PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Pazar - 24 Kasım 2024

Sefîrê Bilind ê Ingilistanê li Îranê hate binçavkirin

Li dijî xistina balafira rêwiyên sivîl li Tehranê, gelê Îranê daket qadan û dirûşmên ‘derewkar’ berz kirin. Hêzên rejîmê jî bi hinceta ku çalakvan birêxistin kirine, sefîrê bilind ê Ingilistanê binçav kir. Ingilistanê jî bi daxuyaniyekê got ku rejîma Îranê bi awayeke aşkerayî hiqûqa navneteweyî binpê kiriye

Bi armanca şermezarkirina xistina balafira rêwiyên sivîl a li Tehranê ji hêla rejîma Îranê ve, ji hêla gelê Îranê ve bi çalakiyan hate protestokirin. Li gorî Ajansa Nûçeyan a Tasnîmê, Sefîrê Bilind ê Ingilistanê di 11’ê çileyê de bi hinceta ku xwendekarên li pêşiya Zanîngeha Amîr Kabîr a li Tehranê ji bo çalakiyê teşwîq kiriye, hate binçavkirin. Hat zanîn ku sefîrê ingilîz piştî çend saetan hate berdan.

Têkildarî mijarê wezîrê Wezareta Karên Derve yê Ingilistanê Domînîc Raab daxuyaniyeke nivîskî weşand û wiha got: “Binçavkirina sefîrê me yê bilind ê li Tehranê bi rengekî aşkerayî  binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye. Hikûmeta Îranê li ber biryardanê ye. Yan dê bi tecrîda siyasî û aborî statuya parya dewam bike, yan jî dê bi rêya dîplomatîk angaje bibe.”

Afîşê Silêmanî çirandin

Hêjayî gotinê ye ku bi sedan xwendekarên li Tehranê ji bo bîranîna mirovên di qezaya balafirê de ya 8’ê çileyê de jiyana xwe ji dest dan, li zanîngeha Amîr Kabîrê li hev kom bûbûn. Ev çalakî veguherîbû çalakiya hêrsa li dijî desthilatdariyê. Çalakgeran dirûşma ‘Derewkar’ berz kirin û xwestin ku kesên bûne sedema ketina balafirê bên darizandin. Li gorî Ajansa Nûçeyan a Farsê xwendekaran afîşekî generalê Îranî Qasim Silêmanî çirandin.

Peyama Trump

Serokê DYA’yê Donald Trump jî ji vê firsendê sûd wergirt û peyameke piştgiriyê weşand û diyar kir ku ew bi gelê Îranê re ye û çalakiyên nû ji nêz ve dişopîne. Peyama Trump a li ser twîtterê wiha ye: “Gelê Îranê yê wêrek ku demeke dirêj êşê dikişîne; ji dema ku bûme serok û vir ve li gel we me û rêveberiya min dê li gel we be. Em çalakiyên we ji nêz ve dişopînin û cesareta we hêzê dide me.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar