Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Kubîlay: Sê jinên kurd ên şoreşger li Parîsê bi namerdî hatin qetilkirin

Berdevkê HDP’ê Gunay Kubîlay bi boneya salvegera Komkujiya Parîsê, Sakîne Cansiz û rêhevalên wê bi bîr anî. Kubîlay diyar kir ku her sê jinên şoreşger bi namerdî hatin qetilkirin

Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Gunay Kubîlay li Navenda Giştî ya HDP’ê civîna çapemeniyê li dar xist û mijarên di rojevê de nirxandin.

Gunay Kubîlay di serî de 10’ê Çileyê Roja Rojnamegerên Dixebitin li rojnamegeran pîroz kir û da zanîn ku ew girîngiyê didin azadiya çapemeniyê û rojnamegeran. Kubîlay piştre jî bal kişand ser Komkujiya Parîsê ku siyasetmedarên jin ên kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatibûn qetilkirin û wiha got: “Her sê jinên kurd ên şoreşger bi namerdi hatin qetilkirin. Kujerên wan diyar in. Tevî ku 7 sal bi ser bûyerê re derbas bûn û kujer û berpirs tên zanîn jî heta niha Fransayê tu kes nedarizandî ye. Piştî komkujiyê rayedarên AKP’ê û Erdogan gotin ku Omer Guney endamê MÎT’ê ye û ev jî rûyê rast ê komkujiyê radixe ber çavan. Dewleta Tirkiyeyê jî hevkarê sûcê komkujiyê ye. Heman zîhniyetê di çileya 2016’an de jî li Silopiya sê jinên kurd ên şoreşger qetil kir. Em hemû jinên hatin qetilkirin bibîr tînin.”

Rejîma Îranê rexne kir

Kubîlay piştre têkildarî aloziya di navbera Amerîka û Îranê axivî û wiha got: “Herêmê ber bi şer ve dibin. Em rejîma Îranê ya ku kurdan bi dar ve dike rexne dikin. Dema ciwanên kurd tên bidervkirin, hûn şaristaniyê nabînin lê hûn radibin qala şaristaniyê dikin. Hûn behsa kîjan şaristaniyê dikin?” Kubîlay bi domdarî jî şandina leşkeran a ber bi Lîbyayê ve şermezar kir.

Rêya diyalog û muzakereyan

Di berdewamê de jî Kubîlay da zanîn ku îktîdara AKP û MHP’ê hemû planên xwe yên stratejîk li dijî kurdan ava dike ku kurd li herêmê nebin xwedî statû. Kubîlay wiha dom kir: “Em weke HDP’ê dixwazin ku hêzên biyanî yên li Sûriyeyê ji wir vekişin û alozî bi rêya diyalog û muzakereyan bê çareserkirin. Em dixwazin ku li Rojhilata Navîn rewşeke aram, aştiyane û demokratîk ava bibe. Di vê serdemê de careke din xuya bû ku tekane rêya çareseriyê têkbirina îktîdara AKP-MHP’ê ye.”

Dizîna dexl û danê Girê Spî

Gunay Kubîlay dizîna 20 tonên dexl û dan ê ku dewleta tirk ji Girê Spî dê veguhêze Rihayê bi bîr xist û wiha bi awî kir: “Ji ewil Efrîn dagir kirin, zeytûnên wê desteser kirin û anîn. Niha jî çav berdane dexl û danê Girê Spî û Serêkaniyê. Em pirsekî hêsan dikin; ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê genimê kê û ji aliyê kê ve difiroşin Tirkiyeyê? Lê em dizanin ku hûn ê bersivê nedin. Ji ber ku li holê bazirganeyek nîne. Hûn dest datînin ser mal û milkên kurdan. Ev cara duyemîne ku hûn vî sûcî dikin.” ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar