Rojhilata Navîn, zalim û mezlûm

Rojhilata Navîn gulistana gel, bawerî, çand û felsefeyên cuda bû. Bi êrîşên sîstematîk ên derve û rêveberên xwefiroş û kêrnehatî re veguherî goristana gel,...

Şerê Cîhanê yê 3’yemîn/ Kurdistan, Filistîn Ukrayna

Şerê Ukrayna-Rûsya, şerê Îsraîl-Hamas-Hîzbûlah û tevgerên dagirkerî yên Dewleta tirk a li dijî kurdan her çendî  ji hev serbixwe xuya dikin jî, di çarçoveya...

Salı - 8 Ekim 2024

Di nav tecrîdê de polîtîkaya tecrîdê

Girtiyên di Girtîgeha Jimare 2 a Tîpa F a Kandirayê de ragihandin ku gava wan dibin nexweşxane û dadgehê di hundirê hucreyên rîngê de dibin

Girtiyên siyasî yên di Girtîgeha Jimare 2 a Tîpa F a Kandira ya Kocaeliyê de ne, bi rêya malbatên xwe nameyek şandin û bal kişandin ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehê.

Girtiyan destnîşan kir ku destkeftiyên wan ku bi bedêlên giran bi dest xistine bi awayekî kêfî tên qedexekirin û gotin ku li dadgehan mafên wan ê parastinê û mafê wan ê tedawîkirinê tê astengkirin.

Di nameyê de hat zanîn ku gava wan dibin dadgehê yan jî nexweşxaneyê di hundirê hucreyên rîngê de dibin û hat diyarkirin ku gava girtiyên naxwazin bi rîngê biçin jî wan nabin nexweşxane û dadgehê.

Binpêkirinên mafan

Girtiyan destnîşan kir ku rojnameya Yenî Yaşamê jî di nav de gelek weşanên rojane û mehanê bi awayekî kêfî nadin wan û bal kişandin ser van pirsgirêkên din ên li girtîgehê:

-Tiştên bi postê li ser navê me tên, tên desteserkirin. Jixwe li girtîgehê derfetên me yên ji bo ragihandin û pêwendiyê kêm e, lê bi ser de bi qanûnan ev mafên me tên xespkirin.

-Me radyo ji kantîna girtîgehê kirîbûn, lê belê gava avêtin ser hucreyên me dest danîn ser wan jî. Her meh lêgerînên rûtîn hene. Lê ji xeynî van lêgerînan bi awayekî kêfî diavêjin ser hucreyên me. Di lêgerînan de dest datînin ser materyalên me. Xebatên me yên hunerî û wêjeyî, nîşeyên me tên desteserkirin.

-Piştî 15’ê Tîrmeha 2016’an de kursên wêneyan û kursên tembûrê hatin girtin, me gelek cara daxwaz kir lê belê hîn jî nehatine vekirin.

-Nahêlin hevalên me yên cezayê muebeta giran li wan hatiye birîn bi hev re tev li sohbetan, çalakiyên sporê û atolyeyan bibin.

-Hevalê me hikumxwar Barş Înan ku cezayê muebeta giran lê hatiye birîn, nêzî salekê ye tenê rojê saetekê deriyê hucreya wî tê vekirin. Di asasê xwe de diviya rojê 5-6 saetan vekirî bimana. STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar