Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Guzel: Tecrîd rêbazeke îşkenceyê ye û îzolasyon e

Parlamentera HDP’ê Semra Guzel diyar kir ku tecrîda li ser Ocalan derhiqûqî ye û tecrîd rêbazeke îşkenceyê ye û îzolasyon e. Guzel got ku dewleta tirk bi kûrkirina tecrîdê re polîtîkaya şer hilbijartî ye û dixwaze ku modernîteya demokratîk a li ser fikrên Ocalan li Rojava teşe girtî, têk bibe

Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Semra Guzel têkildarî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji ANF’ê re axivî.

Semra Guzel anî ziman ku tecrîd rêbazeke îşkenceyê ye. Guzel da zanîn ku ji sala 2011’an heta sala 2019’an bi hincetên cuda pêşî li hevdîtinên bi Ocalan re hatiye girtin û wiha domand: “Hemû rêyên hiqûqê hatin binpêkirin û sûcê li dijî mirovahiyê hate kirin. Bi saya çalakiyên greva birçîbûnê û rojiya mirinê ku bi pêşengiya hevseroka KCD’ê Leyla Guven dest pê kir û li tevahiya girtîgehan û raya giştî belav bû, tecrîd hat şikandin.”

‘Tecrîd rêbazeke îşkenceyê ye’

Di berdewamê de jî Guzel diyar kir ku di hevdîtinan de Ocalan peyamên aştî û çareseriyê dan û vê jî kir ku hêviyên civakê yên aştî û çareseriyê zindî bibin. Guzel daxuyand ku hikûmetê bi şer bersiv da peyamên Ocalan û wiha pê de çû: “Tecrîd hê jî didome. Tecrîd rêbazeke îşkeceyê û îzolasyon e. Ne hiqûqî ye û li dijî mafê mirovan e. Bi vê yekê re ramanên civakeke azad tê tecrîdkirin. Di şexsê birêz Ocalan de civak, jin û çand hatine tecrîdkirin.”

‘Hikûmet dixwaze polîtîkaya şer kûr bike’

Guzel da zanîn ku yên ku Ocalan tecrîd dikin, xwedî hişmendiyeke faşîzane ne û wiha derbirî: “Tecrîdkirina Ocalan li dijî hiqûqa navxweyî û navneteweyî ye. Bi vê tecrîdê mafên mirovan hatine binpê kirin. Rojek zû ne yek dereng divê ev tecrîd bê rakirin. Heta tecrîda li Îmraliyê ranebe, dê civaka vî welatî nekare bêhn bigire. Bi tecrîdê ev welat winda dike. Israra di tecrîdê de, israra di şer de ye. Birêz Ocalan di hevdîtinên dawî de got ku dikare di nava hefteyekê de pirsgirêka kurd çareser bike. Lê hikûmeta AKP’ê dixwaze polîtîkaya şer kûr bike û şer li herêmê belav bike.”

‘Armanc têkbirina modernîteya demokratîk e’

Parlamenter Semra Guzel wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bi kûrkirina tecrîdê re tifaqa AKP-MHP’ê dîsa êrîşî destkeftiyên kurdan kirin. Li Rojava dest bi hewldana dagirkirinê kir. Lê vê hewldana wê bi wê da windakirin. Bi tecrîd û dagirkirina Rojava re dixwaze krîza navxweyî veşêre. Xwestin bi êrîşên li dijî Rojava re vîna gelan derb bikin. Armanca esasî jî ew bû ku projeya birêz Ocalan ku li Rojava şîn bûye û hemû reng û dengên civakê di nava modernetiya demokratîk de dihewîne, têk bibe. Modela birêz Ocalan dê li Rojhilata Navîn dawî li hemû aloziyan bîne. Sedema tecrîdê jî ev e. Tecrîd sepanekî navneteweyî ye. Ji ber vê jî CPT bêdeng e. Jixwe CPT jî bi nêzikatiya xwe bûye parçeyeke tecrîda li Îmraliyê û peywira xwe pêk nayîne. Rojek beriya rojekê divê tecrîd bê rakirin û CPT li peywira xwe rabe.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar