Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Ji ber îşkenceyê ronahiya çavê rojnameger Demîr kêm bû

Rojnameger Rûken Demîr ku li Girtîgeha Jinan a Şakran a Îzmîrê tê girtin bi rêya birayê xwe agahî dan û got; ‘Di dema binçavkirinê de hatim derbkirin û ji ber wê tundiyê ji sedî 2 ronahiya çavê min kêm bûye. Her wiha li emniyetê sîxûrtî li min hate ferzkirin û di ketina girtîgehê de jî lêgerîna tazî li min hate ferzkirin. Niha jî nahêlin ez nameyan bişînim derve.’

Nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Rûken Demîr û nûçegihana Jinnewsê Melîke Aydin di 12’ê mijdara 2019’an de li Îzmîrê hatibûn binçavkirin. 4 roj piştî binçavkirinê jî hatin girtin û şandin Girtîgeha Jinan a Şakran a Îzmîrê. Îdianameya têkildarî  Demîr û Aydin hêj nehatiye amadekirin.

Birayê rojnameger Demîr, Hogir Demîr di 6’ê çileyê de li girtîgehê bi xwişka xwe re hevdîtin kir. Demîr qala hevdîtinê kir û wiha got: “Xwişka min got ku di dema binçavkirinê de hatiye derbkirin. Her wiha got ku lêgerîna tazî û sîxûrtî lê hatiye ferzkirin. Xwişka min nexweş e û xwestiye ku biçe nexweşxaneyê. Lê belê destûr nehatiye dayîn û li cem bijîşkê revîrê hatiye dermankirin. Bijîşk gotiye ku çavê wê yê çepê ji sedî 2 ronahiya xwe winda kiriye.”

Lêgerîna tazî lê hate ferzkirin

Di berdewamê de jî Demîr ev agahî dan: “Xwişka min got; ‘Dema bi ser malê de girtin destên me paşve kelemçe kirin. Di hundirê wesayîtê de jî em derb kirin. Ez birim Nexweşxaneya Dewletê ya Alsancakê. Lê bijîşk rapora derbê neda. Li emniyetê jî polîsan li min sîxûrtî ferz kirin. Di têketina girtîgehê de jî lêgerîna tazî li min hate ferzkirin. Ji ber binpêkirinên mafan min xwest bi rêveberiya girtîgehê re hevdîtinê bikim. Lê ev daxwaz red kirin. Her wiha dibêjin ku tu agahiyan dişînî derve û ji ber vê jî nahêlin ez nameyan bişînim. Her wiha pirtûk û rojnameyan jî nadin.’ Berê min montek jê re biribû lê winda ye û nedanê.”

Naşînin nexweşxaneyê

Demîr bi lêv kir ji ber îşkenceya di dema binçavkirinê de çavê xwişka wî yê çepê jar bûye û wiha bi dawî kir: “Naşînin nexweşxaneyê jî. Niha dermanan dixwe. Her wiha di dema hevdîtinên vekirî de gardiyan nahêlin xizmên girtiyan bi girtiyên din re biaxivin. 10 deqe dema hevdîtinê kêm kirine.” ÎZMÎR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar