Ji beşdarên Komxebata Tora Ziman û Çandan rojnameger Mûrat Bayram û hunermend Jan Axîn diyar kirin ku zimanê kurdî divê di her beşeke jiyanê de bê pêşxistin. Beşdaran da zanîn ku komxebatê di wan de hêvî çê kiriye û divê xebatên bi vî awayî ne du sê salan carekî, salê du heta sê caran bên kirin
Yekemîn Komxebata Tora Ziman û Çandan duh li Amedê bi tevlêbûna nêzî 300 beşdaran hate destpêkirin. Ji beşdarvanan edîtorê serwîsa kurdî ya bianetê Mûrat Bayram û hunermend Jan Axîn têkildarî komxebatê ji MA’yê bi Fahrettîn Kiliç û Ayşe Surme re axivîn.
Mûrat Bayram anî ziman ku xebata çand û ziman tenê xema torê nîne û wiha got: “Mînak, ez li maseya ragihandinê me. Em li maseya ragihandinê behsa kêşeyên kurdan dikin. Bi giştî dema ku em diaxivin her rojnamegerên ku ji beşên cuda, ji ajans û rojname û televîzyonên cuda behs dikin ku êdî cihê kurdî yê di civakê de kêm bûye, divê her pîşeyek ji aliyê xwe ve ji bo kurdî tiştekî bike. Çareserî çi ye? Ji ber ku kêşeyeke giştî heye, em dizanin kurdî rê û derfet nedîtîye ku pêş bikeve. Lê divê em beş bi beş lê hûr bibin û bipirsin û bersiva wê bidin.”
Bayram diyar kir ku kurdî ne tenê zimanê çandê, zimanê tibê ye, kimyayê ye, ragihandinê ye û divê beşên cuda li ser lêkolînên xwe bikin û paşê nexşerêyekê çê bikin. Bayram destnîşan kir ku tişta berbiçav ew e ku dê raporekê biweşînin û dê bibêjin ka dê çi bê kirin û wiha domand: “Em bi xwe jî dê di karê xwe de vî tiştî bikin. Ji bo nimûne, heke em bêjin dê di ragihandina kurdî dê ev tişt bê kirin, her wiha em bi xwe jî dê wan tiştan bikin. Ev tişta herî şênber e ku bê kirin.”
‘Komxebatê ji me re hêvî çê kir’
Hunermend Jan Axîn jî bi lev kir ku bi tevlêbûna Tora Ziman û Çandan ruhê wî nû bûye û wiha axivî: “Em keyfxweş bûn û ji me re hêviyek çê bû. Dibe ku ev di pêşerojê de ji bo sererastkirina çandê, hunerê, wênesaziyê û hemû beşên hunerê bibe tovek. Divê komxebatên bi vî awayî zêde bibin. Divê ne du sê salan carekê, salê du sê caran bên kirin da ku em bêhtir bên cem hev, xurtbûniyên xwe bi hev re parve bikin û şaşiyên xwe bi hev re rast bikin. Di dawiyê de jî divê li ser teksta kurmancî hinekî hesas bin. Kesên ku huner û nivîsa kurdî baş nakin divê ew mirov bi awayekî nermî bên îkazkirin. Çi qas ziman rast bibe ew qasî jî wê şirîn bibe û vîzyona wî jî rastir bibe. Nifşên nû jî wê bêtir bixwazin zimanê kurdî bişopînin.”
‘Populîzm carna li dijî hunerê jÎ derdikeve’
Herî dawî jî Axîn ev tişt anî ziman: “Kesên ku organîzasyona muzîka kurdî dikin divê li ser kesan baş bifikirin. Kesên ji ruhê kurdî dur in û muzîka kurdî baş bi kar naynin û qirêj dikin divê populîzma van mirovan ji aliyê çapemeniyê ve bê daxistin. Her kesên ku bi ruhê kurdî re, bi cîhana kurdî re samîmî be û xwe diêşîne divê şop bê vekirin ew jî li ser organîzasyona ne. Rêveberên ku organîzasyona dikin şêxsên ku derdixin li ser dikê divê hinek li ser vê hişmendiyê gazî bikin, ne li ser populîzma wan. Ji ber ku populîzm carna li dijî hunerê jî derdikeve. Lê tiştê wê çaxê têk diçe huner e.” AMED