Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Mazlum Ebdî: Erdogan bi rêya îxwaniyan dixwaze serdema osmaniyan vejîne

Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlum Ebdî diyar kir ku Erdogan hewl dide bi bikaranîna fikra îxwaniyan xeyala xwe ya osmanî li herêmê pêk bîne. Ebdî da zanîn ku ger Erdogan li Lîbyayê bi ser bikeve dê vêcarê jî berê xwe bide welatên din ên ereb. Ebdî ji bo Misrê jî wiha got; ‘Dewleta Misrê dikare di çareserkirina aloziya Sûriyeyê de rolekî erênî û çalaktir bilîze.’

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlum Ebdî têkildarî geşedanên li herêmê pirsên rojnameya El Weten a Misrê bersivand.

Mazlum Ebdî diyar kir ku Erdogan rêberê pratîkî yê rêxistina Îxwan El Muslimîn e û wiha got: “Xwe weke berpirsê hemû rêxistinên terorê yên Îxwanî yên li herêmê dibîne. Hewl dide fikra îxwaniyan li herêmê serwer bike. Xwest li Misrê belav bike lê bi ser neket. Niha jî heman hewldanên wî ji bo Lîbyayê hene. Li Sûriyeyê jî heman hewldana wî têk çû. Projeya wî ya olî heye û bi rêya rêxistinên Îxwanî Muslim bi kar tîne. Her wiha hinek projeyên xwe jî dixwaze bi rêya rêxistinên terorê yên El Nusra û DAIŞ’ê pêk bîne. Mixabin bêdengiya cîhanê ya li dijî van binpêkirinên Erdogan hişt ku êrîş û projeyên xwe yên dagirkeriyê zêde bike.”

Xeyalên Erdogan

Di berdewamê de jî Ebdî destnîşan kir ku Erdogan dixwaze bi rêya Îxwanî Muslimîn xeyalên xwe osmanî pêk bîne û ji bo vê jî tevgera siyasî ya kurd weke hincet nîşan dide. Ebdî da zanîn ku ger kurd tune bibin, mîna li Lîbyayê dikare ji bo pêkanîna van xeyalan hincetên cuda bibîne. Ebdî got ku ger li Lîbyayê bi ser bikeve dê vêcarê berê xwe bide dewletên din.

Helwesta Yekitiya Ereban

Bi domdarî jî Ebdî bal kişand ser rola Misrê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di serî de Misr, helwesta Yekitiya Ereban a li dijî êrîşên dewleta tirk ên li ser Serêkaniyê û Girê Spî cihê keyfxweşiyê ye. Ji ber vê jî em spasiya rêveberiya yekitiyê û bi taybet jî serok Abdulfettah El Sîsî dikin. Her wiha em bi daxuyaniya Abdulfettah El Sîsî ya ji bo doza gelê kurd serbilind bûn. Divê rola Misrê ya di çareseriya Sûriyeyê de zêdetir be. Dewleta tirk û Îran li gorî berjewendiyên xwe û ajandayên dewletên cîhanî tevdigerin. Ev yek jî xizmetê ji çareseriya Sûriyeyê nake. Dixwazin aloziya li Sûriyeyê hîn kûrtir bibe.”

‘Hewldanên erênî yên Misrê hene’

Ebdî bilêv kir ku gelemperiya dewletên ereb di serî de jî Misr, berjewendiyên wan di çareserkirina aloziya Sûriyeyê de heye û wiha derbirî: “Berjewendiya Misrê li Sûriyeyê nîne lê têkiliyên wê yên dîrokî hene. Dewleta herî mezin a ereban e. Hemû li Misrê bi awayeke dostane li Misrê dinihêrin. Dixwazin ku di çareseriya Sûriyeyê de rol bilîze. Di demên dawî de dibînin ku tevgerên erênî ji hêla Misrê ve hene. Em li benda Misrê ne ku rola xwe di çareserkirina siyasî ya Sûriyeyê de bilîze.”

Herî dawî jî Mazlum Ebdî ev tişt destnîşan kir: “Niha di navbera me û rêveberiya navendî ya Şamê de têkilî hene. Pêkane ku Misr roleke navbeynkar bilîze. Ji ber ku baweriya her du aliyan pê heye ku ew bigihîne formeke qebûlkirî ji her du aliyan re yan jî van dan û standanan bi pêş bixe da ku bigihîne encameke guncav.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar