Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Perşembe - 19 Eylül 2024

Artêşa tirk li Roboskê ne tenê mirovan hêstiran jî dikuje

Welatiyê bi navê Kadrî Encu ku di Komkujiya Roboskê de birayê xwe winda kir da zanîn ku dewleta tirk tevî wan, hêstirên wan jî dikuje. Encu diyar kir ku ji bo debarana ew neçarin ku ‘bazirganiya li ser sînor bikin’

Bi parçekirina Kurdistanê re jiyana kurdên li her çar parçeyan li ser sînor, serûbin bû. Bi taybetî ji ber têkiliyên xizmî û bazirganiyê, kurdên li çar parçeyên Kurdistanê neçar dimînin ku bi rêyên ‘qaçax’ jiyana xwe bixin metirsiyê. Li gundê Roboskê yê navçeya Qileban a Şirnexê jî ev rewş nêzî sed sal in dewam dike. Piştî Komkujiya Roboskê ku di 28’ê kanûna 2011’an de hate kirin,  ‘bazirganiya li ser sînor’ ji nû ve ketibû rojevê.

Piştî Komkujiya Roboskê bi sedan hêstirên gundiyan jî hatin qetilkirin. Kadrî Encu ku di Komkujiya Roboskê de birayê xwe winda kir anî ziman ku hêstirên wan ji aliyê dewleta tirk ve hatin qetilkirin. Encu got ku bazirganiya li ser sînor pîşeyeke ku ji kalê wan ji wan re maye.

Di berdewamê jî Encu diyar kir ku wan xwest mala xwe ava bikin û wiha domand: “Di hêla aborî de rewşa me nebaş bû. Em neçar bûn ku biçin ser sînor. Me dizanî ku dê hêstirên me bikujin an jî dê me bigirin. Rojekê bi çar hêstiran em çûn sînor. Dema ku em bi hêstiran dimeşiyan dengê çekan hat. Me dît ku hêstireka me kuştine. Leşkeran ji ewil gule berdan hewa û piştre jî li hêstirên me reşandin. Piştî ku hêstirekî me kuştin, min destên xwe bilind kirin û hewl da hêstirên mayî biparêzim. Çend deqeyan li wir bi wî rengî sekinîm. Ji ber ku ketibûn rikê ku hêstirên min bikujin. Me firsendek dît û piştre tevî hêstirên xwe reviyan.”

Encu anî ziman ku rojeke din jî hêstireka hevalekî wî hate kuştin. Encu destnîşan kir ku ji ber ku şev bû, piştî gihîştin malê fêm kirin ku hêstir hatiye kuştin. ŞIRNEX

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar