Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo hevdîtina bi miwekîlê xwe re serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan
Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Raziye Turgut, Rêzan Sarica, Serbay Koklu û Îbrahîm Bîlmez ji bo hevdîtina bi miwekîlê xwe re serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.
Ji parêzerên Ocalan Nevroz Uysal û Rêzan Sarica piştî 8 sal an, di 2- 22’yê gulanê, 12 û 18’ê hezîranê û 7’ê tebaxa 2019’an de bi miwekîlê xwe re hevdîtin kiribûn. Hemû serlêdanên parêzerên Ocalan ji 7’ê tebaxê heta niha bêbersiv tên hiştin. STENBOL