PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cumartesi - 23 Kasım 2024

Yekemîn Komxebata Tora Ziman û Çandan dê sibe li Amedê dest pê bike

Tora Ziman û Çandan dê di 11-12’ê çileyê de li Amedê yekemîn komxebata xwe li dar bixe. Endamê Desteya Şêwirê ya Tora Ziman û Çandan Cevahî Sadak Duzgun got ku ji hemû beşên civakê kes dê tev li komxebatê bibin û dê nexşerêyeke xebatên ziman û çandê diyar bikin

Tora Ziman û Çandan di 11-12’ê çileyê de bi dirûşma ‘Em bi ziman û çanda xwe bijîn’, yekemîn komxebata xwe dê li Otêla Demîr a li Sûr a Amedê li dar bixe. Têkildarî mijarê endamê Desteya Şêwirê ya Tora Ziman û Çandan Cevahîr Sadak Duzgun ji MA’yê re axivî.

Cevahîr Sadak Duzgun da zanîn ku dê di 11-12’ê çileyê de bi tevlêbûna 250 kesan komxebata xwe lidar bixin û wiha domand: “Me xwest ziman û çanda kurdî bi awayeke berfireh nîqaş bikin. Ev xebata me ya berfireh a destpêkê ye. Dê di komxebatê de li ser nexşerê û rêziknameya torê nîqaş bên meşandin.”

Duzgun got ku pirsgirêka ziman ne tenê pirsgirêka rewşenbîr û nivîskaran e û wiha pê de çû: “Bi vê boneyê jî me tor berfireh girt. Em dibêjin ku pirsgirêk, pirsgirêka civakê ye. Me nêzî 12 tema diyar kirine. Dê di van mijaran de çand û zimanê kurdî bi her awayî bê nîqaşkirin. Em bi hêvî ne ku ji bo xebat û çawaniya xebatên ziman pêşniyar derkevin.  Ji  karsazan heya saziyên zarokan û jinan, ji akademîsyenan heta weşanger, hunermend û xebatkarên çandê, gelek derdorên cuda dê beşdar bibin. Dibe ku çend kêmasî hebin lê ev destpêkeke. Dê êdî xebat li gorî nexşerêyê bên kirin.”

Banga ji bo gel

Herî dawî jî Duzgun ev tişt destnîşan kir: “Em ê di vê salê de xebateke berfireh a çand û ziman bixin pêşiya xwe. Ne tenê di roja zimanê dayikê de, dê her roj ziman û çand di rojeva me de be. Divê her kes li mala xwe, li kolanê û li hewşa xwe binêre û xwe sererast bike. Banga me ew e ku gelê me bi zimanê xwe û bi çanda xwe bijîn.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar