Hûn nikarin Roja me tarî bikin

Ji destpêka Meclîsa Tirkiyeyê ya îsal ve bang û teşebbusên Bahçelî û Erdogan ên derbarê neçareserkirina pirsgirêka kurd di rojevê de ye. Ev teşebusên...

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Hûn nikarin Roja me tarî bikin

Ji destpêka Meclîsa Tirkiyeyê ya îsal ve bang û teşebbusên Bahçelî û Erdogan ên derbarê neçareserkirina pirsgirêka kurd di rojevê de ye. Ev teşebusên...

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...
Salı - 26 Kasım 2024

Hûn nikarin Roja me tarî bikin

Ji destpêka Meclîsa Tirkiyeyê ya îsal ve bang û teşebbusên Bahçelî û Erdogan ên derbarê neçareserkirina pirsgirêka kurd di rojevê de ye. Ev teşebusên...

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Valî: Ger stratejiyeke hevpar a kurdan hebe ew jî Kurdistaneke serbixwe ye

Hîndekarê Beşa Civaknasiyê yê Zanîngeha Bogazîçiyê Prof. Dr. Abbas Valî diyar kir ku kuştina Qasim Silêmanî tiştekî ji rêzê nebû û biryareke stratejîk a DYA’yê bû. Valî got ku her çiqas Îran gefên tolhildanê bixwe jî, hêza wê têrê nake ku tolê bihilîne. Valî di vê rewşê de yekitiya kurdan jî wiha nirxand: “Heke stratejiyeke hevpar a kurdan hebe, ew jî Kurdistaneke serbixwe ye. Yekitiya neteweyî pir xweş e lê li qadê berjewendiyên her çar parçeyan pêşî lê digirin.”

Bi kuştina fermandarê Hêzên Qudsê Qasim Silêmanî ji hêla DYA’yê ve, rageşiya di navbera DYA û Îranê de jî zêdetir bû. Têkildarî geşedanên li herêmê û rewşa kurdan, hîndekarê Beşa Civaknasiyê yê Zanîngeha Bogazîçiyê Prof. Dr. Abbas Valî ji MA’yê bi Zûhal Atlan û Nacî Kaya re axivî.

Prof. Dr. Abbas Valî ji ewil bal kişand ser kuştina Silêmanî û wiha got: “Tê gotin ku li Îranê piştî Ayettûllah Alî Xamaney, Silêmanî dihat. Lê belê ev yek gelek girîng nîne. Divê em bi awayeke polîtîk lê binihêrin. Piştî projeya nukleerê ya Îranê bi ser neket, Îranê stratejiya xwe guherand. Ji talîmatan yek jê, pêşxistina pergala fuzeyan bû. Ev talîmat a Yekitiya Muhafizên Şoreşê bû. Ya din jî ew bû ku li Iraq, Sûriye, Lubnan û Yemenê stratejî bê pêşxistin û berfirehkirin ku di çend salên dawî de Efxanistan jî daxilî nav vê yekê kiriye. Berpirsiyarê vê projeyê jî Qasim Silêmanî bû. Di têkiliyên hêzan de, di warê leşkerî-polîtîk, di warê stratejiyê de navekî girîng bû. Piştî Amerîkayê, dev ji Peymana Nukleerê ya bi Îranê re berda dest bi çewisandin û mueyîdeyan kir. Her wiha di heman demê de Amerîkayê du tişt ji Îranê xwestin. Yek, dev ji pêşxistina pergala fuzeyan berde û ya din jî pêşîlêgirtina li ber xurtkirin û berbelavbûna hêza stratejîk a Îranê bû.”

‘Kuştina Silêmanî biryareke stratejîk bû’

Di berdewamê de jî Valî anî ziman ku Amerîkayê bi çalakiyeke stratejîk Qasim Silêmanî kuştiye û wiha domand: “Ango kuştina Silêmanî ne sembolîk e, çalakiyeke stratejîk e ku hatiye hesabkirin. Kuştina Silêmanî, biryareke stratejîk bû û Amerîkayê baş hesabê wê kiriye. Ev, ji bo Amerîkayê di warê hiqûqa navdewletî de kuştineke qanûnî bû? Ev ne pir girîng e. Ango kuştina Qasim Silêmanî çalakiyeke ku hesabê wê baş hatiye kirin e. Ji ber ku Silêmanî li Iraqê pir çalak bû. A rast ê Iraq bi rê ve dibir ew bû. Xwepêşandarên muxalîf ên li Iraqê ku li dijî hêza Îranê bûn, hevdîtin bi serokwezîr re çê dikirin. Her wiha ew li Sûriyeyê jî çalak bû. Ji ber ku li Sûriyeyê hêzeke mezin afirand. Wî ji bo li Iraqê şer bikin Muhafizên Şoreşê yên Îranê, ji bo li Efxanistan dildarên afxan û ji bo li Pakîstanê şer bikin jî dildarên pakîstanî anîn cem hev du. Di demên dawî de, piştî kuştina Qasim Silêmanî, parlementerekî afxan derket got; ‘Divê em bi kuştina Silêmanî kêfxweş bibin.’ Ji ber ku Qasim Silêmanî ciwanên betal ên Efxanistanê ji bo şer dişand Sûriyeyê. Li Sûriyeyê zêdetirî 5 hezar efxan mirin. Ango Qasim Silêmanî li Sûriye û Iraqê stratejîstekî girîng bû. Her wiha Amerîkayê xwest bi bi kuştina wî peyamekê bide Îranê. Ev peyam jî ev bû; divê hûn bizanin ku stratejiya li Iraqê guherî.”

‘Hêza Îranê têra tolhildanê nake’

Bi domdarî jî Valî qala êrîşa Îranê ya li ser baregehên Amerîkayê kir û ev nirxandin kir: “Ev wekî peymanekê ye. Her kes li bendê bû ku Îran tiştekî bike. Ji ber ku ji bo tolhilgirtinê gelek xwepêşandan hatin kirin. Lê belê Amerîkayê got; ‘Ez mecbûr im stratejiya xwe ya li Iraq û Rojhilata Navîn biguherînim. Heger tu li min bidî ez ê hîn bêhtir li te bidim.’ Bi rastî jî hêza hikûmeta Îranê têra vê nake. Li gor qenaeta min, ez dibêm ji bo hin çalakiyên di navbera Îran û Amerîkayê de, di navbera hin welatan de hin muzakere hatine kirin. Dê Îran rabe hin êrîşan bike û dê Amerîka jî bibêje, ‘Belê, em jî di vê peymanê de heman tiştî difikirin. Lê belê divê personelekî me jî neyê kuştin.’ Lewma gava êrîş pêk hatin, leşker hemû di hêwirgehê de bûn. 22 fuze hatin avêtin lê kesek jî nemir. Ango zirareke mezin jî çê nebû. A rast ev çalakiyeke sembolîk bû. Îran dibêje, ‘Ev qas leşkerên Amerîkayê mirin.’ Na, ev derew e. Li baregehên Amerîkayê pisîk û kûçikek jî nemir. Îran, mecbûr ma bi vî awayî daxuyaniyê bide.”

‘Dema kuştina Silêmanî şaş bû’

Abbas Valî destnîşan kir ku êrîşa Îranê ne çalakiyeke tolhildanê bû û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji xwe wezîrê Wezareta Karên Derve yê Îranê Cevad Zarîf jî got; ‘Me bersiv da û qediya.’ Ev jî nîşaneya vê ye. Ji bo vê êrîşê Amerîka û Îranê li hev kirine. Lê belê piştî vê êrîşê dê zextên Amerîkayê yên li ser Îranê zêdetir bibin. Amerîka, dizane ji bo seferberiya li Îranê ji holê bê rakirin divê hin tiştan bike. Lê dê Îran jî vê seferberiyê taloq neke. Ji ber ku çavkaniyên aborî û polîtîk ên Îranê zêde nînin. Amerîka jî bi vê dizane. Ne xema Amerîkayê ye ku li Îranê mirov dakevin kuçeyan. Ew dizanin Amerîka di kuştina Silêmanî de di warê demê de şaşîtiyek kiriye. A rast bala we bikişînim, beriya kuştina Silêmanî bi du hefteyan li Îranê xwepêşandanên li dijî hikûmetê hebûn. Û li gorî daneyan polîsan hezar û 100 kes kuştine. Ango ev xwepêşandan muhîm bûn. Lê belê ji ber hesabê şaş ê Amerîkayê (kuştina Silêmanî) hat fêmkirin ku dê mirov bi awayekî netewperest tev bigerin û xwepêşandanên bi vî rengî jî hatin taloqkirin. Lê ev nayê wê wateyê ku dê ev mirov çalakiyan nekin. Hikûmeta Îranê di warê aborî de nikare bibe bersiva daxwazên mirovan. Ev pirsgirêkeke pir girîng e.”

Valî got ku di wê baweriyê de nîne ku rageşiya di navbera Îran û DYA’yê de veguhere şer û sedema wê jî wiha vegot: “hikûmeta Îranê û molayên wê li cîhanê mirovên herî pragmatîst in û ew dizanin dê kengî rehet bin û daxwazan bînin asta herî kêm û ji lihevkirinê jî fam dikin. Ev kes baş dizanin ger ku şer çê bibe dê di warê aborî de nikarin ji bin derkevin. Îranê bi hedefgirtina baregehên DYA’yê yên li Hewlêrê re peyamek da kurdan jî.”

Têkildarî rewşa kurdan jî nirxandina Prof. Dr. Abbas Valî wiha ye:

“Kurdistan çar perçe ye û her parçeyeke wê bi polîtîkayên cuda bawer dike. Bi rastî jî di krîza Îran-Amerîkayê de em nikarin qala bersiveke yekbûyî ya kurdan bikin. Her perçeyek xwedî feraseteke, xwedî analîz û bersiva ne. Heger hûn ji min bipirsin, di vî warî de parçeya herî krîtîk kurdên Iraqê ye. Ji ber ku Iraq di navdena vê krîzê de cih digire. Û her wiha Iraq, di bertekda di navbera Îran û Amerîkayê de li cihekî pir girîng e.

Têkiliyên YNK û PDK’ê

Lê mixabin hîn jî Rêveberiya Herêma Federal a Kurdistanê nebûye yek. Li Silêmaniyê YNK û li Hewlêrê PDK heye. Belê, hikûmetek yekbûyî heye lê têkiliyên YNK û Îranê têkiliyên cuda ne. Ê PDK jî bi Îranê re hene. Her wiha têkiliyên wê yên bi Amerîkayê re jî cuda ne. Kurdên li Iraqê yekdeng in. Pozîsyona YNK an jî çalakiya YNK’ê ya di 16’ê cotmeha 2017’an de (Heşdî Şabî ku yê ava kir Qasim Silêmanî bû) ku ew xistin Kerkûk û Şengalê. Ê ev kir YNK bû. Niha jî bersiva Hewlêrê bersiveke pir nerm e. Tenê çû Balyozxaneya Îranê ya li Hewlêrê û ji bo Qasim Silêmanî fethe xwend. Lê belê têkiliya YNK’ê ya bi Îranê re têkiliyeke pir cuda ye. Pir nêzî Îranê ne. Hin kes ji wan dibêjin Qasim Silêmanî leheng e û heta hin jê jî wî dişîbînin Che Guevara. Amerîka jî dizane kurdên Iraqê ne yek in. Têkiliya Amerîkayê ya bi PDK’ê re xurt e. Ango diyar e ku dê malbata Barzanî PDK’ê ji hikûmeta Rêveberiya Herêmî ya Kurdistanê biparêze. Tu dibê qey dê ne Îran, dê bêhtir nêzî Amerîkayê bin û ev ji bo berjewendiyê wan baştir dixuyê. Her wiha dê Iraq jî nexwaze Amerîka ji Iraqê derkeve. Bexdayê jî bi Amerîkayê re li hev kiriye.

Yekitiya neteweyî ya kurdan

Berjewendiyên kurdên her çar parçeyan cuda ne. Berjewendiyên tevgera kurd a li Tirkiyeyê ji yên kurdên li Iraqê pir cuda ne. Heger hevpariyeke stratejîk a kurdên her çar parçeyan hebe, ew jî Kurdistaneke serbixwe ye. Lê belê ev ji bo yekitiya neteweyî nebes e. Li gorî min yekitiya neteweyî çê bibe dê pir xweş be. Lê di siyasetê de ev ne pêkan e. Bi salan e hewl didin Kongreya Yekitiya Neteweyî ava bikin. Lê hîn jî ava nekirine. Ji ber ku berjewendiyên wan pir cuda ne. Yekitiya neteweyî xweş e lê li qadê, berjewendiyên her çar parçeyan ji bo vê qîm nakin.”  STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar