Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Ciwanên Şêladizê li dijî girtin û binçavkirinan meşiyan

Bi sedan ciwanên Şêladizê ji bo protestokirina girtin û binçavkirinên ji hêla asayîşa PDK’ê ve tên kirin û ji bo berdana ciwanên hatin binçavkirin, çalakî li dar xist. Di çalakiyê de ciwanan dirûşmên ‘Azadî ji bo ciwanên me’ û ‘Azadî ji Şêladizê re’ berz kirin

Di sala 2018’an de gelê Şêladizê li dijî hebûna baregehên leşkerî yên dewleta tirk a dagirker ên li başûrê Kurdistanê serhildan pêk anîbû û baregehek şewitandibûn. Piştî serhildana gel jî gelek kes ji hêla hêzên ewlehiyê yên hikûmeta başûrê Kurdistanê ve hatin binçavkirin. Ji wê demê ve jî girtin û binçavkirinên li herêmê bi dawî nebûn û hema hema rojane welatiyên herêmê bi sedemên nediyar tên binçavkirin.

Li gorî agahiyan, tenê li herêma Behdînanê û bi taybet jî navçeya Amediyê nêzî 25 kes di mehên dawî ya 2019’an ve ji hêla asayîşa PDK’ê ve hatin binçavkirin. Tê gotin ku piraniya kesên hatine binçavkirin ji ber rexneyên li desthilata herêmê û dagirkeriya tirk kirine, hatine binçavkirin.

‘Azadî ji bo Şêladizê’

Li dijî zextan duh roja înê ciwanên Şêladizê tevî hewldanên astengkirinê yên asayîşê jî wêneyên kesên hatine binçavkirin rakirin û çalakiyek li dar xist. Hejmareke zêde ya ciwanan tev li çalakiyê bûn. Ciwan di nava bazarê de meşiyan û dirûşmên ‘Azadî ji bo ciwanên me’ û ‘Azadî ji bo Şêladizê’ berz kirin.

28 kes hatine binçavkirin

Hêjayî gotinê ye ku li Duhok û Hewlêrê 28 welatî bêyî ku bên dadgehkirin, di bin çavan de tên girtin. Hat zanîn ku ji ber ku dîlelek an jî belgeyeke sûc di destê hêzên asayîşê de nîne, dema binçavkirina wan jî tê dirêjkirin û dernaxin dadgehê. DUHOK

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar