Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

HSD’ê bîlançoya berxwedana sê rojên dawî aşkera kir

HSD’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku êrîşên artêşa tirk û çeteyên wê yên li ser herêmê didomin. HSD’ê da zanîn ku di encama êrîşan de 2 endamên Hêzên Ewlekariyê şehîd bûn û gelek sivîl jî birîndar bûn

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi daxuyanbiyekê encamên şer û berxwedana 3 rojên dawîn aşkera kir. HSD’ê diyar kir ku artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê ji bo berfirehkirina dagirkeriya xwe tevgera xwe ya kefşê û êrîşan didomîne.

HSD’ê da zanîn ku di vê çarçoveyê de hêzên dagirker di 9’ê çileyê de bi balafirên bêmirov benda kontrolê ya Eyn Îsayê bombebaran kir. HSD’ê diyar kir ku di encama êrîşê de sivîlek û endamekî Asayîşê birîndar bûn. HSD’ê destnîşan kir ku heman hêzên dagirker di heman rojê de bi çekên giran êrîşî rêya navneteweyî ya li nêzî gundê Hoşan ê Eyn Îsa kirin û di encamê de ziyanên madî çêbûn.

Di berdewamê de jî HSD’ê da zanîn ku hêzên dgairker di 10 û 11’ê çileyê de jî bi obus û hewanan gundên Erîda, Şorbenîsk û Qizalî yên Girê Spî topbaran kirin û di encamê de ziyanên madî pêk hatin.

Daxuyaniya HSD’ê wiha bi dawî bû: “Hêzên dagirker di 12’ê çileyê saet di 13.00’an de nêzî gundê Dokir ê Tirbespiyê cihekî ku saziyên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên sivîl lê bûn, hedef girt. Di êrîşê de 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, welatiyên me yên sivîl şehîd bûn. Di êrîşê de gelek sivîl jî birîndar bûn. Dewleta tirk ji roja ragihandina agirbestê heta niha bi her awayî agirbestê binpê dike.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar