Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Li Kurdistanê mirov winda nabin, tên windakirin’

Berdevka Meclİsa Jinan a HDP’ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, têkildarî Gulistan Dokû daxuyanî da û wiha got: “Li Dêrsimê tenê ne mirov, çiya û kevir jî di bin kontrolê de ne. Li Kurdistanê mirov windan nabin, tên windakirin.”

Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Tevgera Jinên Azad (TJA) û Komeleya Jinan a Rosa, derbarê xwendekara zanîngehê Gulistan Dokû ya agahî jê nayê girtin û bûyera îstîsmara zayendî ya zarokan a li navçeya Pêrtag a Dêrsimê hat jiyîn de, li avahiya HDP’ê ya Dêrsimê daxuyanî dan çapemeniyê. Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran, Hevseroka Bajêr Nûrşat Yeşil, Aktîvîstên TJA’yê û endamên Komeleya Jinan a Rosa beşdarî daxuyanî bûn.

Endama Komeleya Jinan a Rosa Gulistan Nazlier di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Windabûna Gulistan, di heman demê de encama polîtîkayên tundiyê yên dewletê ne. Ji ber vê yekê em îro li Dêrsimê ne. Gulistan xwendekara zanîngehê, jinek ciwan e û ev 10 roj in winda ye. Em ji vê derê pirs dikin. Gulistan li ku derê ye? Heya ku Gulistan bê dîtin em ê vê pirsa xwe dewam bikin.”

‘Çiya û kevir jî di bin kontrolê de ne’

Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr jî pirsa aqûbeta Gulistan Dokû kir û ev tişt anî ziman: “Ji bo ronîkirina bûyerê em hatin Dêrsimê. Bajarê Dêrsimê 24 saetan bi kamerayên mobesa tê şopandin. Li Dêrsimê tenê ne mirov, çiya û kevir jî di bin kontrolê de ne. Lê ev 10 roj in agahî ji xwendekareke zanîngehê nayê girtin. Em di wê baweriyê de ne ku xebatek cîdî nayê kirin û hewl tê dayîn ku li ser vê bûyerê bê girtin.”

‘Mirov tên windakirin’

Di axaftina xwe de Taşdemîr diyar kir ku bi taybetî derbarê rewşa Zainal Abarakov ê zirbavê wî polîs e de tu agahiyên rast û şênber nayê parvekirin û wiha domand: “Gelo hûn çima agahiyên derbarê vî kesî ku weke faîlê Gulisan tê pênasekirin de çima parve nakin? Ev nepeniya 10 rojan ji bo çi ye? Mixabin li Tirkiyeyê, komkujî, tundî, tacîz û tecawîza li dijî jinê asayî bûye. Nêzîkatiya ji Gulistanê re jî wiha ye. Em poşdarên Gulistan in. Em ê destûrê nedin ku bi vî awayî li ser vê bûyerê bigirin. Wê kesek din ji me neyê kêm kirin. Li Kurdistanê mirov winda nabin, tên windakirin.”

Piştî axaftinê Taşdemîr û jinên li gel wê çûn serdanan malbata Gulistan Dokû û dûre jî Komeleya Xwendekarên Azad a Mûnzûrê ziyaret kirin û nêrînên xwe parve kirin. DÊRSIM

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar