî hatine bijartin û berevajîkirin. Bêguman ev yek ji hêla dozgeran ve bi zanebûn tê kirin. Fezleke û îdianameyê ji bo berevajîkirin, komplo û ji bo xelet arastekirina cemaweriyê hatine amadekirin.”

Demîrtaş piştre jî axaftina xwe ya di fezlekeyê de xwend û wiha domand: “Axaftin di navbera hilbijartinên 7’ê hezîran û 1’ê Mijdara sala 2015’an de hatine kirin. Di wê demê de li hinek herêman qedexeya derketina kolanan hatibû ragihandin. Li hinek navçeyan xendek hatibûn kolandin lê hêj şer û operasyon nehatibûn destpêkirin. Me jî hewl dida pêşî li vê bigirin.”

Li ser pirsa serokê dadgehê ya bê ka axaftin ya wî ye yan ne jî Demîrtaş ev bersiv da: “Ev axaftin a min e. Ez tev li naveroka wê dibim. Weke ku min destnîşan kir, ji bo rawestandina pevçûnan, ji bo xebatên hilbijartinê û hem jî ji bo bidawîkirina aloziya ev jî yek ji gerên me yên li herêmê bû. Em çûn gelek navçe û bajaran. Lê dozger beriya ku di fezlekeyê de cih bide vê metnê, weke mîtînga xwedîderketina li xendek û barîkatan şîrove kiriye.”

Piştre jî Demîrtaş axaftina xwe ya ku di 24’ê cotmeha sala 2015’an de li Amedê kirî û di dosyayê de weke ‘Rêveberê rêxistinê’ hatiye sûcdarkirin xwend.

Çend beşên ji axaftina Demîrtaş

Çend beşên ji axaftina Demîrtaş a ji wê demê jî wiha ne:

“(…) Bi taybet jî mijara xwerêveberiyê; di pratîkê de bi sepanên xelet ku tu eleqeya xwe bi xwerêveberiyê re nîne yên weke welatiyan, dikandar, şêniyên taxan û navçeyê bixe nava zor zehmetiyan re, tenê zirarê didin vê projeyê. Mafê zweparastina yê her welatiyekî, ciwanan û her kesî heta dawiyê pîroz e. Xweparastin mafekî rewa yê her zindiyekî ye. Tu kes nikare xweneparastinê li tu kesekî ferz bike. Banga me jî ji xwe ev nîne. Me banga teslîmbûnê li tu kesî nekiriye û nakin jî. Em li hemberî berxwedana her zarokekî vî gelî rêz digirin.

(…) Ez dixwazim diyar bikim em hemû pratîk û sepanên ku bangawaziya me ya ji bo xweseriyê, rêveberiyên xwecihî ku modelên gelek demokratîk in xelet nîşan didin û dê di dîrokê de şopên neyînî li pey xwe bihêle, rexne dikin. Em tevgereke ku bi ser xeletiyên xwe de digirin, xeletiyên xwe bincil dikin û pêşve diçin nînin. Berevajî vê, bi saya sekna xwe ya li dijî xeletiyan ve em heta vê demê mezin bûn û veguherîn tevgera gel. Niha zêdetirî 6 milyon kes deng dide vê tevgerê. Ger ku nîviya Tirkiyeyê jî jê hez bike, ev bi saya rastbûn, dirûstî û sekna me ya bi rêgezan ve girêdayî ye. Em tu caran li pey xeletiyan nesekinîn û dê nesekinin jî. Ez bi vekirî dibêjim, sererastkirina hemû xeletiyan û fêmkirina şaş, ji bo ku wan bixin rêgeheke rast çi ji destê me bê em ê zêdetir bikin.

(…) Mase, muzakere, diyalog û lêgerîna aştiyê pîroz e. Wêrekiyê dixwaze û seknekî bi rûmet e. Tirsonekî nîne, xwepaşvekişandin jî paşve gav avêtin nîne. Bi taybet jî di vê demê de ku her kesê qala aştiyê dike dibe hedef, berevajî vê divê hemû kes têgehên aştî, muzakere û diyalogê derxe pêş… Di serdema nû de divê muzakere dest pê bikin, pêvajoyeke zelaltir dest pê bike û divê alî ji hev bawer bikin. Divê şandeyeke ku weke aliyê sêyemîn û hêza bêalî tên pênasekirin û vîna hevpar a cemaweriyê temsîl dike, hebe. Divê teqez venihêriya agirbestê bie. Divê teqez aliyê ku xeletiyê dike bi awayekî tund hişyar bike û rexne bike. Divê li Îmraliyê, Qendîlê yan jî li Enqereyê kê çi gotiye, di kîjan aliyan de li hev kirine yan jî pirsgirêk jiyane, bi raya giştî re parve bikin. Divê parlamento bêhtir rol bilîze…”

Di berdewamê de jî Demîrtaş parastina xwe domand û wiha got: “Axaftinên di metnê de derbas dibin, fikrên min in. Ez careke din dubare dikim ku tev li dibim. Dema ku niha lê dinihêrim dibêjim ku xwezî me ew tişt pêk bi anîna. Xweziya em xwedî hêzekî wisa yê siyasî bûna ku ew tişt pêk bianiya. Xemgîniya min tenê di vê mijarê de heye. Naxwe şîroveya dozger a têkildarî vê axaftina bi ser guhê min ve nîne. Ger ku ev axaftin bibe sedema ‘Propagandaya rêxistinê’ û ‘Rêveberiya rêxistinê’ ji xwe divê mirov gumanan ji wî dozgerî bike. Xizmetê ji kê re dike? Gelo derdê wî yê esasî çi ye? Ev yek dikare bê nîqaşkirin.”

Piştî ku Demîrtaş axaftinên xwe yên di fezlekeyê de xwendin, şandeya dadgehê navber da. ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar