Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Ji bo teşhîskirina kurê xwe heta niha 50 cenazeyan nihêriye!

Cenazeyê ji 70 kesî zêdekirin ku di serdema qedexeya derketina derve yê li Nisêbînê de jiyana xwe ji dest dan hêj li Goristana Bêkesan tên rawestandin. Metîn Karadûman da zanîn ku wî ji bo dîtina kurê xwe heta îro li nêzî 50 cenazeyî mêze kiriye lê teşhîs nekiriye

Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê di 14’ê Adara 2016’an de qedexeya derketina derve hatibû ragihandin û di 21’ê Nîsana 2018’an de hat bidawîkirin. Gelek kesên di pevçûnên di qedexeya li navçeyê de jiyana xwe ji dest dan tevî ewqas dem bi ser re derbas bû jî radestî malbatan nehatine kirin. Kesên jiyana xwe ji dest dan wê serdemê li goristanên bêkes ên Mêrdîn, Riha, Dîlok û Meletiyê hatibûn veşartin. Hin ji van cenazeyan nasnameyên wan hatibûn tespîtkirin.

Gelek malbat ji bo cenazeyên zarokên xwe werbigirin serî li Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê dan û nimûneya xwînê dabûn. Hin malbat her meh diçin dozgeriyê û dem bi deman nimûneya xwînê didin. Hat zanîn ku heta niha tenê 10 cenaze radestî malbatan hatine kirin. Bi ser 70 cenazeyî re hêj radestî malbatan nehatine kirin. Hat zanîn ku li gel di encama DNA’yê de xwîna malbatê û cenaze hev girtiye jî lê malbatan cenaze wernegirtiye.

Malbat dibêjin ji ber ku Qeymeqamiya Nisêbînê biryara ‘Bila cenazeyên PKK’iyan neyên veşartin’ girtiye ew nikarin cenazeyên zarokên xwe bibin li Goristana Hecacan a Nisêbînê veşêrin.

Dozger 4 sal in li benda DNA’yê ne!

Li gel vê yekê dozgeriyê dosyeyên têkildarî cenazeyan beriya niha bi demekê şand 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê ku Doza Nisêbînê lê tê dîtin. Dadgeha ku rayeya têkildarî cenazeyan biryarê bide di destê wê de nîne van dosyeyan li dozgeriyê zivirand. Lê tevî vê yekê dozgeriyê bersivên erênî nade daxwaza malbatan û wan li benda encamên DNA’yê sekinandiye.

‘Îşkenceyê li me dikin’

Yek ji van malbatan jî malbata Karadûman e. Metîn Karadûman heta îro gelek car ji bo cenazeyê lawê xwe Abdullah Karadûman serî li dozgeriyê da lê encam bi dest nexist û bertek nîşanî vê yekê da.

Karadûman anî ziman ku ji wan re hatiye gotin ku cenazeyê kurê wî li Taxa Kanîka ya Nisêbînê ye lê heta îro negîhiştiye cenazeyê xwe û her car ji wan re dibêjin ‘têkildarî cenazeyê we tu agahiyek nîne’ û ev tişt anî ziman: “Dosyeyên cenazeyan li Mêrdînê di telîs de tên sekinandin. Em nikarin dosyeyan kontrol bikin. Em nikarin bigihîjin zarokên xwe. Ev sala çaremîn e ku em vê eziyetê dikişînin. Tu rayedarek bersiv neda me. Me serî li dozgeriyan da û serî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) da lê me tu bersivê wernegirt. Me daxwaz kir ku gor ji nûve werin vekirin lê ev daxwaza me nehat qebûlkirin. Heta îro min li nêzî 50 cenazeyan mêze kir lê min cenazeyê kurê xwe nedît. Eziyet li hemû malbatan tê kirin. Em dixwazin ku di demek kurt de DNA bi encam bibe û cenazeyên me bidin me. Îşkenceyê li me dikin.” MÊRDÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar